Pîtirê kamerûnî û Erîka ya firansî mêvanên min bûn

Pîtirê kamerûnî û Erîka ya firansî mêvanên min bûn

Welat Agirî

Saet yanzdê sibê bû. Min di mitbaxê da dest bi amadekirina taştê kiribû. Wê rojê du mêvanên min jî hebûn. Pîtirê kamerûnî û Erîka ya firansî li balkonê li benda taştê bûn. Min tas û tebaxên xwe li ser masê hazir kirin, Pîtir got:

– Ristem tu çi dibêjî, gelo wê bişibe alîyê me yan alîyê Erîka yê?

Çavên min li ser porê kurişkî û çermê qemerî û diranên wî ên sedefî çend fetl dane xwe:

– Ka tu bêje Pîtiro, dixwazî bişibe alîyê reşikan an spîyan?

Hinekî fikirî, çavek hûr, yek gir kir, li çavên Erîkayê ên şîn, porê zêrîn, sûretê çîl û qerqaş mêzand, got:

– De vir û derew ne gorî min in, hema bişibe xalanê xwe wê baştir be.

Erîka di ber xwe da bişirî, kenek li ser lêvên wê bûn, lê meriv pê dernedixist ka kenê evînê ye yan yê serfirazîyê ye? Got:

– A de Ristem tu were birayê xwe binhêre ka behsa çi dike mehrûmo! De bira sax silamet were dinyayê, hema xalana jî here dibe, apana jî here dibe, qet xem nîn e.

Em hê jî di xeberdana reng û rûçikê zarokê da bûn, mesajek ji min ra hat. Peyam ji telefûna cîya min hatibû şandin. Rismek bû, rismê keçikeke bîst û du, bîst û sê salî. Pişta ra jî peyameke nivîskî:

– Kekê Ristem merheba. Ez im, Sefo. Meta min niha li cem min e, dibêje ka bira Ristem vê qîzikê binhêre, heke vê jî nexwaze, ez ê devê heftê û heft….

Min hinekî din jî resim mezin kir, germahîyekê ez dame ber xwe. Ji zû va ye, ev dilê min ê cemidî evqas germ nebûbû. Lê vê germahîya dil û hinavan jî zêde nekişand. Ev qîzika di resim da, hebe hebe bîst û çend salî ye, lê ez? Bêhemdî çav çûn û li serçoka min aliqîn. Xwûdanê laşê min da ber xwe, lê serçoka min dicemidî, lerzê girtibû, diricifî…

Erîkayê dît, ku ew kêfxweşîya min a çend xulek berê nemaye. Bi awayê çavan, îşaretek da Pîtir û bi desmala destê xwe devê xwe paqij kir:

– Ristem tu baş î ne? Meriv dibê qey xebereke nebixêr ji te ra hatîye.

– Na Erîka na, belê mesajek ji welêt hat, lê tiştekî xirab tune.

– Ê de baş e, bira tiştekî xirab nebe hema. Lê, lê çoka te, lingê te ? Yanî, yanî wek berê êş û azar zêde nîn e, ne wisa?

Destê min hê jî serçoka min bû. Di wê germa havînê da, dicemidî, diricifî.

– Hemû birînên bedenî qalik digrin Erîka, rojek tê ku qalikê xwe jî davêjin, pak dibin, qenc dibin, belê birîn qenc dibin.

– Rast dibêjî Ristem, wext dermanê her cure birînan e, Pîtir got û serê xwe berjêr kir. Meriv zanibû, ku gunê xwe bi min tîne.

Piştî taştê, min ji Sefo ra mesajek şand :

– Bêje cîya min, bira telefûna wê keçikê ji min ra bişîne!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev