Nizanim kaxizek bû yan rismek bû

Nizanim kaxizek bû yan rismek bû

Welat Agirî

Rojekê Rizganê kurê min, telefûnek kir, got bavo tu niha li kuyî? Min got ez hê li zanîngehê me, saetek şûnda ez ê derbasî malê bim. Xêr bû, te çima pirsî? Got de em ê êvarê li malê xeberdin. Meraqek bi min ra çê bû, lê min got baş e, em ê êvarê xeberdin.

Saet heftê êvarê, Rizgan bi sê hevalên xwe va hatin malê. Silêman û Rastgo ji başûr, Xelîl jî ji kurdekî Rûsyayê bû. Piştî silav û kilavan, Xelîl got, apo rewş ne baş e, him ji alîyê eskerî va, him jî aborî. Bi Xwedê em nikarin wiha di cîyê xwe da bisekinin, divê em tiştekî bikin. Min berçavka xwe hilda, danî ser masê, yek bi yek rûyê wan ê ciwan, bejn û bala wan a ta-rihan mêzand. Erê wek gotina wan bû, rewş ne baş bû, her diçû zor û zilma dijmin zêde dibû, lê ev derdê van xortan ji min ra bibû derman, pêlên serbilindîyê laş û bedena min avêtibûn nav avzêma şabûnê.

Li eyaletên din jî, helbet, xwendekar û xebatkarên kurd ên nas hebûn. Min bi çend zana û giregiran ra jî şêwra xwe kir, gotinên me bûne yek û biryara civînekê derket. Em ê li Nîyorkê bihatana ba hev û me yê bo rojava destê xwe bavêta bêrîka xwe. De ez di nav kurdan da baş tême naskirin, ev destavêtin bi çend qurişan nedibû. Min go Rizgan lawo, em ê kadîllaka xwe bifroşin. Kadîllak jî marqeya amerîkî ye, perekî baş dikir.

Em derbasî salonê, cîyê civînê bûn. Salon ji ciwanan bigre heya pîrejin û kalemêran, bi kurdên ji welêt û derveyî welêt hatibû dagirtin. Seîdê Îso, hevalekî dilsoz, ku li Teksasê xwedîyê şirketeke mezin e, got :

  • Tefîq, birayê min ê qedirgiran, daxwazeke me ji te heye.
  • Keremke Seîd, daxwaza te ser çavê min.
  • Lo bira bi Xwedê zar û zimanê te xweş digere, axaftina te mirov zû qanî dike. Daxwaza me, ew e ku tu îşev pêşengîya vê civînê bikî. Em her yek ji me ji cîyekî hatine, rê dirêj, zehmet jî gelek in, lê qenebe tu me bi rewşê bidî serwext kirin, ku alîkarîyeke baş were berhevkirin.

Min silav da cimaeta hazir, kesên nas jî hebûn, nenas jî hebûn, me hal û rewşa hev pirsî. Berîya destpêkirina programê, ez ber bi tualetê çûm, ku avekê li destê xwe bikim, porê xwe şe kim. Min dît, va zilamekî şêst û pênc, heftê salî desmêj digire. Desmêja xwe girt, kumkê xwe da serê xwe, ber bi min hat. Min jî bi desmaleke kaxizîn destê xwe zuha kir. Hat bi herdu destan destê min girt, got Tefîqê bira mala te hezar carî ava, tu çi karekî pîroz dikî, welle ked û emegê te wê her bimîne. Wî ez nas dikirim, yan jî nas neke jî navê min zanibû, lê min nizanibû, kî ye, çi kes e. Min jî spasîya wî kir, derbasî salonê bûm. Min di ber xwe da got, heyran kurdên van deran yan yên xwendî û zana ne, yan jî kesên xwedî kar in û dewlemend in, ev filankesê bi kumik kî ye.

Programa me dest pê kir, min gote cimetê, xûşk û birano, de hûn rewşa rojavayê welêt dizanin, ne hewceye li vê derê dubare bikim. Dû ra min perê kadîllakê derxist, deste deste danî ser masê. Belê min pere danî, lê şanazîyeke wisa can û cesedê min pêçaye, ku nayê gotin. Min çavê xwe ji Rizgan ra qirpand, wekî ew daweta bavê te lê be, yekî din nikare bibe sergovendî.

Dû min kurdên din jî pereyên xwe ê alîkarîyê anîn, danîn ser masê. Seîd Îso miqdareke baş anî, radestî min kir û bi spasî û malavayîyan çû cîyê xwe ê berê rûnişt. Çavên min li wî kalemêrê bi kumik bû. Wî jî destê xwe avête cêwa îşlikê xwe, cizdanekî piçûk derxist. Cizdan vekir, midetekî zûr ma tiştekî nihêrî, nizanim kaxizek bû yan rismek bû. Paşê, dused dolar ji cizdan derxist, rabû ser xwe, serê xwe berjêr kir û ber bi masê hat. Hat perê xwe danî ser masê, hê jî serî di ber da, vegerîya cîyê xwe ê berê rûnişt.

Min got heyf, kuro em ewqas rê bo dused dolarî hatin, qet neda wê çêtir bûya. Program qedîya, wê şevê ez, Rizgan û Xelîl, em bûne mêvanê Mîrzayê Colemêrgî. Herçiqas Mîrza dixwest em çend roja li mala wî bimînin jî, ji bo karê min û dersên Rizgan û Xelîl, em sibê zû derketin rê. Di rê da, min ji xortan pirsî ka wî kalemêrê bi kumik nas dikin yan na. Xelîl got, min hal û hewalê xalo pirsî, lê di derbarê  xwe da tiştek negot. Min tebat nekir, ji Seîd ra telefûn kir, min go, Seîd, lo ew kalê bi kumik kî ye, çi kes e? Seîd got haa tu, tu xalê Elbaqî dipirsî. Min go wele navê wî nizanim, de ew ê bi kumik lo. Got erê xalê Elbaqî ye, erê da xuyaye, te nebihîstiye, tu wî nas nakî. Min got, na min nebihîstîye kî ye? Seîd got li van deran nû ye, paşê bi dengekî lerzok “bavê du şehîdan e” got û gotina xwe domand, lê êdî deng nehate min, serê min gêj bû, agir alavê bedena min girt. Min erebe diajot lê pêşîya xwe nedidît, tenê ew û cizdanê wî li ber çavê min bûn. Ew û cizdanê wî…

Min erebe da sekinandin, Rizgan got, bavo tu baş î? Min got, serê min gêj dibe, tu were bajo, tu were. Ez derbasî paşîyê bûm. Bêhemdî çavên min dihatin girtin. Ew li ber çavên min bû, destê wî diçû cêwa îşlik, cizdanek derdixist, cizdanekî piçûk. Cizdan vedikir û ew cizdanê piçûk di dest da vekirî dima. Li tiştekî dinhêrî, çav li tiştekî aliqîbûn, nizanim çi bûn, ya kaxizek bû yan jî rismek. Li çi dinhêrî, kaxizek bû yan rismek bû, rismek, rism…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev