DÊWÊN HEFTSERÎ

DÊWÊN HEFTSERÎ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkoler

 

Di çîrokên Folklora Kurdî de gelek dêw hene û hertim bi lehengê çîrokê re şer dikin.

Dêwên jin hene û yên mêr hene.

 

Gelek ji dêwan duserî ne, lê dêwên mê hertim heftserî ne û hertim jî heft kurên wan ên yekserî hene.

 

Mala dêwan şkeft e û li navsera çiyayekî ye. Herweha herêmeke çiyayî tevek arinzî malê dêwekî ye. Kar û îşê dêwan, nêçîr e. Dêw naçin nava aqarên hevdûdu û nêçîr nakin. Dema ku dêwek bi şaşî yan bi qestî diçe nava aqarê dêwekî din, şer dest pê dike û hevûdu dikujin.

 

Di şkeftekê de yan dêweke heftserî digel heft lawên xwe yên yekserî hene, yan heft dêwên birayên hevûdu hene ku bi hev re di şkeftekê de dijîn, yan jî dêwekî tenê heye ku di şkeftekê de bi tena serê xwe dijî.

 

Eger dêwekî mêr tenê be, tu kes pê nikare. Lehengê Çîroka Kurdî jî bi şer pê nikare. Lê lehengî diçe digerre da rihê wî dêwî bibîne û bikuje. Rihê wî dêwî jî, sê kurmik in û li pişta Çiyayê Qaf di qutîkekê de ne, qutîk jî di zikê heywaneke kovî de ye. Bi piranî jî ew heywan xezalek e. Rengê wan kurmikan jî bi piranî weha ye: Yek reş e, yek sor e û yek jî spî ye.

 

Gava lehengê çîrokê çend seriyên dêwa heftserî bi şûr jê dike jî, dêw namire. Ji bo mirina wê, divê yan her heft serîyên wê bêne jêkirin an jî hersê kurmikên ku rihê wê ne bêtin kuştin, hingê dimire. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev