Kovara ”PHILOSOPHIA” hejmara 1 derket

Kovara ”PHILOSOPHIA” hejmara 1 derket

JI EDÎTOR    

Xwendevan û nivîskarên hêja,

Bi hejmarek nû a kovara Philosophia em bi hev ra ne. Ji ber ku kovar hindikî bi dereng derdikeve em ji we xwendevan û nivîskarên xwe ên dildarên felsefê lêbuhurîna xwe dixwazin. Wekî me di hejmara xwe a taybetî da jî gotibû armancek ji armancên derketina Philosophiaê di zarûzimanê kurdî da bicihkirina termînolojîya felsefî ye. Ji alê din ve em dixwazin êdî kurd bikanibin bi zimanê xwe ê maderî jî ekolên felsefî, ramanên fîlozofên van ekolan hîn bibin û jîyana xwe a fikrî bi harîkarîya wan zengîntir bikin. Em qebûl bikin jî nekin jî miletên bê felsefe mîna merivên kêmaqil in, dikanin bijîn, lê bi qasî merivên rast difikirin, rast dikin û rast dibêjin nikanin di temenê xwe da bi miradê xwe şad bibin, jîyanek bextîyar bijîn. Ji merivên bê felsefe ra rîya rastîyê her dem yek e, rîya êqil yek e, dîn yek e, mezheb yek e, rêgez yek e, ziman yek e, zar (dialect) yek e, welat yek e, kultur yek e, rêgez yek e, gel yek e, qebîle yek e, milet yek e,  îdeolojî yek e, partî yek e. Û di encamê da bi van yekan û gelek yekên din jîyanê li xwe jî li merivên din jî, li zindîyên derî merivan jî haram dikin. Lê di rastîyê da, merivên kêm zêde ji rengên jîyanê têbigihên dikanin bibînin ku ji van têgihên merivên ji ramîna felsefî dûr dibêjin yek e, hîç yek jî ne yek e.

 

Me di hejmara xwe a taybetî da gotibû ku em dê termên zanistî ên ji gotinên greko-roman û zimanên sereke ên ewrûpî ketine zimanê me bi îmla Celadet Alî Bedirxan a bi temamî mîna îmla turkî hatîye amadekirin, gotarên Philosopiaê rast nekin. Lêbelê ji ber ku pirranîya nivîskarên me bi turkî hînî xwendin û nivîstinê bûne, û tenê dizanin wan gotinan mîna turkî rast binivîsin, me qerar da ku hatta demeke nedîyar em wan gotinan jî bi heman hawaî bi îmla Celadet binivîsin. Me gotibû em dê dîftongan (diphtong) bi dîftongî binivîsin, em dê harfa y a wekî zêdehîyek bê mane bi tesîra îmla turkî li dîftongên kurdî hatîyê zêdekirin nenivîsin, mîna zimanên sereke ên europan binivîsin. Dîsa ji ber heman sebeba xwendevan û nivîskarên me tenê dizanin bi hawayê îmla turkî dîftongên kurdî binivîsin me qerar da ku em hatta demeke nedîyar vî prensîbê xwe ê ortografîk (orthographic) jî pêk nehînin. Bê guman ev dem dê hatta hattayê dewam neke. Çimkî ev hawayê nivîstinê dibe sebeba gelek sergêjîyên lînguîstîk, û zirarê dide zimanê me.

 

Me di hejmara xwe a taybet da gotibû ku em dê preposîzyonên (preposition) da û ra mîna klasîkên edebiyata kurdî û mîna ku di gotina pirranîya gel da hebûna wan berdewam e da û ra binivîsin, mîna îmla C.A. Bedirxan de û re nenivîsin. Lêbelê me got dibe ku haya hindik nivîskarên me ji wê qerara me tune be, di vê hejmarê da me her du awa jî rast qebûl kirin, me nexwast em biguherrînin. Lê di hejmarên pêşîya me da em dê biguherrînin. Hêvî dikim nivîskarên me dema nivîsên xwe ji me ra dişinin êdî van prepozîsyonan da û ra binivîsin. Hindik nivîskarên me berî harfa y mîna îmla C.A. Bedirxan i nivîsîne, hindikan jî î nivîsîne, bi heman nihêrînê me ji bo vê hejmarê ew her du awa jî rast qebûl kirin. Lê belê di rastîya xwe da çend îstîsna ne tê da di dîftongên kurdî da berî dengê harfa y dengê harfa i tune, dengê harfa î heye. Di hejmarên ayinde em dê bi vî hawayî rast bikin.

 

Li ber û paşê dengên di elîfba kurdî a bi harfên arebî da bi ح û ع a arebî dihên nivîstin dengê e tune, dengê ku heye a a kurt e. Ji ber vê yekê me ev e kirin a. Hema hema di hemî zimanên bi alfaba roman (latîn) dihên nivîstin da jî ev deng bi harfa a dihên nivîstin, bi harfa e nahên nivîstin. Hêvî dikim nivîskarên me jî di nivîsên xwe ên ayînde da wusa binivîsin.

 

Gelek termên zanistî (îlmî) di pirranîya zimanan da aynî ne. Lazimî bi guherandina wan tune. Termên çêkirî ên ji tercûma harf bi harf a ji zimanekî din ji bi gotinên zimanê xwe nivîstina zimanekî din pê nahê maneyek din. Ev rastî ji bo termên felsefî jî wusa ye. Nivîskarên me bi dilekî xweş dikanin van terman ji latînî ya jî erebî bigrin û di nivîsên xwe da bi kar bihînin. Li cîhanê zimanê ku ji zimanên din gotin (word) negirtibin û gotinên xwe nedabin zimanên din hatta îro nehatîye dîtin û ne jî hatîye bihîstin. Di vê manê da ew zimanê jê ra zimanê sade tê gotin di rastîya xwe da zimanekî sosret ê bê gîyan e, zimanekî naylonî ye, xwedîyên wî zimanê ji gotinên çêkirî ên bê gîyan bi xwe jî di jîyana xwe a rojane da bi wan bi kesî ra bi wan gotinê bê gîyan deng nakin. Bi koka xwe ji kîjan zimanî dibin bira bibin, gotinên di zimanekî da hene bi qasî zimanê jê hatine girtin malê wî zimanî ne.

 

Ji bo sergêjîya di warê zarûzimanê kurdî da berdewam nebe, em hêvî dikin kesên li unîversîtan lînguîstîk ya jî fîlolojî nexwendibin, bi hawayekî zanistî ji pîvanên zimanzanîyê haydar nebin êdî dev ji leksîkolojî, îmla û gramera kurdî berbidin. Bê guman ev însanên me xwedî nihêtek pak in, lê di karên zanistî da nihêta pak bi tena serê xwe bi kêr nahê. Heker van merivan di kîjan warî da xwendibin lê bixebitin di wî warî da bi kêrî xwe û miletê xwe bihên, bê guman ew dê gelek karên hêja pêk bihînin. Çimkî kesên haya wan ji pîvanên lînguîstîk û fîlolojîyê tune bi çêkirina gotinên bê gîyan bi nihêtek qenc zirarek têra xwe mezin didin zarûzimanê xwe. Divêt êdî ev rewş bi dawî bibe.

 

Di vê hejmara Philosophiaê da jî mîna hejmara berê kedek mezin a gerînendê me ê hêja Alî Gurdilî heye. Ji bo felsefê bi xwendevanên kovarê û miletê xwe bide hazkirin bi salan e karekî hêja dike. Di vê hejmarê da 3 nivîsên hêja nivîsîne û beşa Ferhengê amade kirîye. Nivîskarên hêja ên vê hejmarê Îbrahîm Çapak, Bilal Solmaz, Lokman Polat, Nurhat Heftaro, Mahmut Ozçelik, Jan Jan û Rahul Sakrityayan bi nivîsên xwe ên bi kontentek têra xwe zengîn di nav rûperrên Philosophiaê da cihên xwe girtine. Alî Gurdilî bi Abdullah Kiran û Umid Demirhan ra du hempeyvîn kirine. Xwendevan dikanin ji gotinên hêja ên birêz Kiran û Demirhan ên di van hempeyvînan gelek tiştên nû hîn bibin.

 

Em hêvî dikin her tişt bi dile we xwendevan û nivîskarên me ên delal û hêja be. Bi xwendina Philosophiaê ra, bi zengînkirina cihana xwe a fikrî, bimînin di xweşîyê da…

 

Nişe: Hun dikarin kovara me li ser malpera www.nayayinlari.com ê bi ewayê çapa normal bixwazin.

 

Ji bo çapa dijital jî: https://play.google.com/store/books/author?id=Philosopia bi dest bixin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev