Berhemên kurdzanên me – 277

Berhemên kurdzanên me – 277

Me di 276 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka şairê rûsan yê herî binavûdeng Aleksandr Pûşkîn ”Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da”, beşa wê a sisîyan raberî we bikin.

Ev berhema giranbuha, ku berî 200 salan bi rûsî û gelek zimanan çap bûye, bi kurdî çap nebûye. Em wê kêmanîyê bi riya malpera xwe, bi wergera berpirsyarê xwe – Têmûrê Xelîl dadigrin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da – 3 

A.Pûşkîn 

Rojtira dinê berbangê me riya xwe berdewam kir. Dîlgirtîyên tirk rê hildibijartin. Wana gazinê xwe ji xwerina, ku didane wan, dikirin. Ewana qet nikaribûn hînî nanê rûsan yê reş bibin. Ew yek gotinên hevalbendekî min – Şêrêmêtêv anî bîra min, ku ji Parîsê vedigerîya: “Birako, zehmet e meriv li Parîsê bijî: tiştên xwerinê tunene; meriv nikare nanê reş jî peyda bike!”. Heft vêrstan dûrî Larsê posta Darîalê ye. Gelî jî bi wî navî ye. Li herdu alîyan zinarên wek dîwaran in. Rêwîyek dinivîse, ku li vir ewqas teng e, ewqas teng e, ku cîtengîyê ne tenê dibînî, lê herwiha wisa xuya ye, ku texmîn jî dikî. Pelteke ewiran li ser serê me şîn dike. Ava çavkanîyan, ku ji çiyan dipijiqî û dirijîya, wêneyê Rêmbrandt yê ecêb yê bi navê “Revandina Hanîmed” dianî bîra min. Û gelî jî bi awayê wî hatîye ronîkirin. Li cîyên din ava Têrêkê hildipeke ser beşa jêrê ya zinaran, û li ser riya ewqas kevir hene, ku bûne çingil. Nêzîkî postê ser çêm pirayek hatîye çêkirin. Gava ser pirê disekinî, dibêjî qey li ser êş sekinîyî. Tevaya pirayê dileqe, lê Têrêk dike xuşe-xuş. Himberî Darîalê, ji hêla zinaran kelefeyên kelayê xuya dibin. Bi gotina gotîyan, li wir padîşah Darîyayê xwe veşartibû û navê xwe li gêlî kiribû: eva çîrok e. Derîal di farisîya kevin da tê maneya derveze, dergeh. Bi gotina Plînîya, dergehên Kavkazê, ku bi şaşî hatîye binavkirin wek dergehê Kaspîyê, li vir bûn. Gelî bi dervezeyên darîn, bi hesinên tewandî va dorgirtî bû. Li vir herwiha kelayek jî çê kiribûn bona pêşî li wan eşîretên hov bigirin, ku hewil didan birevin; û her wekî din. Bala xwe bidine rêwîtîya mîrlaw Î. Potoskîy, ku lêgerînên wî yên zanyarî weke romanên îspanî balkêş bûn. Me ji Darîalê berê xwe da Kazbêkê. Me dervezên Troîskê dît – di bin wan da wextekê rê derbaz dibû, lê niha çemê Têrêkê derbaz dibe, ku berê ava wî guhêrîye. Nêzîkî gundê Kazbêkê em ji delava Bêşênîyê derbaz bûn, ku di dema baranên gurr da ew delav dibû lêhî û lêmişt. Vê demê ew ziha û wek navê xwe kubar bû.

Gundê Kazbêkê li berpala çiyayê Kazbêkê ye û teslîmî mîr Kazbêk dibe. Mîr, xortekî 45 salî, di bejinê da ji orte gelek bilindtir e. Em li dûxanê (holikên gurcan ra wa dibêjin, ku ji holikên rûsan feqîrtir in û ji wan ne paqijtir in) rastî wî hatin. Li ber derîyan meşk danîbûn. Ew kesê bejin bilind ji wir şerab dagirt û çend pirs dane min û min bi qedirgirtineke hinkûfî navê wî û bejina wî bersîva pirsên wî dan. Em wek dostên hev yên qenc ji hev qetîyan.

Zûtirekê lezeta, ku me dîtibû, xeyîrî. Piştî çend rojan guje-guja çemê Têrêkê û şadirwanên wî yên bê usûl em aciz kirin. Ez îdî bêsebir li bendê bûm, ku bigihîjime Tîflîsê. Ez hema wisa bê xem li rex Kazbêkê ra derbaz bûm, wek ku ez wextekê wisa bê hewas ji Çatirdaxê bi avjenîyê derbaz bûbûm. Ew jî rast e, ku hewa şilî û bi dûman ne dihîşt ez berfa sîs bibînim, bi gotina şayîr, berfa, ku xwe digîhande ezmîn.

Em li benda mîrlawê Farizistanê bûn. Hinekî dûrî Kazbêkê çend erebe ketine ser riya me û rê teng kirin. Heta erebe çûn, zabit ji me ra got, ku ewê şairê faris verê bike û bi daxwaza min ez bi Fazîl-Xan dame naskirin. Min dixwest bi alîkarîya wergervan silaveke rohilatî ya dilgerm bidim wî; lê kêfa min pir hat, dema Fazîl-Xan bersîveke sade, aqilane, maqûlî da wê daxwaza min! “Hêvîya wî hebû min li Pêtêrbûrgê bibîne; heyfa wî dihat, ku nasîya me wê demkurt be”. Ez mecbûr bûm bi awayekî şermoke dest ji cûrê axavtina xwe ya bi henekan bikişînim û derbazî cûrê axavtina awropîyan bibim. A ev dersa pêkenîntîya me ya rûsî ye. Ezê ji vir şûn da merivan ne bi papaxên wan yên ji çermê pêz û neynikên wan yên rengkirî nas bikim û qîmet bikim.

Posta Kobî hema li berpala çiyayê Krêstovoy e, ku em gerekê ser ra derbaz bûna. Em li wir hêwirîn, me şevbihêrîya xwe kir û fikirîn, ka emê çawa ewê mêranîyê bikin: gelo em dest ji çûyîna bi kom berdin, li hespên kazakan siyar bin, an jî em bişînine dû erebeyên osêtînan? Min ji navê tevaya karwanê nameyeke hêvîkirinê ya fermî ji maqûl Çîlyayêv ra nivîsî, ku serokatî li van deran dikir, me pal da bona razên û li benda erebeyên hespan bûn.

Rojtira dinê, nêzîkî seheta 12an, dengê qalmeqalmê, hewar û gazîyê hate guhê me û me dîdemeke ecêb dît: 18 cot gayên bejin kurt, bi rêberîya osêtînên nîvpêxas xuya bûn, bi zehmetî erebeya Vîênnayê ya sivik ya hevalbendê min O*** dikişandin. Ev dîdem destxweda şikberîyên min dane hilanînê. Min biryar kir erebeya xwe ya Pêtêrbûrgê, ku pir giran bû, paşda bişînime Vladîkavkazê û bi siyarî herime heta Tîflîsê. Mîrlaw Pûşkîn ne dixwest çav bide min. Ewî dixwest tevaya gayên li wira bi erebaya xwe va girêde û bi zexîreyan va dagirtî bi awayekî serketî ji zincîra çiyayên bi berfê va xumxumî derbaz be. Em ji hev qetîyan, ez bi serhing Ogaryov ra çûm û min bala xwe dida rêyên vira.

Rê bi warên xilpe-xwaro ra derbaz dibû, ku di dawîya meha tîrmeha sala 1827an da hedimî bû. Bûyerên wisa weke heft salan carekê dibin. Perçeyê çîm û tûman ya terikî ji jor da tê xwar, ser mezîla vêrstekê gelî tije dike û ava Têrêkê qirêj dike. Nobedarên, ku li jêr sekinîbûn, dengekî bêhesab xurt bihîstin û dîtin, ku çem bi lez fûrr da û di nava çarêk sehetê da dengbirî bû. Têrêk piştî du sehetan ji kenarên xwe derket. Wê demê ew bê rewş bû!

Em bi şiverêyan ber bi jor diçûn. Hespên me ketine nava şepeyên berfê, ku di bin wan da kanî dikirine xulexul. Min bi zendegirtî li rê dinihêrî û difikirîm, ka tekereyên erebeyan wê çawa ji vir biçûna.

Hema wê demê min dengekî kerr bihîst. “Ewê niha bihedime”,- maqûl Ogaryov gote min. Min berê xwe guhast û dît, ku şepeyekî berfê ya pir mezin ji cî leqîya û bi hemdî xwe ji bereka çiyê berjêr rijîya. Li vir gelek caran hedimandinên ha dibin. Sala par paleyekî rûs bi çiyayê Krêstovoy ra diçû. Şe`lê berfê di ser erebeya wî da hedimî, erebe, hesp û ew gundîyê feqîr di bin da man, ji wira gilol bûn û ketine gêlî. Em gihîştine tepeyê çiyê. Li vir xaça ji mermer nikandine, ku heykelekî kevin e û ji alîyê Yêrmolov da hatîye nûjenkirin.

Li vira rêwî gelek caran ji koma xwe derdikevin û peya diçin. Van dawîyan konsûlekî welatê dereke ji vira derbaz bû: ew wisa tirsonek bû, ku xwest çavên wî girêdin; ketine bin milên wî û dema perçeyê, ku pê çavên wî girêdabûn, vekirin, wî çaxî ew kete ser çokan, sipasî Xwedê kir, ku ewî rêvebirên xwe şaş û metel hîşt.

Derbazbûna ji Kavkaza sawkêş ber bi Gurcistana dilgerm em hewas-hijmekar kirin. Rêwî hewa başûr hecam dikin. Ji bilindaya çiyayê Gûtê besta Kayşaûrê vedibe bi zinar û qeya, bi xasbaxçê xwe va, bi Aragvîya ronahîdar va, ku wek perçekî zîvîn dimilmile,- û ev hemû bi awahê biçûkkirî, li gelîyê sê vêrstan kûr da, ku riya bi xeter ji wir ra derbaz dibe.

Em daketine bestê. Li ezmanê sayî hîveron xuya bû. Hewa êvarê nerm û germ bû. Ez li rex kenarê çemê Aragvîyê razam, li mala maqûl Çîlyayêv. Rojtira dinê min xatirê xwe malxwêyê hizkirî xwest û ez bi rê ketim.

Li vir Gurcistan dest pê dibe. Deşt û beyarên hijmekar, ku bi ava Aragvîyê têne avdan, dewsa gelî û şikeftên reş û tarî û Têrêka bê rewş girtin. Dewsa çiyayên rût, min li vir çiyayên hêşîn û darên bi ber dîtin. Şadirwanên li vira îzbata wê yekê bûn, ku kesên li vir zane û xwendî ne. Ji bûyerekê ez şaş û metel mama: bi min va wisa xuya bû, ku av ji jêrê dikişe ber bi çiyan.

Ez li Paysanaûrê hêwirîm bona hespên xwe biguhêrim. Li wir ez rastî zabitekî rûs hatim, ku rêberîya mîrlawê Farizistanê dikir. Zûtirekê min dengê zengilan bihîst, û çend hêştirên bi hev va girêdayî di rê da meşîyan. Bêy ku ez li benda hespan bisekinim, ez peyatî çûm; û nîv vêrstan dûrî Ananûarê, li ser duryana rê, ez rastî Xozrêv-Mîrze hatim. Erdekên wî sekinîbûn. Ewî serê xwe ji erebê derxist û ez silav kirim. Çend sehetan pey rasthatina me ra kesên çiyayî êrîş birine ser mîrlaw. Dema Xozrêv dengê gulleyan bihîst, ji erebeya xwe derket, li hespê siyar bû û da tiradan. Rûsên, ku bi wî ra bûn, ji cesareta wî zendegirtî man. Mesele di wê yekê da ne, ku ew gencê ji Asîyayê, ku fêrî erebeyê ne bûbû, erebe zêde wek telikekê didît, ne ku cîyê xweparastinê.

Ez gihîştime heta Anaûrê û min westandin texmîn ne dikir. Hespên min ne hatibûn. Ji min ra gotin, ku heta bajarê Dûşêtê ji deh vêrstan kêmtir maye, û ez dîsa bi peyatî çûm. Lê min nizanibû, ku rê bi çiya ra derbaz dibe. Ev deh vêrst ser min bîst vêrst rûniştin.

Êvar di ser me da hat; ez pêşda çûm û berê xwe da bilindayê. Meriv nikaribû riya xwe şaş bikira; lê li hinek cîyan çamûr, ku ji kanîyan saz dibû, digihîşte çokên min. Ez tam bêzar bûm, ji hal ketim. Tarî zêdetir dibû. Min dengê zûkîn û ewte-ewta kûçikan bihîst û ez şa bûm, bi min va wisa xuya bû, ku bajar ne dûr e. Lê ez şaş bûm: Kûçikên şivanên gurcan dikirine ewte-ewt, lê rûvî û debeyên din ji berê dinê dikirine zûkîn. Min lenet li bêsebirîya xwe kir, lê min nikaribû tiştek bikira. Min ji dûr va ronahî dît û nêzîkî nîvê şevê gihîştime malekê, ku bi daran va dorgirtî bû. Kesê pêşin, ku rastî min hat, xwest min bibe bal serekbajêr û ji bo wê bexşîş ji min xwest.

Çûyîna min ya bal serekbajêr, ku zabitekî gurc yê berê bû, gelek alî min kir. Min jê xwest, ku odeyekê bide min bona kincên xwe biguhêrim, ya dudan, ku qedehek şerav bide min, ya sisîyan, ku çend qirûşan bide, bona ez bidime rêberê xwe. Serekbajêr nizanibû çawa min qebûl bike û bi awayekî metelmayî li min dinihêrî. Min texmîn kir, ku ew hewil nade daxwazên min pêk bîne, min destpê kir ber wî kincên xwe guhartin, min jê lêborîn xwest de la liberte grande {6}. Ji bextê min ra min di berîka xwe da xerîta rê dît, ku îzbat dikir, ku ez rêwîkî bê zirar im, lê ne Rînaldo-Rînaldînî me. Ew yek tesîreke baş li ser wî kir: Ode da min, qedehek şerab anî û çend qurûş dane rêberê min û wek bavê wî gazinê xwe li rêber kir, ku ew heqê xizmeta xwe dixweze û ev yek ji bo mêvanhizîya gurcan bêhurmetî bû. Min xwe avîte ser textê paldanê û bi hêvî bûm, ku piştî mêrxasîya xwe ezê bikaribim bikevime xewa hingorê: lê wisa nebû! Bizûz û textebîtîyên, ku ji debeyan bi xetertir bûn, êrîşî li ser min kirin û temamîya şevê rehetî nedane min. Berbangê merivê min hat û got, ku mîrlaw Pûşkîn bi serketî bi hespan ji çiyayên sîs, bi berfê va nixamtî derbaz bûye û hatîye Dûşêtê. Min gerekê bilezanda! Mîrlaw Pûşkîn û Şêrnval seredana min kirin û pêşnîyar kirin dîsa bi tevayî bikevine rê. Min Dûşêt bi fikirên baş va bi cî hîşt û bi hêvî bûm, ku ezê li Tîflîsê razêm.

Rêçûyîna me gelek xweş û hijmetkar bû, lê me li vira degme rêçên, ku meriv li vir mane, didît. Çend vêrstan dûrî Garsîskalê em bi pira kevin ya ser Kurrê ra derbaz bûn, ku heykelê rêwîtîyên Romê bû, me berê xwe da Tîflîsê û em seheta yanzdehê êvarê gihîştine wir.

Foto ya Nura Şane 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *