Serxweşîya Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed

Serxweşîya Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed

Ji Gulistana me gulek çilmisî

Mirov dibêje qey Kekê Abit çûna xwe hîs kiribû,

di nava meha dawî da him berhemeke xwe ya bêhempa li Kitêbxaneya Kurdî

a Stockholmê da nasîn, him jî bû endamê Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed.

Em li jêr peyama birêz Abit Gürsesê ber dilê me hemûyan ezîz raberî we dikin,

ku wî berî çend rojan ji Seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed

Nesrîn Rojkan xanimê ra şandibû:

 

Nameya dawî ji kekê min Abit Gürses

Nesrîn Rojkan, seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed

 

Gellek spas Nesrîna hêja.

Eger endametiya min bê qebulkirin, tu dè bibî seroka min.

Ezê îhtîrama Seroka xwe bigrim.

Lê divê seroka min jî ne silik be!

Divê seroka min kursiya xwe dagire.

Divê seroka min ne qurretiyan bike, ne jî xwe biçûk bibîne.

Ev denge pirr hessas e. Cara pêşî jineke Kurd dibe Seroka klûba zilaman!

Ez wek birayê te yê mezin dipeyivim. Ez carkî tenê bi vî awayî xwûşka xwe re dipeyivim.

Bawer bike ne ez mihtacê endametiya Yekitiyekê me, ne jî tu mihtacê serokatiyê ye.

Ez dixwazim Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swedê bibe rêxistineke xwedî giranî, dema tiştekî biqewime bi çend beyana yan çend têkiliyan xwe bighînin daîre û meqamên xwedî giranî.

Ez zêde serê te neêşînim, xwe weka rêwîyeke ku li benda otobusekê be, nebîne.

Divê tu gorî serokatiya Yekîtîya Nivîskaran derkevî!

Divê di vê perioda ku tu serokatiya Yekîtiyê dikî bi her awayî serkeftî be.

Ez xelkê dî nizanim lê ez dibêjim gava tiştek lazim be tu dikarî kek M. Eli re bipeyivî, ez li gor rewşa nexwaşiyê dîsa te tenê nahêlim.

Gellek ji wan endaman te weka xwûşka biçûk dibînin, divê tu bidî nîşandan ka xwûşka biçûk çend zîrek e…

Di xêr û xweşiyê de bimînî.

Bi hêvîya serkeftinan, hemšeriya min a delal.

Her du çavên xwûşka xwe ya hêja û delal maç dikim.

 

Komîtêya Karger ya Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed û hemû endamên wê bi dilekî kovan serxweşîyê didine malbeta Abitê ezîz, hezkirîyên wî, hemû kesên ku ji wî û berhemên wî hez dikirin û qîmetekî mezin didanê.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev