Tawûsê Melek û çend rastiyên Êzdiyatiyê

Tawûsê Melek û çend rastiyên Êzdiyatiyê

Berhemeke dinê li rêzepirtûkên me yên Êzdiyatiyê zede bû

Nivîskar: Cevdet Tuku

 

Ev pirtûk ji sê babetên ji hev cuda pêk tê

Beşa yekemîn li ser çanda Mezopotamyaya kevn e, nivîskar  li ser  vê ҫanda kevn a ku bandor li olên mezin (Cihû, Xiristiyan, Îslam) jî kiriye sekiniye. Niviskar divêje  „ van olên mezin mîtolojî û bawerî ji ҫanda Mezopotamyayê ya kevn girtine. Elementên çanda Mezopotamyayê yên kevn di nav ola Êzîdiyan de jî hene, wan wek olên mezin ji Mezopotamyayê negirtine, Êzîdî parҫeyek ji wê çanda kevn bi xwe ne. Ew domdarê wê ҫanda kevn in.”  Nivîskar li ser Şamaşê Mezopotamyayê û Şêşimsê Êzîdiyan sekinîye, û her wisa li ser Sin(ê) Haran û Şêxsin jî. Ew li ser Tawûsê Melek jî sekinîye, li bersiva van pirsa geriyay ye. Tawûsê Melek berê kî bû? ka ҫima bawermendên olên din Tawûsê Melek bi Şe.. re yek dibînin? Ҫima bawermendên olên din Êzîdiyan Şe-perest dibînin? ҫima, çawa û kengê ev fîgurê Şe.. hatiye ser Tawûsê Melek?

 

Di beşa duyemîn de ew li ser malbata Mala Misto sekinîye, ew malbateke Êzîdî bû ye, ku ji alî Misilmanan ve hatine qirkirin. Di vê qetlîamê de sî mirov hatine kuştin. Nivîskar divêje „ Gava min dest bi lêkolîna xwe kir, min ji gundê Şimizê dest pê kir, lê li herêmê tevî derketim û min hew dît, ez di Diyarbekir, Mûsil, Konstantînopolîs, Berlin û di herba cîhanê ya yekemîn re derketim. Dîrok û cîhan ku ҫiqas piҫûk e û bi hev ve girêdayî derket holê.

 

Beşa sêyemîn li ser Austen Henry Layard e. Nivîskar li ser vê babetê li bajarê Oldenburgê di konferensa sala 2019an de gotarek pêşkêş kiriye. Wî di berhemê de li wê gotarê zêde kiriye.  Ji bo dîroka Êzdiyan Layard ҫavkaniyeke mezin e. nivîskar xwestiye  Layard bi xwendevanan re ҫetir bide naskirin.

Weşanxaneya NA: www.nayayinlari.com 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev