”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 62

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 62

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Dîroka Kurdistana Îraqê ya here nû”. Em îro beşa wê a duduyan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

S. M. Îvanov

Dîroka Kurdistana Îraqê ya here nû -2

Lê di dawîya salên 60î yên sedsala XXî serketinên leşkerî yên pêşmergeyên kurd ewqas ciddî bûn, ku desthilata merkezî mecbûr bû bi kurdan ra hevraxeberdanên rû bi rû bidine derbazkirin. Di encama wan hevraxeberdanan da sala 1970î Deklarasyona (daxûyanîya) derheqa wê yekê da hate îmzekirin, ku otonomîyê bidine Kurdistana Îraqê. Di wê da dihate gotinê, ku gerekê di nava çar salan da herêma kurdan ya otonom bê avakirin, zimanê kurdî wê bi fermî bê naskirin, wê mecala niştecîyên herêmê hebe bi zimanê dayîkê bixwînin, kurdan bo wergirtina postên bilind di dayîreyên dewletê û li leşkerîya artêşa welêt da mafên bi ereban ra wekehev sitendin. Heta maf dane kurdan li ser axa otonomîyê bi xwe qeyde û qanûnan biparêzin, soz dane kurdan ku di Parlamentoya Îraqê da, herwiha di hukumeta welêt da, wê kurd gorî jimara xwe bêne hilbijartin, di postên bilind da kar bikin.

Lê gorî Qanûna derheqa otonomîya Kurdistanê da ya 11ê adarê sala 1974an du parêzgeh, ku kurd ji dem û dewranên kevinare li ser axa wan diman, neketine nava sînorên herêma kurdan ya otonom: ew herêmên Kerkukê û Şengalê yên bi kanên neftê va pir dewlemend bûn. Lema jî kurdan ew Qanûn nas ne kirin.

Lê dîsa jî li ser axa sê parêzgehên welêt yên bakur (Dihok, Suleymanî û Hewlêr) herêma otonom a Kurdistanê hate îlankirinê, li wir organên herêmî yên xwerêvebirinê hatine damezirandin û dest bi xebata pêşxistina herêmê di hêla sosîal-aborî da kirin. Paytextê herêmê bajarê Hewlêrê hate hilbijartinê.

Wek ku berê qewimî bû, careke din rê li ber wê pêvajoyê hate girtin. Sala 1975an desthilata Îraqê bi Îranê ra peymana aşîtîyê girêda – û bi wê yekê careke din hate  îzbat bû, ku peyman û hevraxeberdanên bi kurdan ra tiştên vala ne. Bexdayê hêzên leşkerî xurttir kir. 1ê hezîranê sala 1975an Celal Telebanî partîyake nû damezirand – Yekîtîya Niştimanî Kurdistan (YNK), ya ku perçebûneke mezin xiste nava tevgera kurdan ya miletîyê. Di salên 1976 – 1991ê da YNKê dijî desthilata Seddam Huseyn dest bi şerê partîzanîyê kir. Mustefa Barzanî mecbûr bû bi hevalbendên xwe ra tevayî careke din berê xwe bide Îranê. Piştî nexweşîya giran û demdirêj Mustefa Barzanî sala 1979an li xerîbîyê, li DAY wefat bû, û lawên wî – Mesud Barzanî û Îdrîs Barzanî karê wî berdewam kirin. Mesud bi pirsên sîyasî va mijûl dibû, lê Îdrîs bi pirsên leşkerî va.

Li Kongreya XIX ya Partîya Demokratîyê ya Kurdistanê di adara sala 1979an da Mesud Barzanî hilbijartin wek serokê partîyê. Ewî hewil da ji rêberê Îranê yê nû ayatollah Xumeynî piştgirî bistîne: serokatîya kurdan, wek dibêjin, ketibû orta du keviran. Heta niha jî desteyên kurdan yên çekdar tên binavkirinê wek “Pêşmerge”, ku tê maneya “kesên ku li rûyê mirinê dinêrin” û ew şerê man û nemanê, şerê giran û bi rûmet bi leşkerên desthilata Îraqê ra dikin. Di wan salan da şervanên kurdan çend deverên nêzîkî sînorê Îraqê-Îranê kontrol dikirin. Lê dema di sala 1988an da di navbera Îranê û Îraqê da peymana aşîtîyê hate girêdan, alîgirên Mustefa Barzanî êdî ji piştgirîkirina Îranê bêpar man û ji alîyê desthilata Seddam Huseyn da (serokkomarê Îraqê di salên 1979 – 2003 an da) pêrgî zordestîyên nebînayî û nemirovane bûn. Seddam Huseyn di dema dawî ya şerê bi Îranê ra, di salên 1987-1988an da, destbi wa gotî “paqijkirina” Kurdistanê kir – ew bi navê opêrasyona “Enfal” kete nava dîrokê. 182 hezar kurd hatine kuştin, 700 hezar jî ji Kurdistanê hatine raqetandin, sirgûnkirin, berê wan dane warên qûmistan, çol û beyaran. Ji 5.000 warên jîyînê li Kurdistanê 4.500 hatine wêrankirin, şewitandin, ew der bû kavil û kelefe. Gund û warên jîyînê yên biçûk bi bûldozêran wêran dikirin, baxçe û daristan ji kokê va radikirin, bîrên avê bi bêtonê digirtin, bajarê Qela-Diza (herêma Xaneqînê) tam ji rûbarê dinyayê hate rakirin. Bi sedan hezaran kurd revîne Tirkîyê, Îranê, navçeyên çiyayî yên Îraqê, ku rê-pêge lê ne diketin. Sala 1988an desthilata Îraqê di hindava kurdan da çeka kîmyayê bi kar anî, weke pênc hezar niştecîyên sivîl yên Helebçeyê bi êrîşên gaza jehrî şehîd bûn. Bexdayê biryar kiribû tam ji heq û hesabên kurdan bê der, bi dehan hezaran malbetên ereban ji deverên Îraqê yên merkezî û başûr cîguhastî wan navçeyan kirin, ku ji kurdan hatibûn “paqijkirin”. Ew dihate binavkirin wek “bernameya erebkirinê”. “Emê kurdan wek kûçikan qir bikin”, – kurapê Seddam Huseyn Elî Hesen el-Mecîd, ku qumandarê opêrasyona bi navê “Enfal” bû, got. Di paşdemê da bona wê yekê naznavê “Elî Kîmyewî” li El-Mecîd kirin, ku destûra êrîşa kîmyewî ya li ser Helebçeyê da. Opêrasyona ”Enfal” rûpela here bedbext e di dîroka gelê kurd da. Ew qirkirina miletekî bû û hate naskirin wek çalakîyeke gelkujîyê, lê Elî Kîmyewî sala 2010an, piştî rûxîna desthilata Seddam, li Bexdayê hate dardakirin.

 

Piştî ku leşkerên Seddam Huseyn sala 1990î ketine Kuweytê, partîyayên kurdan di nava xwe da yekîtî çê kirin û di Enîya Neteweyî ya Kurdistana Îraqê da bûne yek. Hevpeymana Navnetewî ji Seddam xwest dest ji Kuweytê bikişîne, lê paşê dijî Bexdayê dest bi opêrasyona leşkerî bû.

 

Şerê li Kendava Farizistanê, derbên Hevpeymana navnetewî yên ser artêşa Seddam hêvî kirine dilê kurdan, têkçûna Seddam Huseyn bû sebebê wê yekê, ku hêzên wî li bakurê welêt jî ji hal ketin, kurdan dest bi serhildaneke nû kirin. Êdî ji 20ê adarê sala 1991ê pêşmerge tevaya Kurdistana Îraqê kirin bin kontrola xwe. Lê Seddam Huseyn fêm kir, ku gerekê di wextê xwe da teslîm be û peymana aşîtîyê bi kurdan ra girêda, leşkerên xwe ji wê axê derxist. Lê leşkerên cerdevan yên artêşa komarê şandine bakurê welêt bo dijî kurdan şer bikin. Kurd qet ne li benda êrîşeke wisa bûn. 3ê nîsanê leşkerên desthilatê Suleymanî zevt kirin, piştî wê Seddam Huseyn bi fermî îlan kir, ku “serhildana kurdan hatîye têkbirin”. Bi sedan hezaran penaberên kurd bona xwe ji zordestîyên desthilata Bexdayê xilaz bikin, berê xwe dane ber bi sînorên Tirkîyê û Îranê. Opêrasyona “Enfal” di bîra her kesî da mabû, û tu kes ji artêşa Îraqê ne li benda tiştekî qenc bûn, zanibûn ku xêr jê nayê.

Encumena Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî dît ku li bakurê Îraqê bedbextîya hûmanîtarîyê dikare biqewime, 5ê nîsanê sala 1991ê beyannameya № 688 qebûl kir. DAY, Brîtanîya Mezin û Fransa ji Seddam Huseyn xwestin ji sê parêzgehên kurdan derkeve, axa Îraqê ya ji paralela 36an ber bi bakur îlan kirin wek ”devera bo firîna balafiran qedexe” û leşkerên xwe kirine wir. Gvardîya Seddam ya komarîyê bêy piştgirîkirina ji hewayê ma. Di cotmeha sala 1991ê da leşkerên desthilatê û hemû nûnerên desthilata merkezî tam ji herêma kurdan hatine derxistin. Di encamê da li ser wê axê hema bêje dewleteke kurdan ya serbixwe ya di bin mandata NY – Kurdistana Azad saz bû. ”Qada ewlehîyê” kurdên Îraqê ji kokbirkirinê û gelkujîyê û pêla zordestîyên nû ji alîyê desthilata Seddam Huseyn da diparast. Li ser axa Bakurê Îraqê dest pê kirin organên desthilatê yên herêmî ava kirin. Herêm kete ser riya aramîyê û ewlehîyê.

Lê serbestîya kurdên Îraqê ji Bexdayê bi tu awahî pirsgirêkên paşketina herêmê ya sedan salan çareser nedikir: Kurdistana Îraqê wek berê di nava dorpêçkirinê da bû û ew sanksyonên ku Meclîsa ewlehîyê ya NY danîbû ser tevaya Îraqê, herwiha li ser Kurdistana Îraqê jî bû. Di rastîyê da, herêma kurdan ji sala 1991ê heta sala 2003an dijberê Bexdayê bû û nîv serbixwe bû jî, lê dîsa jî di hêla bazirganî-aborî da di nava dorgirtinê da bû. Dewletên cînar (Tirkîye, Sûrîye û Îran) wekehev ramana otonomîya kurdan bi dilekî xemgîn qebûl dikirin. Lê Îran û Sûrîya hebûna leşkerên DAY û welatên Roavayê yên din li bakurê Îraqê wek gefên li ser berjewendîyên xwe yên netewî didîtin.

Çi jî hebe, di dema wa gotî nîvserxwebûna kurdên Îraqê da, ya ji sala 1991ê heta sala 2003an, ew herêm her pêşda çû. Dest pê kirin gund û bajar, dibistan, nexweşxaneyên wêrankirî careke din çêkirin, rêyên hilweşîyayî teze kirin. Gelek penaberên ji warên xwe çûbûn, dest pê kirin vegerîyane warên xwe. Kurdan bi awayekî serketî karê tundurustkirina sîstêmên êlêktrîkîyê û avê pêk anîn, derxistina neftê bona niştecîyên herêmê hate organîzekirin, karxaneya mehsûletên neftê hate çêkirin, karxaneyên çîmêntoyê û cixareyê careke din hatine avakirin, karxaneyên nû yên derxistina ava medenîyê û kincdirûnê hatin çêkirin, derxistina xwêyê carek din berdewam bû û h.w.d. Kanalên kevnar û pergala avdana deşt û zevîyan temîr kirin, yên nû çêkirin, karê çandinîyê jî vejîya: dîsa nan çandin, zebeş û gundor şîn bûn. Çêkirin û tezekirina riyan û vekirina gumrukan li ser sînorê welêt bi Sûrîyê, Tirkîyê, Îranê ra karê bazirganîyê û tucarîyê germ û geş kirin. Bernameyên civakî bûne serbilindîya kurdên Îraqê: baxçên zarokan û dibistan dergehên xwe careke din ber zarokan vekirin, Zanîngehên Hewlêrê, Suleymanîyê û Dihokê karê xwe meşandin, pergala tenduristîya herêmê hate sererastkirin, hejmara klînîk û nexweşxaneyan zêde bû. Çanda herêmê gulveda: çend kanalên têlêvîzyonên kurdî hatine vekirin, belavkirinên radyoyê hatine weşandin, kovar û rojnameyên bi zimanên kurdî û erebî hatine çapkirin, di weşanxaneyên Hewlêrê û Suleymanîyê da pirtûkên helbestvan û nivîskarên kurd hatine çapkirin. Karê Înternetê ya bi zimanê kurdî pir serketî meşîya: bi sedan malperên bi zimanê kurdî dîyar bûn, ew jî ji pêşketina tora civakî ya îroyîn gelek salan berê. Di Zanîngehên kurdan da tu xwendkarek ji xizmetên Înternetê bê par nema. Kurd nîşanî cihanê kirin, ku civakeke azad û vekirî ava dikin.

 

Lê xetera here mezin bo xweserîya kurdan heta vê gavê jî ji Bexdayê tê. Seddam Huseyn li ser sînorên herêma kurdan bi jimareke mezin leşker bi cî kiribû.

 

Di payîza sala 2002an da DAY destbi amadekarîya şerê nû dijî Seddam kir. Li ser axa Kurdistana Îraqê stasyonên radyoradaran hatine bicîkirin, ji wir dijî hêzên Îraqê yên çekdar opêrasyonên rêçgerîyê-casûsîyê dihatine pêkanîn. Kurd ditirsîyan, ku eger şerekî mezin biqewime, artêşa Îraqê dikare derbên xedar bigihîne bajarên kurdan jî. Lê dîsa jî gotin, ku ew amade ne bo piştgirîkirina DAY û hevalbendên wan desteyên şervanan (heta 150 hezar leşkerên pêşmerge) amade bikin.

Gava di adara sala 2003an da dest bi opêrasyona dijî desthilata Seddam Huseyn bû, desteyên kurdan yên şervanîyê – pêşmerge, tevî parleşkerên Amêrîkayê kontrola tevaya axa bakurê Îraqê xistine bin hukumê xwe – bajarên Mûsilê û Kerkukê bi navçeyên xwe va. Hilweşîna desthilata Beesîyan ya di dema Seddam da bû bûyereke giring di dîroka tevgera azadîyê ya kurdên Îraqê da. Ew otonomîya ku kurdan berî çend salan bi dest xistibûn, êdî dikaribû bi awayekî nû di Îraqa teze da bihata qeydkirinê. Ji hemûyan giringtir ew bû, ku pirsa derheqa statûya sazûmana herêmî ya nû çareser bikin. Serekên kurdên Îraqê pêşnîyar kirin berî her tiştî hukumeta Îraqê a merkezî a nû ava bikin. Diviyabû ku ew berpirsyarîya karên darayî, sîyaseta derva, hêzên çekdar hildin ser xwe, zexîreyên binerd yên giring (neft, av û h.w.d.) kontrol bikin. DAY gerekê bibûya kefîldara (garantora) veguherînên nû – û kurd bi hêvî bûn, ku Amerîkî wê nehêlin Tirkîye, Îran, Sûrîye û dewletên biyanî yên din tevî kar û barên hundur yên Îraqê û Kurdistana Îraqê bibin. Dihate çaverêkirin, ku herêmên Îraqê yên dinê jî wê wek kurdan herêmên xwe yên otonom an jî federal saz bikin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev