Venasîna heyranekî kurdan: Hraçya Koçar

Venasîna heyranekî kurdan: Hraçya Koçar

Rohat Alakom 

 

Destpêk

Cara yekem haya min ji romanoka Hraçya Koçar ya bi navê Hesret di sala 1998an de çêbû. Wê demê ez li ser mijara Xoybûn û Serhildana Agiriyê dixebitîm. Vê romanokê ji ber kuqala Serhildana Agiriyê jî dikir,bala min kişand.[1] Piştî qasî 25 salan careke dinmin ev berhema xwend û di derbarê nivîskar û romanoka wî ya bi navê Hesret de bûm xweyê hin agahî û zanyariyên nû û balkêş ku dema vê wergera tirkî de ne ji aliyê weşanxaneyê û wergêr û ne ji aliyê xwendevanên kurd û tirk de hatine zanîn.[2] Ez bi vê nivîsê dixwazim van agahî û zanyariyên nû bi we xwendevan re perve bikim.

 

Hraçya Koçar

Heyranê mezin yê kurdan

Nivîskarê romanokê Hraçya Koçar (1910-1965) gelek zû miriye. Lê wî di vê jîyana kurt de dîsa jî gelek berhemên hewaskar gîhandine xwendevanan. Romanoka Hesret ku em ê di vê nivîsê de bi kurtî bidin nasîn, di sala mirina nivîskar de hatiye weşandin. Romanok ligel hin berhemên nivîskar yên din di nav berevoka bi navê Pirtûka Spî de hatiye derketiye.[3] Dema ev romanoka bi navê Hesret hatiye weşandin cara yekem bala nivîskarê kurd Emerîkê Serdar ku li Rewanê bûye, kişandiye. Wî du beşên wê di rojnameya Rêya Teze de jî weşandiye.[4] Piştî çend salan hemû berhem wergerandiye kurdî û wek pirtûkeke cihê amade kiriye. [5]Di destpêka sedsala bîstan de hejmara nivîskar, mamoste û ronakbîrên kurd di nav kurdên Sovyetê de kêm bûne, wî û komek hevalên xwe yên ermen gelek alîkariya kurdan kirine. Ne tenê wî di derbarê kurdan de nivîsîye, ew dostekî kurdan yê nêzîk jî bûye. Dema rojnama kurdî Rêya Teze derketiye (1930), Hraçya Koçar bûye yek ji wan redaktorên pêşîn yên vê weşanê. Di dîroka Rêya Teze ya qasî 90 salan de navê wî hertim tê bîr anîn. Ew bûye redakorê hin wergerên kurdî û xebatên din jî.[6] Wî gelek baş zimanê kurdî, folklor û çanda wan zanibûye. Di derbarê vê yekê de Emerîkê Serdar wiha dibêje: “…Nivîskarê meyî hizkirî hetanî kutasiya emrê xwe zmanê kurdî bîr nekiribû, dengekî xweş lêbû û bi dil kurdî jî distra: Êvare xweş êvare/Dilê min zare-zere…[7] Li gorî Emerîkê Serdar, Hraçya Koçar di berhemên xwe de carina hin rêz û gotin wek orjînalê xwe wisa kurdî hiştiye ji bo reng û guhartinekê tevî teksta xwe bike.[8] Di vî warî de Emerîkê Serdar mînakekê jî dide. Dema Koçar, serhatiya xwe ya Hesreta Ewled dinivîse, ew li wir gotinên kurdekî him kurdî nivîsîye û him jî wergerandiye ermenî: “Wey pişta min, wey pişta min”. Lê belê paşê derdikeve holê ku wî çima wisa gotiye. Carekê dema kurdek bi zik ve birîndar dibe, ew hercar: “Wey pişta min, wey pişta min” dibêje. Kesên li dorê jê dipirsin: “Heyran ne axir zikê te brîndar bûye, çira tu derheqa pişta xweda dikî qare qar?”Ew wiha bi nalîn bersîva wan dide: “Wekî heft birê min pişta min sekinîbûna û komeka min hebûya ez alt nedibûm (bin nediketim) û êşa brînê nedidît”.[9] Koçar vê stîlê di romanoka Hesret de jî bi kar tîne. Dema Arakel diçe gundê xwe nasên wî dorê digrin, yek bi yek: “Ser sera, ser çava, brê me, Arakel…” dibêjin. Emerîkê Serdar dema ev romanoka ji ermenkî wergerandiye kurdî, di cîhekî de dîyar dike ku Koçar ev rêza xêrxatinê di teksê ermenkî de wek li vir xuya dibe hema wiha bu kurdî hîştiye û bi wergera ermenkî tevayî pêşkêş kiriye.[10]

Li gorî agahiyên Emerîkê Serdar, Heciyê Cindî û Sîma Semend vî nivîskarê ermenî herweha di berhemên xwe yên edebî de hin mijarên kurdî bi kar anîye, ew dane nasîn. Ne tenê di romanoka Hesret de, di salên kevn de jî em wek mînakdi serhatiyên Dînik Misto (1927), Dayîka Gulê(1928)û Xecê(1935)de rastî motîvên kurdî tên.[11] Beşeke serhatiya Xecê pêşiyê di Rêya Teze[12] de, paşê jî hemû tekst wek pirtûkeke piçûk tê weşandin.[13] Hraçya Koçar di destpêka sla 1957an de li ser kurdan nivîseke dirêj ya pir xweş amade dike û di Rêya Teze de diweşîne. Ew bi vê nivîsê sala nû ya cimaeta kurd jî pîroz dike. Ew di vê nivîsa xwe de herweha ji ziman, folklora wan bigre heta dîroka wan bi heralî kurdan dide nasîn. Ew kurd û ermenên cînar wek xizmên hev dibîne: “Cimaetêd ermenî û kurd bi hevra bûne qurnêd zûda destpêkirî, ewledêd tebîyetekêne, binelîyêd çîya û deştêd cîkî. Bi vî teherî, min qelem hilanî û ber çevê min tên-diçin şikilêd zarotîya mine dilşewat. Usa jî ruhê minda, bi kela tijî tê dengê kilamêd hizkirî. Ji wan roja sî û pênc-çil sal derbas bûye, lê çi ku min ber çevêd xwe dîtîye ji bîra min naçe û dengê wan kilamêd meye tomerî, dilşewat tucara ji guhê min dernaên: Êvare xweş êvare/Dilê min zare-zare… Çi kilamin û çi gotin… ”Di heman nivîsê de ew qala govendên wan jî dike: “Bi kincê xweye miletîêva govend girtine, wan lîstika dilîzin, wekî kal û bavêd wana kê zane hezar du hezar sal pêşta li çîyaêd Tavrosê û gebozêd Sasûnêda, gelîê Zîlanêda, yan jî li terefê Dîarbekrê dilîstin”.[14]

Dema em van nivîsan bi hewaskarî dixwînin, em dibînin ku Hraçya Koçar bend û têkiliyên xwe, dostaniya xwe ya ligel cimaeta kurdan ji salên 1930yî heta mirinê qet qût nekiriye, her berdewam kiriye û bûye alîkar, xêrxazekî kurdan. Navbera wî û Heciyê Cindî gelek baş bûye. Piştî ku herdu jî rehmetî dibin dokumentên ku nû derketine holê nîşan didin wan gelek ji hev hez kiriye. Wek mînak dema Heciyê Cindî ji ber zordestiyên rejîma Stalîn di sala 1937an de hatiye girtin, Hraçya Koçar bêtirs diçe derdikeve pêşiya dadgehê, pişta vî dostê xwe digre, wî bi can û dil diparêze. Di bîranînên xwe de ku piştî mirina wî hatine weşandin Heciyê Cindî wiha dibêje: “…Hraçîa Koçar carekê êvarê û sibetirê jî hate sûdêda (dadgeh) xeberda. Sûdêda ew wek şêrekî, pişta me sekînî”.[15] Hraçya Koçar di civîn, şahî û di çalakiyên din de jî kurd tenê nehîştine, heta roja mirinê timê bi wan re bûye.[16] Di sala 1961an de dema ew bi seredan diçe Iraqê, ew li wir mezinê kurdan Mistefa Barzanî dibîne, Barzanî jê re wiha gotiye: “Dinya wa namîne rojekê heqî û şûrê bigihîjne hev”. Emerîkê Serdar dîyar dike ku dema Şêwra Xwendekarên Kurd di salên 1960an de êvarekê li Rewanê di mala hunermendan de amade dike, tevî Hraçya Koçar nexweş bûye dîsa jî hatiye vê çalakiya xwendekarên kurd û li wir axaftinek kiriye. Ev komela bi navê Şêwra Xwendekarên Kurd di sala 1963an de li Rewanê saz bûye.[17]

 

Kurd, Hraçya Koçar ji bîr nakin

Emerîkê Serdar ne tenê bi vê wergera romanoka bi navê Hesret, di derbarê nivîskar deçend nivîs jî amade kirine û weşandine. Di sala xwe 1991an de nivîseke gelek dirêj di derbarê nivîskarî û jîyana Hraçya Koçar, dostanî û têkiliyên wî ligel kurdan de nivîsîye.[18] Dema mirov vê nivîsê û nivîsên din yên Emerîkê Serdar dixwîne, mirov dibîne ku ew bi salan bûye heyran û pisporekî Hraçya Koçar. Ne tenê Emerîkê Serdar, em hin nivîsên Heciyê Cindî[19] û Sîma Semend[20] jî di derbarê vî nivîskarê ermen de dibînin. Nivîskarên kurd hertim Hraçya Koçar wek “bira”[21] û “pizmam”[22], wek perçeyekî xwe dîtine.

Romanoka Hesret bi wergera kurdî (1972, Yêrêvan)

 

Naveroka romanoka Hesretê

“…Hesret mînanî agir dilê merya dişewitîne

Romanoka Hesret ku di sala 1972an de bi kurdî derketiye qala jîyana ermenîyekî bi navê Arakel Eloyan dike ku di Komkujiya Ermenen de derbasî Ermenîstanê bûye.[23] Piştî hatina xwe xwe çend sal şunda gelek bêriya gundê xwe yêberê dike. Hertim ji dûr ve wî alî mêze dike, gundê wî yê kevn hertim tê li berçavên wî. Ew dixwaze çi dibe bila bibe rojekê here welatê kal û bavan ku li aliyê Tirkiyê maye û ji hev têr bibin. Ev roj tê. Lehengê berhemê Arakel Eloyan rojekê hemû rîskan dide ber çavan û dikeve rê, sînor derbas bibe ji bo here aliyê gundê Tîdakê (Tutax) ku li aliyê Tirkiyê dimîne. Têkiliyên tirk û ermenan di van salan de sar in. Heman demê li vê herêmê Serhildana Agiriyê  berdewam e, kurd bi vî şerî dixwazin bighêjin serbestiya xwe. Kal û bavên nivîskar jî ji herêma Agiriyê ne. Belkî nivîskar Hraçya Koçar xwestiye perçekî jîyana malbata xwe di vê romanokê de bîne zimên! Emerîkê Serdar navê gundê kal û bavên Hraçya Koçarwek: “Gumlî Buçax” û Ahmedê Mirazî jî wek “Gumilbûcax” dide.[24] Navê vî gundî îro Kumlubucax e ku berê gundekî ermenan bûye, niha li herêma Agriyê bi qezaya Taşliçayê re girêdayî ye.

Dema Arakel Eloyan sînor derbas dibe êdî ev yek li herderê belav dibe, tê bîhistin. Heryek tiştekî dibêje. Li gorî hinekan ew di ava Erez de xeniqiye. Di dawiyê de bûyer dibe pirsgirêkeke dîplomatîk. Ermenî, tirk û heta derecekê kurdên îsyankar jî ku li herêmê serî hildane şikê dibine ser Arakel Eloyan. Arakel li ser owa Surmeliyê re (Îdir) re derbas dibe, berê xwe xwe dide gundê Tîdakê. Çawa dibe ew dikeve destê kurdên ku li hemberî Tirkiyê şer dikin, tevî Serhildana Agiriyê bûne. Kurd pêşiyê bi çavekî nepak li Arakel dinêrin, ew bawer dikin ku ev kes casûsê tirkan e û kurd hinekî lêdixin jî. Paşê şervanekî kurd wî nas dike. Ev kes kurê Qasimê Zîlanlî, Merîf e. Ew hev nas dikin, dest stûyê hevra dibin. Êdî Arakel di bin parastina kurdan de ye. Di cîhekî romanokê de di dawiya beşa çarem de ev dîyaloga (pirs û bersîv) di navbera Merîf û Arakel de derbas dibe û bi vî awayî navê romanokê jî xwe nîşan dide: Hizret (hesret, bêrîkirin, keser)

 

“De Arakel bêje, bê tu anî, bagerê tu anî? Ev çi ecêbe tu anî van dera? Ev çi ecêbe…

Hizretê (hesret) ez anîm, Merîf Can, -Arakel got,- Hizret mîna agir dilê merya dişewitîne…”[25]

 

Arakel paşê qala serpêhatiya xwe, têkiliyên xwe ligel malbata Qasimê Zîlanlî, herweha qala dilpakî, torinîya Qasimê Zîlanlî û ermenên di gund de dike. Arakel vedibêje ku malbata Qasimê Zîlanlî ermenên vê deverê ji komkujiya tirkan xelas kirine. Çawa li vir jî xuya dibe romanoka Hesret dostanîya kurd-ermenan jî derdixe pêş, niqaş dike. Lê di dawiya romanokê de derdikeve holê ku ew kesekî belengaz û bêgûne ye, wî serbest berdidin. Dema vegera Ermenîstanê mihacirên qersî, îdirî, xinûsî, wanî, miksî, bitlîsî… ku berî çend salan koçberî vir kirine, tên dîtina wî ji bo ka bizanibin rêwitiya wî çawa derbas bûye û çi dîtiye “li welatê wan yê berê”.[26]

 

Nivîseke Heciyê Cindî di derbarê Hraçya Koçar de (Rya teze, 31/5 1965)

 

Nivîskar baş nehatiye nasîn û zanîn

 

Hraçya Koçar çara pêşîn di salên 1990î de li Kurdistana Bakûr û Tirkiyê bi wergera tirkî ya romanoka xwe ya  bi navê Hesret hate nasîn. Çapa vê wergera tirkîku di sala 1994an de li Stembolê derketiye, lê belê dîyar nake wekî ev berhem ji kîjan zimanî hatiye wergerandin û kê wergerandiye. Di destpêka vê wergerê de li ser jîyana Hraçya Koçar hin agahiyên kurt jî tên dayîn. Lê belê li vir di derbarê têkiliyên nivîskar û kurdên li Ermenîstanê qet agahî nayên dayîn û qala dostaniya di navbera wan de tiştek nayê gotin. Li vir qet nayê gotin wekî ev romanoka ku wergera wê ya tirkî derketiye berê bi kurdî hê di sala 1972an de li Rewanê hatiye weşandin. Çawa tê zanîn Hraçya Koçar di salên 1930yî bûye redaktorê rojnameya Rêya Teze, li ser vê mijarê jî tu agahî li vir tune ye. Tenê hevokek heye ku dibêje: “Di sala 1934an de ew dibe redaktorê rojnemeya Riya Azadî”. Ger ev hevok qala rojnameya Rêya Teze dike, bi temamî nerast e. Him navê rojnamê, him jî sala tê dayîn şaş e. Çimkî di sala 1934an de kurdek Cerdoyê Gênco dibe redaktorê Rêya Teze. Çawa li vir xuya dike him agahiyên kunya (nasname) pirtûka wergera tirkî û him jî ew bîyografiya ku di destpêkê de heye baş nehatiye amadekirin.[27] Di çapa duyem ya wergera tirkî de tê gotin romanok wisa zêde hatiye hez kirin ku çapa yekem di nav mehekê de qediyaye.[28] Piştî van wergerên tirkî çend sal şunda ev romanok bala kurdan jî dikşîne û paşê bi zaravayên kurmancî[29] û zazakî[30] li Tirkiyê bi kurdî tê weşandin. Çapa kurmancî bi pêşgotina Ehmed Onal û bi paşgotina Hrant Dink hatiye weşandin. Ehmed Onal di dawiya pêşgotina xwe de wiha dibêje: “Ev pirtûk di salên 1930î de hatiye nivîsîn”. Lê wek me li jor jî dîyar kir ev roman cara pêşîn di sala 1965an de tê weşandin. Di van herçar çapan de jî (tirkî, kurdî) ku li Tirkiyê derketine bêdengiyeke mezin di derbarê nivîskar û kar, xebat û heyraniya wî ya ji bo kurdan heye. Vê bêdengiyê heta niha jî ajotiye. Ew bawer dikim ku zêdetir ev bêdengî bûye bayîs û sedemê amadekirina vê nivîsa min.

Perçek ji fîlmê Hesretê ku Serhildana Agiriyê, şervanên kurd nîşan dide (1990)

 

 Encam

Ez hêvî dikim ku xwendevan piştî van agahiyên jorîn vê romanokê careke din bixwînin û lezeteke nû jê werbigrin. Di sala 1990î de ev romanok yan jî serpêhatiya Arakel Eloyan dibe mijara fîlmekî ermen bi navê Garod (Hesret). Romanoka Hesret bala lêkolereke kurd Zehra Aymanê jî kişandiye, ew bi nivîseke xwe têgehên “vegera welêt” yan jî “vegera malê” niqaş dike.[31]

Çend wergerên bi zaravên kurdî û tirkî yên romanoka Hesret ya Hraçya Koçar

Riataza

[1]Rohat Alakom, Hoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması, Avesta, 1998, rûp.111.

[2]Hraçya Koçar, Özlem,Weşanxana Zêl, 1994 (Çapa duwem:Weşanxana Nûjen, 1996).Kurmanciya wê: Hraçya Koçar,Bêrî, wergêr: Aram Gernas, Weşanxana Pêrî, 2002. Ev weşanxanên bi navê Zêl, Nûjen û Pêrî berdewama Weşanxana Med in ku di sala 1992an de li Stembolê saz bûye. Romana Hesret bi zaravê zazakî ji aliyê weşanxaneke din de derketiye: Hraçya Koçar, Hesrete, wergêr. Sait Çiya& Xal Çelker, Weşanxana Tij, 1999.

[3]Hraçya Koçar, Kitêba Spî, 1965 (Romana bi navê Hesret cara yekem di nav vê berhevokê de hatiye weşandin). Nivîseke Emerîkê Serdar di derbarê vê berevokê de heye: Emerîkê Serdar, Kitêba pizmamê meyî paşin, danasîna Pirtûka Spî, Rya teze, 17/6 1965.

[4] H. Koçar, Hizret/Kerîk ji serhatîê, Rya teze, 10, 14/10 1965.Navê romanê li vir Hizret e, di nivîsên Emerîkê Serdar yên din de wek Hisret derbas dibe, binêre: Hraçya Koçar û litêratûra kurdaye sovêtîê, Rya teze, 23/3 1991.

[5]Hraçya Koçar, Hizret,wergêr: Emerîkê Serdar, Êrêvan, 1972.

[6] Hovannes Tumanyan, Anuş,tercime kir: R. Drambyan (Red. H. Koçar, Casimê Celîl, Hecîyê Cindî), Rewan, Neşra Hûkmetê-Seksîya Kitêbê Kurmanca, 1934.

[7]Emerîkê Serdar, Hraçya Koçar û litêratûra kurdaye sovêtîê, Rya teze, 23/3 1991.

[8] Emerîkê Serdar, Hraçya Koçar û litêratûra kurdaye sovêtîê, Rya teze, 23/3 1991.

[9] Emerîkê Serdar, Pizmamê meyî hizkirî, Rya teze, 8/2 1969.

[10] Hraçya Koçar, Hizret, wergêr: Emerîkê Serdar, Êrêvan, 1972, rûp.58.

[11] Sîma Semend, Hraçya Koçar-Bona 50 saliya bûyîna wî, Rya teze, 10/4 1960.

[12] Hraçya Koçar, Xecê, Rya teze, 20/11 1934.

[13] Hraçya Koçar, Xecê, terc. Heciyê Cindî, Neşra Hûkmeta Ermenîstanê Seksîa Kitêbê Kurmanca, Rewan, 1935.

[14] Xraçya Koçar, Xastinêd Pismam, Rya teze, 1-1-1957.

[15] Firîda Hecî Cewarî, Hecîyê Cindî û Malbata Wî, Yêrêvan, 2012, rûp.63.

[16] Emerîkê Serdar, Li seksîa nivîskarêd kurdda. Derheqa rasthatina tevî Hr. Koçar, Rya teze, 8/12 1957.

[17]Emerîkê Serdar, Hraçya Koçar û litêratûra kurdaye sovêtîê, Rya teze, 23/3 1991.

[18]Emerîkê Serdar, Hraçya Koçar û litêratûra kurdaye sovêtîê, Rya teze,23/3 1991.

[19]Heciyê Cindî, Koçarê birê me, Rya teze, 31/5 1965.

[20]Sîma Semend, Hraçya Koçar-Bona 50 saliya bûyîna wî, Rya teze, 10/4 1960.

[21] Heciyê Cindî, Koçarê birê me, Rya teze, 31/5 1965

[22] Emerîkê Serdar, Pizmamê meyî hizkirî, Rya teze, 8/2 1969.

[23] Emerîkê Serdar vê berhema bi navê Hesret bi serhatî dinirxîne, di wergera tirkî de wek roman hatiye pêşkêş kirin û Heciyê Cindî jî wê wek romanok bi nav dike. Me jî di vê nivîsa xwe de wek romanok daye nasîn.

[24] Ahmedê Mîrazî, Bîranînêd Min, Êrêvan, Neşireta Sovêtêkan Grox, 1966, rûp.66.

[25] Hraçya Koçar, Hizret, wergêr: Emerîkê Serdar, Êrêvan, 1972, rûp.51

[26]Hraçya Koçar, Hizret,rûp.74.

[27]Weşanxaneya Zêl weşanxaneke kurdî bûye. Piştî girtina wê Weşanxaneyên Nûjen û Pêrî saz dibin. Wisa xuya dibe xudanê van weşanxaneyan heman kes bûye. Hraçya Koçar, Özlem, Weşanxana Zêl, 1994 (Çapa duwem: Weşanxana Nûjen, 1996).

[28]Hraçya Koçar, Özlem, Nûjen, 1996, rûp.5.

[29]Hraçya Koçar, Bêrî, wergêr: Aram Gernas, Weşanxana Pêrî, 2002.

[30]Hraçya Koçar, Hesrete, wergêr: Sait Çiya & Xal Çelker, Weşanxana Tij, 1999.

[31] Zehra Ayman, Arakel Eloyan’ın karşılaştırmalı sınır ve sürgün deneyimi, Birikim Dergisi, nr 215/2007.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev