Bo bîranîna endamekî “Koma Kurmancî”yê kek Hemîdê Simaîlaxa

Bo bîranîna endamekî “Koma Kurmancî”yê kek Hemîdê Simaîlaxa

Civîna “Koma Kurmancî”yê di 18ê Hezîrana 2022yan da li Mêrdînê destpê kir

Rênas Awdal 

Îro civîna 67an ya ”Kurmancî”yê bi xulekeka bêdengîyê ji bo bîranîna kek Hemîdê Simaîlaxayê rehmetî dest pê kir. Hemîdê Simaîlaxa endamekî “Koma Kurmancî”yê bû ku her ji destpêkê ve heta dawîya jîyana xwe ji bo zimanê xwe bêrawestîyan xebitî. Hezar rêz û silav û gul û gulav li ser gîyanê wî yê pak bin.  Xwedê vî nemirê çand û zimanê kurdî bi dilovanîya xwe şad bike.

Civîn wê heta 25ê hezîranê bidome. Di vê civînê da ev endamên “Koma Kurmancî”yê amade ne:

Têmurê Xelîl (Rewan), Mistefa Aydogan (Mêrdîn), Lezgînê Çalî (Barzan), Mehmûd Lewendî (Qerejdax), Reşo Zîlan (Agirî), Rênas Awdal (Zaxo), Elîşêr (Wan), Emîn Narozî ( Batman), Fadil Omer (Dihok), Eyub Kiran (Qerejdax), Umîd Demîrhan (Bazîd) û Îsmaîl Şahîn (Sêmêl).  

Hin babetên civînê ev in:

  1. Zûgotinok, birêz Ziya Avci 
  2. Peyvên kêmnas, birêz Lezgîn Çalî, Reşo Zîlan, Eyûb Kiran 
  3. Hin navên toponîmî, birêz Fadil Omer 
  4. Peyvên ji ”Nameyek ji Şernaxê”, birêz Mistefa Aydogan 
  5. Gotinên ku bi lêkera ”eve” diqedin, birêz Umîd Demirhan 
  6. Xwarinên devera Behdînanê, Îsmaîl Şahîn 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev