Ji nimûneyên zargotina me – 277

Ji nimûneyên zargotina me – 277

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema îro me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. WERE TÊLÎ

Were Têlî!

Gelîyê gundê me bi heze,

Têlî gewra min zozanê here jorin tana sola û gora wê dibeze,

Heyfa minê tê wê heyfê,

Têlî gewra min ketîye

Destê kotî, şindokê dewarê mêra,

Bi devê xweyî genî, diranê xweyî rizî –

Sûretê têlî gewra min digeze.

Têlî kulmalê!

Gelîyê gundê me bi gûnîye,

Gede lawiko, qurba, navê min Têlîye,

Ya te dîtîye xwera, min jî dîye.

Xadê, mêrê xadêva eyane, navê min Têlîye,

Herkê tu pirsa rastîyê li min dikî,

Ezê xatûnim, lawikê min cindîye.

 

  1. WÎ KELEŞO

Wî keleşo, çevê min rênga bewrare,

Lawikê min siyarê cenûya tûre,

Para berda rîşîyê şerê.

 

Lawiko, hêwa, li min hêwa,

Xêra xwezil şevek ji şevê paîzê,

Rojek ji rojê biharê,

Ser sîngê min qazaxê

Bivyayî yoldaşî mêvan.

 

Lawiko, qurba, çevê min rênga zinêre,

Sibeye, kubara sibêye,

Lawikê min siyarê bozî zirave,

Sekinîye serê rêye.

 

Xêra xwezil mîrê mezinra

Mizgînîke xêrê minra bata,

Bigota: “Pîsî dewarî mêrê te

Welatê xerîba mirîye”.

 

Lo, lo gede, teyê ez xapandim, nerevandim,

Te ez kirime dezmala ser desta, zenda xwe alandim.

 

Lo, lo gede, hîva gundê me blinde,

Şewqê daye goveka dinê, nav bax û bostanê dora gunde.

 

Lo, lo gede, tuyê diçî – wez bi tera,

Wextê tu diçî welatê xerîba,

Gava ku heval, hogirê te dipirsin,

Bê min kewa gozel qorix kirîye ji nevsa canê xwera.

 

  1. ELEGEZÊ

Elegezê, kon bi rêzê,

Sêrî pêketim heta fêzê,

Ezê tase kanînga ava vê kanîyê

Têkim qilça vê şerê, vê kitanê,

Gede lawikê xwera bişînim ser kotanê.

 

Elegezê, av li ku tê,

Cot kevirê şeherê Qultê,

Gede lawiko,

Ya min û te boşe, serê sê mehane,

Were bivin xûşk û birê heve axiretê.

 

  1. ÇIYA GOTE ÇIYA

-Emê xwe bavên qulinga, terewilê serê çiya,

Welatê xerîba şirika gistîlka rijyane,

Ser tilî-pêçîyê qelemçîya,

Herçê warê bavê wanî reşe,

Bira rûnên kêleka komirçîya.

 

  1. DILÊ MIN ZERÎYÊ

Dilê min zerîyê,

Ezê geryabûm dinê,

Minê xwera du yar girtibûn ji torinê,

Yek serê çiya,

Yek kavila Pişavêlê, gundê van gurca.

 

Ezê çûbûm cem ya serê çiyayî,

Minê destê xwe avît reşê-reş gulî,

Qîza kerê min kûvî bû,

Xwe avîte nava van gurnîya.

 

Ez merûmê xwedê

Por û poşman vegeryam hatim,

Ya gundê van gurca,

Min lê nihêrî ya gundê van gurca,

Kirasekî şolkov margîzêt dabû ber kêl û dirûnê van derzîya.

 

Eman keçikê, kulmalê,

Xinûs xweşe, Bîngol berda,

Qîz, bûkê me usanin – mala bavêdanin,

Dêra xwe dikin, kurtik serda,

Agirê kulê mala bavê ketê,

Teyê sala îsalin

Dilê min kirîye miskenê kul û derda.

 

Kawê, mûşa xopan bax û reze,

Xelqê têlî delal amînîya dilê minra şandibû şera serê xwe geveze,

De bira xwedê mirazê mirazxaza bike,

Bira mirazê min cem xelqê têlî delal bike orta salê, hîva teze.

 

Êlê kawê, min nizanibû  derdê dila ha bi waye,

Minê sond bixara navê bi xwedêye,

Carek serê xwe nedikir vê xetayê, vê belayê.

 

Êlê kawê, baran barî ji ezmana,

Wê şil kirine kod û meşkê bêrîvanî,

Şil kirîye dar, kulavê van şivana.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev