XEWLE YE XEWN • MÎTAN ŞAREZA

XEWLE YE XEWN • MÎTAN ŞAREZA

Berhemek ji Bakurê welatê me, ku ne xewn e

Îro awêneya bindestîya neteweyeke bêdev e Kobanî…

Kobanî ku tu bikevî, ez ê dilê xwe daynim ji hebûna xwe.

bila êdî kesek qala mirovahîyê neke ji min re.

Di dîmenên kînarên gumanan de beliqîye

Heyveroneke tamsar û kevanîyeke hejar

Ji çepilên rojê revandiye

senfonîyên bayên sibeha porkur

û notayên tenûra vemirî

Di pêlên vîzevîzê de

Bila bihewîne zarokatîya min a henûn

di dergûşên pênûsên helbestan de

Îro dilikume di kolanên riswa de

Kûzekûza cewrikên çavdaxkirî ji ciwanîya min re

Û bila çermên nasnameya min

Ji morgên xewnên şeliqî rakin

Bila bibihîze navên paytextên zordarîyê

û navên wan zilamên qelew

ên ku cilên Xwedê li xwe kirî

Kevzdarên peykerên xîretê

Bila tovan biçîne di bêvila kulên me de

û bila çend demên kemilî bêhal bimîne

di reşberfa sirûdên pirtûkan de

Ba bila bi dengê şûrê dîrokê biqîre

Zehferanên ku di meytên min û axê de

Di nava xalîçeya Kurdistana min û we de

Wê cotkarekî dengbêj xweş bibêje navên êşên me

Û ez ê kezeba xwe bibirêjim di xelaya mirovahîyê de

Bila bifetise di kuçeyên qehpikan de

Lewendîyên min ên bêxem

Ji bo ku ez bibim xulamekî rasteqîn

Ku bi bêrên agirperest veşêrim

êşên xwe ên ji karwanê bi xwînê dagirtî

Di dîmenên kînarên gumanan de beliqîye

heyveroneke tehmsar û kevanîyeke hejar

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev