Memdûh Selîm Begê Wanî “1897 – 1976”

Memdûh Selîm Begê Wanî “1897 – 1976”

Konê Reş

Ji pêşengên dîplomatên Kurdan e, endazyarê avakirina pêwendiya ye di navbera Kurdan û Ermeniyan de û Hîmdarê damezirandina Komela Xoybûnê ye.

Memdûh Selîm Beg ji Wanê ye, kurê Cemîl Tewfîq Begê ye. Di hin cihan de jî navê wî Memdûh Cemîl Begê Selîm hatiye nivîsandin, hem jî bi navê Eskender Begê hatiye naskirin, ev navê wî yê veşartî bû.

Memdûh Selîm Beg, di sala 1897 an de li bajarê Wanê jidayik bûye, xwendina destpêkê li Wanê û ya bilind li Stenbolê di felsefeyê û siyasetê de bi dawî aniye û di gel re jî fêrî zimanê Fransî bûye.

Ji encamên dostaniya wî bi ermeniyan re fêrî zimanê Ermenî jî bûye, jixwe zimanê kurdî zimanê axaftina mala wî bû.

Di salên xwendina li Stenbolê beşdarî di damezirandina gelek komeleyên Kurdî de kiriye.

Di sala 1913an de wek kadirekî di kovara Rojî Kurd de cih girtiye.

Di dawiya şerê cihanê de ku wî jî beşdarî têde kiribû, bi welatparêzên Kurdan re li Stenbolê Komela Tealî a Kurdistanê damezirandiye û di sala 1918/1919 an de kovarek bi navê JÎN weşandine. 25 hejmar ji vê kovarê hatine weşandin, ji hejmara yekê ta bîstan berpirsyarê wê Hemze Begê Miksî bû, ji hejmara 21 an heta hejmara dawî (25) Memdûh Selîm Beg bi berpirsyariya wê rabûye.

Kovara JÎN weşana fermî ya rêxistina Komela Tealî Kurdistanê bû.

Di sala 1918/1919 an de Memdûh Selîm Beg di gel Sureya Bedirxan, Arif Mardînî, Nicmedîn Kerkûkî, Abdullah Cewdet sekiniye û komela (Lique Kurde) damezirandine.

Di 20 mijdara sala 1919an de Memdûh Selîm karîbû bi hunera dîplomasiya xwe, raya komeleyên Kurdî (Komela Tealî Kurdistanê, Komela Teşkîlatê Îctîmaiye, Komela Serxwebûna Kurdistanê û yên din), di bin serokatiya Şerîf Paşa de bike yek û Şerîf Paşa wek nûnerê Kurdan bi Nûbar Paşa nûnerê Ermeniyan re beşdar bibe û herdû bi hev re doza mafê netewên xwe bikin. Anku Memdûh Selîm karîbû Kurd û Ermenan li hev bîne, berî ku peymana Sevrê di roja 10.8.1920 an de bê mor kirin.

Di roja 5ê cotmeha sala 1927 an de bi navê Xoybûn rêxistineke nû di mala Vahan Papazyan de tê damezirandin. Memdûh Selîm Beg û Mîr Celadet Bedirxan ji hîmdarên damezirandina Xoybûnê yên sereke bûn.

Memdûh Selîm Beg û Mîr Celadet Bedirxan di dawiya havîna 1930î de, xwe bi şervanên Agirî ve gîhandin. Lê sed mixabin çûna wan jî bê sûde bû. Paş vegera Memdûh Selîm Beg ji Agirîyê dît ku ew keça Çerkez ya ku li Beyrûtê hez jê dikir mêr kiriye. Jana vê hezkirinê pêre dirêj dike.

Memdûh Selîm Beg li Sûriyê, ku hingê di bin desthilata Fransîzan de bû, di wezareta perwerdeyê de mamosteyî kiriye û bi taybet li bajarê Antakiyayê.

Di sala 1936an de piştî ku Antakiya ketiye bin destê Tirkan de li bajarê Deraa û Laziqiyê mamosteyî kiriye, paşê li Şamê niştecî bûye û di eynî wezaretê de bûye mufetişê perwerdeyê.

Di wan salan de jî jinek ji malbata Cezairî ku bi temenê xwe mezin bû ji xwe re aniye û jiyana xwe li Şamê buhurandiye ta ku malnîşî bûye.

Memdûh Selîm Beg, rojên dawî ji jiyana xwe li bajarê Şamê derbas kiriye.

Di sala 1976an de, li Şamê koça dawî kiriye û li taxa Kurdan, di goristana şêx Xalidê Neqişbendî de, li kêleka hevrêyên xebata kurdewariyê Mîr Celadet Bedirxan û Qadrî Can hatiye veşartin

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev