
La Fontaine
Lêanîn: Memê Miksî
Lehiyek ecêb û hir
Ji çiyê hat bi gurgur
Tiştek wiha ezamet
Kesekî nedîbû qet
Ji ber wan pêl û mewcan
Xilas nedibûn tu can
Ewê terr û hişk bi tev
Yekawir didane hev
Li hember nebû tu hêz
Bibite tikil û nêz
Gundî mîna mûriyan
Tev ji ber direviyan
Lê tenê kesek rêwî
Hin diz ketbûn li pey wî
Ca ku xilas be ji wan
Da avê wî bêguman
Bi hêstira şeş salî
Derbaz bû çû wî alî
Mêrik pê hesa hingav
Bes ji gurmegurm e av
Dengek bixof lê vala
Ketiye wan newala
Vê serketina bê şik
Zêde zirrav da mêrik
Rabû çû dîsa bi zû
Dizan jî da pey ji nû
Vêca piştî demekê
Hat bi rastê çemekê
Ev çem hêmin bû bêdeng
Ne gujguj bû ne aheng
Mêrik zen dikir wisan
Dê derbaz be bi hêsan
Xwe ji dizan kir xilas
Lê ne bişans bû ew qas
Çemî ew ber xwe birin
Fetisîn her du mirin
Belesebeb pêşiyan
Ev yek nekirin beyan:
“Xwe biparêze daim
Ji wî kesê milahim
“Ne ji ava xuşexuş
Dûr be ji ya mişemiş.”
Riataza