Salvegera 65emîn ya Damezrandina PDK a Sûriyeyê pîroz be

Salvegera 65emîn ya Damezrandina PDK a Sûriyeyê pîroz be

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar 

Partiya Demokrat a Sûriyeyê (PDK-S).  Beriya 65 salan, di 14ê Hezîrana 19057an de hat damezrandin.

 

Piştî serîhildanên neteweyî yên Kurdistanê wek tê zanîn qetlîamên mezin li Kurdistanê pêk hatin. Piraniya Serokên serîhildanên neteweyî yên Kurdistanê hatin dervekirin û şêhîd kirin. Neteweya Kurd bê serokatî hat hiştin. Beşekî wan jî, mecbûr bûn bi riya ne legal biçin li Sûriyeyê-li Rojavayê Kurdistanê cîwar bibin. Dr. Dersîmî piştî serîhildana meteweyî ya Koçgiriyê; Dr. Nafîz Zaza, Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Ekrem Cemîlpaşazade,  Qedrî Cemîlpaşiazade, Cegerxwîn, Selimê Wanî,  Mele Hesenê Serdê Hişyar, Qedrî Can, Reşîdê Kurd, Celadet Bedirxan, Kamûran Bedirxan, gelek kesên din jî piştî serîhildana neteweyî ya sala 1925an çûn li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bûn penaber.

 

Ev koçkirina gelek serokên Bakûrê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê hêzeke mezin ya neteweyî û siyasî û rewşenbîrî û entellektuelî çêkir. Bêguman ew serokên Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê jî, xebata xwe ya neteweyî û siyasî domandin. Ji bona ku ji Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê re bibin alîkar û biçin beşdarî ew serîhildanan bibin, Rêxistina Xoybûnê di 5ê Oktobra 1927an de ava kirin. Xoybûn ji Serîhildana neteweyî ya Agriyê û Dersîmê re bû alîkar. Hezar mixabin ew herûdu serîhildan jî, bi qetlîamênn Dersîmê û Zîlanê hatin şikandin.

 

Lê dîsa jî Xoybûnê, xebata ya xwe neteweyî û siyasî û entellektuelî meşand. Damezrênêr û berpirsiyarêm Xoybûnê mîsyonên gelek girîng pêk anîn. Dîplomiseyeke xûrt meşandin. Pirs û zûlma li Kurdistanê ji dinyayê re nîşan dan.

 

Ez di wê baweriyê de me ku xebata Xoybûnê berhewa nebû, PDK a Sûriyeyê berdewama xebata Xoybûn û xabata wê hat ava kirin.

 

Wek tê zanîn piştî Şerê 2emîn yê Cîhanê, ji bo neteweya kurd jî bû sedema pêvajoyeke nû. Di sala 1945an de li Rojavayê Kurdistanê di bin serokatiya Qazî Mûhemed de Partiya Demokrat a Kurdistanê ya İranê (PDK a Îranê) ava bû. PDK a Îranê Komara Mehabadê ya Kurdistanê ava kir. Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Iraqê (PDK a Iraqê), di bin serokatiya Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî de di sala 1946an de ava bû.

 

Hîç şik tune ye ku ev ji bona tevgera Neteweyî ya Kurdistanê pêvajoyeke nû ya rêxistinî û rêxistiniyeke hevbeş bû.

 

PDK a Sûriyeyê jî beşek ji wê pêla avabûna PDKêyan bû.. PDKa Sûriyeyê beriya salekê ku Mele Mistefa Barzanî û hevalên xwe ji Yekîtiya Sovyetên vegerin Iraq û Kurdistanê ava bû.

 

DAMEZRÊNÊRÊN PDK A SURİYEYÊ…

1-Osman Sebrî, ji Bakurê Kurdistanê bû. Dema dibe damezrênêrê partiyê li Şamê rûniştvan e. Di pêvajoyê de dibê ororitekî bi navûdeng di partiyê de. Piştî Nûreddîn Zaza jî dibe serokê partiyê. Ew di dema Kemera Ereban de hîn zêde derdikeve pêş. Di dema hapisxaneyê de di navbeyna wî û Nûreddîn Zaza de pirsgirêk di navê partiyê de derdikeve. Ew dostekî min ê nêzik bû. Lê di derbarê PKKê de di navbera me cûdayetî hebû. Dema jiyana xwe ji dest da, min ji bo Apê Osman nivîsek nivîsand. Di derbarê wî de beşdarî bernameya Radyoya Aşitî jî bûm.

2-Hemze Niwêran, li Qamişliyê rûniştvan bû. Beriya jiyana xwe ji dest bide, derfeta min çêbû ku ez wî nas bikim. Kesekî xwediyê gelek qedirqiymetekê bû.

3-Hemîd Hacî Derwêş, li bajarê Qamişlo rîniştvan bû. Di hemandem de li Şamê xwendevanê zanîngeha hiqûqê bû.  Ew dostekî min ê gelek nêzik bû. Dostaniya min û Hemîd Hecî Derwêş di sala 1978an de dest pê kir, heta ku jiyana xwe ji dest da domand. Wî demeke dirêj ji Partiya Pêşverû ya Demokrat ya Kurdên ya Sûriyeyê re serokatî kir. Dem-dem di navbera me de di mijarên gelek girîng de nekokî çêbûn. Beriya Jiyana xwe ji dest bide, derbarê wî de pirtûkek hat amade kirin. Min di derheqê  wî de nivîsek dirêj  nivîsand. Ew di gelek mijaran de jî rezne kir. Piştî ku jiyana xwe ji dest da jî, min ji bona wî meqeleyek nivîsand.

4-Reşîd Hemo, ji Efrînê bû. Ew jîjheta jiyana xwe ji dest bide, dostekî min ê nêzik bû. Dema ku jiyana xwe ji dest da, min  di derheqê wî de nivîûsek nivîsand. Ew kesekî gelek zîrek bû. Di damezrandina PDKTê de roleke wî ya girîng heye. Çend mehan jî endamên PDKTê perwerde kiriye.

5-Şewket Nasan, Ji Efrînê bû.

6-Mihemed Elî Xoce, Ji Efrînê bû.

7-Dr. Xelîl Mihemed, ji Efrînê bû.

 

Diyar e ku PDK a Sûriyeyê bi destê heft kesan ava dibe. Mijara balkêş ew e ku piraniya damêzrênêran ji Efrînî ne.

 

Nûredîn Zaza jî bi tîfaka 7 dameezrênêran dibe serokê partiyê. Mûreddîn Zaza nivîskarekî bi navûdeng bû. Dema di derheqê wî de Birayê hêja Konê Reş pirtûk amade kir, di pirtûkê de ji bona Nûreddîn Zaza nasandina min jî heye. 

 

HEWCEDARİYA AVAKIRINA PARTIYEKE KURDISTANÊ

Beriya PDK a Sûriyeyê ava bibe, gelek kurdperwer û rewşenbîrên Kurd endamê Partiya Komunîst a Suriyeyê ne. Li Sûriyeyê gelek partiyên din yên ereban jî hene. Lê ew partiyan tu wext ji Pirsa Neteweya Kurd re çareseriyeke gorî mafê neteweyek bindest diyar nakin. Di wan partiyan de şoveniya erebî tê meşandin. Loma partiyeke Kurdistanê tê ava kirin.

 

Partî dema tê avakirin, bi navê “Partiya Demokrat a Kurdistanê li Suriyeyê” ava dibe. Lê pişt re di pêvajoya darizandina partiyê de navê partiyê tê guhertin, dibe “Partiya Demookrat a Kurdên Suriyeyê.” Ew gaveke paşve bû. Lê piştî ku li Sûriyeyê Şerê Hûndir dest pê kir, partiyê yekîtiyeke nû pêk anî û navê xwe jî guhert. Navê partiyê bû “PDK-Sê”. Ev jî gavek pêşve bû.

 

Ez him damezrandivê PDK-Sê û him jî  gûhertina navê wê pîroz dikim.

 

GIRSEYÎBÛNA PARTIYÊ

PDK-Sê, di demeke kurt de ji jin, mêr, ciwanên Kurdistanê piştgiriyeke girseyî girt. Bi taybetî jî, endamên jin û yên çalak gelek zêde bûn.

 

Partî, di hemandemê de ku Serokê Neteweyî Mistefa Barzanî û haevalên xwe vegeriyan Iraq û Kurdistanê bi PDK a Iraqê re jî, bû xwediyê pêwendiyeke xûrt. Ji Şoreşa Neteweyî ya Îlonê re bû pişt gir.

 

Ew pêşketin û xûrtbûna PDK-S, Dewleta Kolonyalîst ya Sûriyeyê gelek tirsand. Di dema Yekîtiya Dewleta Suriyeyê û Misirê de êrîşeke mezin hat ser partiyê. Gelek berpirsiyar û endamên partiyê hatin girtin û hepiskirin. Lê vê yekê xebata partiyê nade sekinandin.

 

JI DAMEZRANDINA PDKT-Ê ALÎKAR

PDK-SÊ, di sala 1965an de ji bo damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyeyê (PDKT) bû alîkar.  Gor nêrînekê tê gotin ku PDKTê, bi destê PDKSê ava bû.

 

Bi çi awayî be jî, PDKSê karekî baş û neteweyî pêk anî.. Li Bakûrê Kurdistanê jî bûye sedem ku rêxistineke Kurdistanî ava bibe. Piştî têkçûna  serîhildanên neteweyî avabûna PDKTê, di Tevgera Bakûrê Kurdistanê de bêguman “Bihareke Nû” bû.

 

DI VÊ QONAXÊ DE JÎ XWEDIYÊ BERPIRSIYARIYEKE MEZIN E

Di vê qonaxê de di şertên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de jî peywirên gelek girîng  li ser milê PDK-Sê Ne. Di ENKSê de jî rêxistineke girîng e.

 

PDK-Sê û ENKS temsîla tevgera neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê dike. Ez ji bona wan serkeftinê dixwazim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev