Pirsa we û bersiva me – 222

Pirsa we û bersiva me – 222

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 28

 

1.

Kenan, Fatê bi Elî re dibîne. Dermanca xwe ji ber xwe derdixe û dibêje Elî: 

-Madem tu Fatê dixwaze, were weke mêra wê ji min bistîne. Ez te vedixwînim duşerkîyê/dueloyê. 

Elî ev şertê Kenan qebûl kirîye û ji ber duşerkîyê herdû bi hev re diçin odeya teniştê û derî li ber xwe digirin. Kenan di guhê Elî de bi dengnizmî dibêje:  

– Pêwist nake ku kesek bimire. Em herdû berbi ezman de cerculek vala bikin. Pişt re em xwe weke mirîyan bavêjin erdê. Fatê pêşî berê xwe bide kê ji me, bila Fatê ji wî re be. 

Bi vî awayî herdû dikevin odê û berê dermancên xwe ber bi ezmankî ve diteqînin. Fatê dema teqîna dermancên wan dibihîze, bi bez derî vedike û dibîne ku Kenan û Elî li erdê dirêjkirîne. Berê xwe dide derve û bang dike: 

– Cemalo, evîndarê min;  tu kare derkeve, herdû mirin.

 

2.

Şêlînkerek dikeve bankê û berê sîlaha xwe dide karmendê kasaya peran û peran teva dike kîsê xwe de û dema berê xwe dide derve, dibîne ku mêrikek li tenişta wî ye. Jê dipirse: Te ez dîtim?  

Mêrik ji kelecanê dibêje: Belê min tu dît. Şêlînker dermanca xwe dike cênîka wî de û wî dikuje. 

Şêlînker dema di derkeve di devê dêrî de liqayî jin û mêrekî tê.  

Şêlînker ji mêrik dipirse: Te ez dîtim? 

Mêrik: Welah min qet tiştek nedî, lê bawer dikim ku jina min tu dîtî.

 

3.

Dema textor li odeyên tîmarxanê/dînxaneyê digerîya, dibîne ku nexweşek nameyekê dinivîse. 

Textorê derûnî: Qewet be ji te re, tu çi dinivîse? 

– Nameyek dinivîsim. 

– Baş e, tu ji kê re dinivîse? 

– Ji xwe re. 

– Baş e te di nameyê de çi nivîsîye? 

– Textor efendî, tu dînî? Min name nestandîye heta ez zanibim bê di nameyê de çi dinivîse.

 

4.

Ji Hemo re diçin ku jinekê bixwazin. Piştî ku bavê Hemo keçikê dixwaze, bavê keçikê dipirse: 

– Gelo; cixare, eraq û qumara kurê we heye? 

Bavê Hemo: Keko hemû hene, bes jin jê kême em hatine wê jî bibin û kêmasîyên Hemo temam bikin.

 

5.

Jina kesekî çikûs dimire. Ew jî telefonê dide ajanseke reklama rojnameyê ku wefata jina xwe bide dîyarkirin.  

Dibêje: ”Emo mir rahmeta Xwedê lê be.” 

Xwedîyê ajansa reklamê dibêje: Mamo gelekî kin çê bû, tu dikare 3 peyvan lê zêde bike bi eynî pereyî ye. 

Piştî ku mêrikê çikûs ji bihayê wê îlanê emîn dibe, 3 peyvan li îlana xwe zêde dike. 

”TREMBÊLEK FIROTINÊ HEYE”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev