”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 61

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 61

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Dîroka Kurdistana Îraqê ya here nû”. Em îro beşa wê a pêşin çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

S. M. Îvanov

Dîroka Kurdistana Îraqê ya here nû -1

 

Eşîretên kurdan bi hezaran salan li ser axa Kurdistana Îraqê (Başûr) ya îroyîn jîne û herdem jî di jîyana wan Împêratorîyan û dewletan da roleke gelekî mezin lîstine, ku ew di sînorên wan da dijîn. Dîroka kurdan ya here nû ya wê herêmê bi awayekî zexm bi qedera gelê kurd tevayî û pêvajoyên sîyasî yên dawîya sedsala XIX – destpêka sedsala XXI li Rohilata Nêzîk û Navîn va girêdayî ye.

 

Di sala 1879an da li ser axa Kurdistana Başûr wilayeta Mûsilê ya Împêratorîya Osmanîyê hate damezirandin, ku sê cencek ketine navê: yên Mûsilê, Kerkukê û Suleymanîyê.

Di dema Şerê hemcihanê yê yekê welatên Antantayê – Brîtanîya Mezin, Fransa û Rûsîya – ji mêj va li hev kiribûn ku axên Împêratorîya Osmanîyê di nav hev da parevekin, eger ew hilweşe. Gorî Peymana binavûdeng ya Îngilîs – Fransayê Sykes-Picot ya 16ê gulanê sala 1916an Îngilîs û Fransayê gerekê axên hema bêje tevaya welatên Rohilata Erebîyê û herweha çend herêmên Asîya Biçûk zevt bikirana, ku diketine nava Împêratorîya Osmanîyê (beşek bi destî zorê û zevtkirinê, beşek jî wek kolonîyên wan).

Sala 1917an leşkerên Îngilîs Kerkuk zevt kirin, lê di sala 1918an da tevaya wilayeta Mûsilê xistine bin kontrola xwe. Sala 1920î Koma Miletan, ku serketîyên di şerê hemcihanê yê yekê da saz kiribûn û niha navê wê rêxistinê bûye Neteweyên Yekgirtî, mandat da Brîtanîya Mezin bona rêvebirina Mesopotamîyayê – herêmeke dîrokî, ku ji sê wilayetên Osmanîyê yên berê pêk dihatin: Besrayê, Bexdayê û Mûsilê. Lê di demeke kurt da navê Mesopotamîyayê guhartin û navekî din lê kirin – Îraq.

Gorî Peymanên Sevrê (1920) û Lozanê (1923) wilayeta Mûsilê kete nava axa Îraqa binmandat, lê desthilata Tirkîyê a nû, ku sala 1920î hate ser hukum, ne dixwest ew herêma kurdan ji dest xwe berde, Tenê bi zordayîna dewletên Roavayê Tirkîye mecbûr ma behsa wê neke: 16ê çileya pêşin sala 1925an Şêwra Koma Miletan sînorê di navbera Tirkîyê û Îranê da kişand, û 5ê hezîranê sala 1926an Tirkîyê li Enqereyê bi Brîtanîya Mezin û Îraqê ra peymanek îmze kir, ku wan sînoran nas dike. Bi vî awahî, di navbera salên 1920î heta sala 1926an Brîtanîya Mezin dewleteke nû – Îraq, saz kir û bi hiqûqî testîq kir.

Desthilatên nû yên Tirkîyê, Îraqê û Sûrîyê pêşî bi dijminayî berê xwe didane binecîyên kurd, ku li ser axên wan diman, miletên serdest – him tirkan, him jî ereban – xwe ser kurdan ra didîtin. Enqereyê, Bexdayê û Şamê (Demişqê) li ser bingehê neteweyî zordestî li kurdan dikirin: destbi pêkanîna projeyên bona bi destî zorê asîmîlekirina kurdan bû, destpê kirin bikaranîna zimanê kurdî qedexe kirin, li ser parastina erf-edet û eyd-erefatan, lixwekirina cil û bergên kurdî sînor danîn. Destpê kirin bi awayekî girseyî kurdan ji warên wan yên kal û bavan raqetandin, ew kirin penaber. Malbetên tirkan û ereban anîn li ser axa warên ji kurdan xalîbûyî bi cî kirin. Li her dearn kurdan serî hildida, derdiketine dijî zordestîyên desthilatê, lê her caran ji alîyê hêzên rejîmên dagirkar û bi balafirên leşkerî yên Brîtanîyayê û Fransayê, bi tankên zirîhkirî û gullebaranên esmanî va bi hovîtî û wehîştî dihatine şikandin û têkbirinê. Lê tevgera kurdan ya miletîyê-azadarîyê nesekinî.

 

Sala 1921ê Brîtanîya Mezin biryar kir di Mesopotamîya binmandat da qiralîyetê ava bike. Mîr Feysal (lawê şerîfê Mekkayê), ji binemala Haşîmîyan îlan kirin wek qiralê Îraqê yê pêşin.

 

Di heman demê da parlamentoya du koçikan hebû, ango bi rû va Îraq bû Qiralîyeta Konstîtûsyon, lê di rastîyê da hela demeke dirêj di bin hukumê Brîtanîya Mezin ma wek nîvkolonîya: hemû wezîretên giring yên Îraqê di bin kontrola ”şêwrmendên” Brîtanîyayê da bûn, lê hemû biryarên hukumetê yên giring bi erêkirina komîsarê tewrebilind û serekqumandarê Hêzên leşkerî-hewayî yên Qiralîyeta Brîtanîya Mezin dihatine qebûlkirin. Li herêman û deveran desthilatdarîya sîyasî di destê serekên eşîran û kesên rîsipî, giregirên dewlemend û kesên xwedî erd û milk û milkedaran da bû.

Pêşî di niyeta îngilîsan da hebû, ku li wilayeta Mûsilê Federasyona Qiralîyetên kurdan saz bike. 10ê cotmehê sala 1921ê heta îlan kirin, ku Qiralîyeta Kurdistanê bi paytextê Suleymanîyê va hatîye damezirandin. Şêx Mehmûd Barzincî bû Qiralê Kurdistanê. Lê hema li herêmên kurdan yên bakurê Îraqê kanên (medenên) neftê yên dewlemend hatine dîyarkirin, Îngilîs destxweda ji wê fikira xwe ku li Îraqê Federasyonê saz bike, paşda sekinî. Brîtanî wê fikira xwe ya poşmanîyê bi wê yekê va şirove kirin, ku bona bi serketin bikaranîna kanên neftê berî her tiştî aramîya sîyasî lazim e, ya ku, bi bawerîya wan, Mîrîtîyên eşîrtîyê wê nikaribûna wê aramîyê pêk banîyana. Di tîrmeha sala 1924an da serokatîya Brîtanîyayê bi hêza leşkerî Qiralîyeta Kurdistanê ji holê da rakirinê. Londonê piştgirîkirina rayedarên desthilata merkezî li Bexdayê di ser parastina otonomîya bo kurdên eşîr li bakurê Îraqê ra girtin û zirareke mezin gîhandine berjewendîyên kurdan.

Gerekê bê destnîşankirinê, ku di Peymana Sevrê ya sala 1920î da xalek hebû, ku gorî wê dewleta kurdan a serbixwe dikaribû bihata damezirandin û sînorên wê gerekê Anglîya, Fransa û Tirkîye bi tevayî kivş bikirana. Lê ew xal nehate pêkanînê,piranî jî di rûyê helwesta desthilata tirkan a nû. Paşê, gorî Peymana Lozanê ya sala 1923an, piranîya axên herêmên kurdan ketine nava axa Komara Tirkîyê, lê axên din , ku binecîyên kurd li wir piranî bûn, kirine nava axên dewletên nûsazbûyî: Îraqê û Sûrîyê. Peymana Lozanê di hindava qedera gelê kurd da tam neheqî bû. Lê wêya desthilata Îraqê mecbûr dikirin mafên kurdan yên çandî biparêzin. Li ser axa bakurê Îraqê bi awayekî sînorkirî otonomîya kurdan ya çandî hate sazkirin. Li wê herêmê – berevajî herêmên kurdan yê li welatên cînar Tirkîyê, Sûrîyê û Îranê – hela wî çaxî li dibistanan dersên zimanê kurdî hebûn, radyoya kurdî belavkirinên xwe bi zimanê dayîkê diweşandin, rojnameyên herêmî derdiketin. Dema wilayeta Mûsilê kete nava axa Îraqê, mafên gelê kurd yên din jî hatine parastin: li Kurdistanê karmendên herêmî piranî gerekê kesên ji wan waran bûna, zimanê kurdî gerekê bibûya zimanê herêmê yê fermî, kar û barên resmî yên li dadgehan û dayîreyên parastina qeyde-qanûnan û aramîyê lazim bû bi zimanê kurdî bihata meşandin û h.w.d.

Lê di rastîyê da serokatîya Brîtanîyayê û desthilata Bexdayê ew mafên kurdan nas nedikirin, înkar dikirin. Li herêmê di postên serokatîyê da piranî ereban kivş dikirin, destûra fêrkirina zimanê kurdî tenê di dibistanên destpêkî da dabûn. Byûcêya dewletê gelek kêm pere dişande herêma kurdan, ew pere têrê nedikirin bona senayê û malhebûna gund pêş bixin, riyan çê bikin, xetên telegrafîyê bidine kişandinê. Kurd gelek caran dema serlêdana karekî dikirin, bo qebûlkirina dayîreyên xwendina bilind û xwendinxaneyên leşkerî, dihatine nuxsankirinê, mafên wan dihatine xwarinê. Ev hemû dibû sebebê wê yekê, ku pêwendîyên kurdan bi miletê serdest – ereban ra dihatine sertkirinê, nerazîbûna kurdan di hindava desthilatên merkezî û herêmî her diçû zêdetir dibû, serhildanên nû digihîştin.

 

Şerê bi îngilîsan û lêpokê wan Feysalê Iê ra di dewra destpêkî da, ji sala 1919an heta sala 1931ê, Şêx Mehmûd Barzincî kir, yê ku ji binemala Şêxên Biratîya sûfî – Qadirîyan bû û li wetenê xwe – Suleymanîyê xwedî qedir û hurmeteke mezin bû. Lema jî hema wî di salên 1921 – 1924an da serokatî li Qiralîyeta Kurdistanê kir.

 

Îngilîs û desthilata li Bexdayê mecbûr man bi hêza çekdarî ya şervanên kurdan, bandora wan li ser axa bakurê welêt ra hesaban bikin û dem bi dem hinek berdaxwerin dikirin, ber dilê wan da diçûn, ango hinek daxwezên wan yên biçûk pêk dianîn.

Di wan deman da di tevgera millî ya tevaya Îraqê da jî veguhastinên ciddî bûn. Sala 1932an Îraqê serxwebûna xwe, ya qaşo ji bindestîya Brîtanîya Mezin azad, sitend û heta bû endameke Koma Miletan jî, lê îngilîsan di gelek dereceyan da bandora xwe ya sîyasî û aborî ji wî welatî ne kişandibûn. Zexîreyên neftê yên Îraqê heta di wan deman da jî ji alîyê şîrketên Îngilîs-Fransa-Amerîkayê ya bi navê ”Turkish Petroleum” da dihatine bikaranînê, ku navê wê di sala 1929an da guhartin, kirin “Irak petroleum”.

Piştî têkbirina serhildana kurdan ya Barzincî di sala 1931ê da di tevgera kurdan ya miletîyê da rola sereke eşîreta Barzan û serekên wê – Ahemd Barzanî û Mela Mustefa Barzanî lîstin. Barzanîyan serhildanên nû tevrakirin dijî desthilata merkezî: di salên 1931 – 1932an da – Şêx Ahmed; di salên 1934 – 1936an da – Xelîl Xoşewî, û dawî jî, serhildana here mezin  ya Mustefa Barzanî – di salên 1943 – 1945an da.

Ji sala 1941ê di nava kurdên Îraqê da helwestên dijî faşîstîyê şîyar bûn, hezkirina di hindava welatên hevpeymana dijî Hîtlêr xurttir bûn. Desthilata Îngilîs destxweda xwest ji wê helwesta kurdan karê keve û hewil da serhildana kurdan organîze bike dijî desthilata Bexdayê ya bi serokatîya Reşîd Elî el-Geylanî ku xwe kiribû bin parastina Almanîyayê. Lê serekên kurdan guh nedane wê şerletanîyê-provokasyonê. Sala 1943an Mustefa Barzanî bi alîkarîya rêxistina sîyasî “Hîwa”, ku zabitên kurd bingehê wê danîbûn, derbazî Îranê bû, li wir desteyeke leşkerî ya kurdan ava kir û di nava demeke kurt da li bakurê Îraqê serhildaneke nû tevrakir. Desthilata Îraqê mecbûr ma bi barzanîyan ra peymana lihevkirinê girêde, û careke din jî sozê otonomîyê da wan. Lê di meha tebaxê sala 1945an da Bexdayê careke din dijî eşîreta Barzan şer tevrakir, leşkerên desthilata Îraqê bi piştgirîkirina tank û balafirên Îngilîs ketine herêmên kurdan, û Mustefa Barzanî macbûr bû sitara xwe li Îranê bibîne.

Pêşmergeyên Barzanî li Îranê bi awayekî ciddî tevî damezirandin û bi çekdarî parastina Komara kurdan a Mehabadê bûn, Mela Mustefa bû serleşkerê artêşa Mehabadê. Otonomîya kurdan ya li Îranê heyetîya xwe ji salekê jî kêmtir berdewam kir, lê kurdan ew tecrûbeya avakirina dewleta xwe qet jibîr nekirin û herdem di bîra wan da ne. Dema hilweşîna komarê nêzîk dibû, Mustefa Barzanî wek serleşkerê bi tecrûbe û aqilmend, di bin agirê şêr da li ser çiya û banîyan ra bi desteya xwe va riya 500 kîlometran qedand û hema bêje hemû pêşmergeyên xwe sax û silamet gîhande ber sînorên Yekîtîya Sovyet. Lê di meha tebaxê sala 1946an da li Bexdayê, bi awayekî surî Partîya Kurdistanê a Demokratîyê (PDK) hate damezirandin, û serekê wê yê pêşin Mustefa Barzanî hate hilbijartin.

 

Sala 1958an rêxistina Îraqê “Zabitên azad” qiralîyeta li Bexdayê hilweşand. Komare hate îlankirin, Îraq ji Pakta Bexdayê derket, leşkerên Brîtanîyayê ji axa wê hatine derxistin, barêgehên leşkerî yên welatên biyanî ji holê hatine rakirin.

 

Mustefa Barzanî û hevalbendên wî bi daxweza serekwezîrê Îraqê Ebdil Kerîm Qasim vegerîyane welêt, li wir wek mêrxasên netewî pêşwazîya li wan kirin. Desthilata nû soz da qedirê mafên gelê kurd bigirin. Lê wek ku gelek caran berê qewimîbûn, piştî hemû soz û peymanan înkar kirin ku otonomîyê bidine kurdan. Pêla nû ya şovînîzma ereban hêvîyên kurdan kirin xeyal, rewşa ne aram carek din vegerîya herêmê, kurd wek ku bawerî bi desthilata merkezî ya qiralîyetê ne dianîn, bi wî awahî jî bawerî bi desthilata nû ne dianîn. Bexda hewil da bi destî zorê meşên kurdan yên nerazîbûnê di îlona sala 1961ê da têk bibin, di nava xwînê da bimewicînin, lê Serhildana Îlonê li tevaya Kurdistana Îraqê belav bû û bi hinek navbirîyan va ew serhildan heta sala 1975an dom kir. ”Demokratî ji bo îraqê – otonomî bo Kurdistanê!” – ha bû bangawazîya kurdên serhildêr. Hema di sala pêşin da yekîneyên Mustefa Barzanî tevaya beşa çiyayî ya Kurdistana Îraqê bi jimara binecîyên xwe va zêdeyî mîlyonek 200 hezar kesan va kire bin kontrola xwe. Navê Kurdistana Azad li wê herêmê kirin.

Ji sala 1963an li Bexdayê pey hev derbeyên leşkerî û nasyonalîstî pêk hatin, kurdan xwe li paytextê formal ji bûyeran dane paş, ango tevî wan nebûn – bo wan a sereke ew bû, ku çek di destan da maf û azadîyên xwe li bakurê welêt biparêzin. Di rastîyê da, hemû desthilatên ereban, ku li Bexdayê dihatine ser hukum, sîyaseta dijî kurdan didane derbazkirin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev