
Seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed Nesrîn xanim
mizgînîyeke xêrê dide me, ku wê her carê xwedayekî Vikingan bi me bide nasîn.
Ji ber ku dîroka Vikingan herwiha bi welatê me – Kurdistanê û
bi miletê me va jî girêdayî ye, emê wana bi dorê çap bikin.
Ezê her carê xwedayekî Vikingî bi we bidim nasîn
Nesrîn Rojkan
Di nav wan xudayên Vikingan de yê herî mezin û herî zana Oden e.
Haya wî ji gelek sirran hene. Wî ji bo zanyariyê çavek xwe feda kiriye û ji bo alfabeya Runî û herweha ji bo hêzê, xwe goriyê xwe bixwe kiriye.
Oden neh roj bi dara cihanî Yggdrasil ve aliqandî maye. Tîrek li aliyek wî ketiye û ji aliye din de derketiye û ew bi giranî birîndar kiriye. Bayek hatiye, li termê wî daye û ew avêtiye erdê ji darê filitandiye.
Neh roj û neh şev tiştek nexwariye, venexwariye. Bi tena serê xwe bi jana birînên xwe ve li wir maye û çiraya jiyana wî hêdî hêdî vemiriye.
Hê bi darê vê aliqandî, serma lê ketibû, diêşî û taya mirinê lê da bû. Hindik mabû ku bimire fedakirina wî bi kêr hat: di şerê xwe yê man û nemanê de li jêr nihêrî û ew dem nivîsên Runî xwe jê re eşkere kirin.
Oden êdî wan didît û ji hêza wan têdigihişt. Ew dem kapa wî jî qetiya û ew bi qêjînî li erdê ket.
Êdî ew yekî efsûnzan bû. Wî êdî dikariya dinyayê jî birêve bibira, dinya êdî ya wî bi xwe bû.
Riataza