Hemze Begê Miksî “1892 – 1958”

Hemze Begê Miksî “1892 – 1958”

Hezar dilovanî li giyanê wî be

Konê Reş

Siyasetmedar, Nivîskar, Wergêr, Rojnamevan, Weşanger û Mamoste bû di têkoşîna Kurdistanê de xebatkarekî dijwar bû.

Hemze Begê Miksî di 1892an de li bajarokê Miksê yê navçeya Westan ya Wanê ji dayik bûye.

Hemze Begê Miksî li Miksê Dibistan/Medreseya Mîr Hesenê Velî û paşê jî li Dibistan/Medreseya Horhorê li Wanê xwendina xwe berdewam kiriye.

Di dibistana Horhorê da zimanê xwendinê Kurdî bû.

Hemze Beg piştî xwendina xwe ya Wanê, ji Zanîngeha Dar’ül Fünun-Stenbolê (Niha dibêjin Zanîngeha Stembolê) Ziman û Wêjeya Farisî û Medreset’ül Vaiz derçû bû.

Wî di sala 1918an de li dibistana seretayî li Üsküdar, Stenbolê dest bi mamostetiyê kiriye.

Hemze Begê Miksî bû endamê gelek rêxistinên kurdan ên wê demê li Stenbolê hatine damezrandin.

Di heman demê de ew di nav Civata Tealî ya Kurdistanê de çalak dixebite. Ew her weha di nav damezrênerên Civaka Xwendekar-Hêvî ya Kurd de ye, ku di 9ê Tebaxa 1912-an de hate damezrandin.

Kovara Rojî Kurd di 6ê pûşperê sala 1913an de, bi rêberiya Hemze Begê Miksî dest bi weşana xwe kir ta 30yê tebaxa 1913an dewam kir.

Hemze Begê Miksî li şûna vê kovarê di 5ê mijdarê sala 1913an de Hetawî Kurd diweşîne. Kovar di ragihandina xebata civakê de ji raya giştî re weşanek bi bandor bû.

Kovara “Jîn” di sala 1918 an de li Stenbolê dest bi weşanê kir. Hemze Begê Miksî damezrêner û rêvebirê berpirsiyar ê Kovara “Jîn” bû. Her çend jiyana weşana wê salek dom kir, lê bandorek mezin hêla.

Hemze Beg di 25ê Nîsanê 1919 -an de, bi Adalet Xanim, xwişka hevalê xwe yê zanîngehê Prof Ali Nihat Tarlan re dizewice.

Di nameyekê de ji jina xwe re nivîsand; “Ez Kurd im, min her tişt ji bo Kurdperweriyê û ji bo Kurdan feda kiriye û dikim, min xwe li ber karên pir dijwar dît”.

Tê gotin di sala 1919an da li Stenbolê wî çapa kurdî ya berhema Mem û Zîn çêkir û pêşgotin nivîsî.

Pêşgotin, ku tê de behsa aliyê xwe yê zanistî û neteweyî dike, belgeyeke dîrokî ye.

Bi vî awayî, yekem car, pirtûk bi tîpên kevin hat weşandin. Pêşgotina kurdî ya ku wî ji Mem û Zînê re nivîsandiye di kovarê de hatiye weşandin. Çapkirina vê pirtûkê û manîfestoya neteweyî ya ku wî nivîsandiye di tevahiya jiyana xwe de li pey wî çûye. Ew ji ber vê pêşgotinê, herî dawî piştî serhildana 1925 -an, wekî sedema wê pêşgotinê çend caran hate darizandin, zindan kirin û sirgûn kirin. Piştî mirina wî jî, ev pêşgotin li wî geriya.

Hemze Begê Miksî ji bo serhildana Koçgirî bi Elîşer Beg û Dr. Nûrî Dêrsimî re dicive û ser organîzekirina Serhildana Koçgirîyê de axifîne.

Ji ber çalakiyên Hemze Begê Miksî yên Kurdî û Pêşgotina Mem û Zînê 10 sal ceza lê hat birîn.

Hemze Begê Miksî, di sala 1928an de bi efûya giştî ji girtîgeha Kastamonu derdikeve, demekê li Misir û Lubnanê ma, paşê çû Başûrêrojavayê Kurdistanê.

Piştî ku li Sûriyê bi Bedirxanî û Xoybûn re têkilî danî, wî bi Mîr Celadet Elî ra alfabeya kurdî ya latînî amade kirin.

Her weha ew rêxistinên cihêreng ên civaka sivîl jî ava dike û rolek çalak digire.

Di 1930an de, ew hat sirgûn kirin Şamê ji bo ku wî û hevalên wï ji navçeyên sînorî ji aliyê Fransa, weka ku Tirkiyê ji Fransa xwest, derxînin. Ew mecbûr dimîne ku li Şamê bimîne.

Paşê li Rojavayê mamostetî kir. Ew di nav weşangerên kovara Hawarê de bû. Wî dersên kurdî dida zarokan. Wî tim zext li malbatan dikir ku rê bidin zarokên Kurd ku beşdarî perwerdeyê bibin.

Dema ku li Rojava mamostetî dikir, wî her wiha kovarên Hawarê yên ku dihatin wir li herêma Cizîrê belav dikir.

Di sala 1932’an de Hemze Begê Miksî, Apo Osman Sebrî gel rewşenbîrên Kurd yên dî, “Civata alîkariyê ji bona belengazên Kurd li binxetê ava kir.”

Hemze Begê Miksî di hemû çalakî û rêxistinên kurdan de yan endamekî damezrêner bû yan jî endamekî çalak bû.

Li her cihê ku diçû, ji ber van çalakiyan ji aliyê îstîxbarata Osmanî û paşê Komara Tirkiye ve dihat şopandin û zordestî lê dihat kirin.

Heya mirina xwe, di astên cihê de wekî mamoste û rêvebir xebitî.

Karê wî yê dawî rêxistina Xoybûnê bû.

Hemzê Begê Miksî di 5ê nîsanê sala 1958an de, li bajarê Hesîçayê, li mala xwe çû ser dilovanîya Xwedê.

Li ser daxwaza wî, ew li gora welatparêzên kurd li gundê Dugirê hat veşartin.

Kevirê gora wî ji aliyê helbestvanê navdar ê Kurd Hejar Mukiryanî ve hatiye nivîsandin.

Dema ku Hejar li surgûnê li Sûrîyeyê bû, wî helbestek li serê gora Hemze Begê Miksî nivîsî û agahiya nasnameya wî û dîroka mirina wî li ser kevirê gorê li binî nivîsiye.

Hemze Begê Miksî rewşenbîrekî kurd ê girîng bû ku di nav kurdan de zêde nedihat nasîn û zêde agahiya wan jê tune bû. Bi gotineke din, qîmeta rastîn a ku îro di nav gelê Kurd de heye jê re nehatiye dayîn.

Hejarê Mukiryanî ev nivîsandin li ser kêla ber serê wî nivîsand:

 

Mamoste Hemza beg

Rehberê fidakar!

Pir kes ji xew te kirine hişyar

Raze bi xoşî bes menale

Peyman elê me ew hewale

Rojî ku welat bijî bibînim

Ez mijde bi xo bo te bînim

 

15 ê Remezana 1377 Koçî

05/04/1958 Zayînî

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev