LI DÛ TE • SIYAMEND SERBILIND

LI DÛ TE • SIYAMEND SERBILIND

Ew li ser şopa zimanê kevn, dibe hilgirê peyama hestên ”Mem û Zîn”ên vê çaxê

 

Di xwendina helbestên Sîyamend Serbilind de, dê xwîner teqez qajîna hawara yekî ku “Li Dû” hatiye hiştin bibihîzin.

 

Perpitîna evîndarekî dilsoz, xeyalşikestina ku li nîvê rê hatiye hiştin, liberketina sal û zemanên ku av û av çûne, sond û qewlên nîvçemayî yên dilekî ciwan û hestên saf û pak ên paqij.

 

Hûn ê van hemûyan bi Kurdîyeke sivik, bi hevokên rengîn û nerm û bi şêwazeke henûn û hemdem bixwînin.

 

Sîyamend Serbilind, li ser şopa zimanê kevn, dibe hilgirê peyama hestên ”Mem Û Zîn”ên vê çaxê.

 

Sîyamend, hem bi mijara pirtûka xwe ya her di rojevê de ye û kevn nabe, hem bi zimanê xwe yê dewlemend ê ku xwendekar nawestîne, hem bi şêwaza xwe ya nûjen, xîtabî dilên ku jibîrkirin ji bo wan ne hêsan e dike, hem jî bi hestên sade yên ku ji dil zane bi awayekî pisporane anîye zimên û hîn ji alîyê din ve helbestkarekî ku xwendinê heq dike ye!

 

Ji lezeta xwendina vê berhemê nemînin!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev