Pirsa we û bersiva me – 223

Pirsa we û bersiva me – 223

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 28

1.

Mahkemeya Hecî li Midyadê hebû. Jina wî, Helo gote Hecî: şekirê me li malê nemaye, dema tu vegerîyayî ji Midyadê bikire.

Hecî kîsikek şekirê hûr ji dikanekê dikire û bidest xwe digire. Û tê rawestgeha trembêlan li trembêleke ku bi alîyê gundên wan ve here siwar dibe. Ji ber ku trembêl nediçûne gundê wan, ji mecbûrî li gundekî nêzîk peya dibûn û ji wir peya diçûne gundê xwe. Hecî û çend kesên gundîyê xwe di rê de ji xwere sohbetê dikin. Kîsikê şekir di destê Hecî de ye. Li ser mijarekê diaxifin û Hecî bi hêrs diaxife û di wê navberê de kîsikê wî li dirihekê dikeve û binê kîsik qul dibe. Şekir jê dibe rêz weke ku xetekê li ser rê xêz bike. Dema têne nêzîkî gund Hecî dibîne ku kîsikek vala di destê wî de û kîsik davêje û axaftina xwe berdewam dike. Wextê Hecî hate malê, Helo jê pirsî: Hecî ka şekirê te anî, te li ku danî?

Hecî li derdora xwe dimeyzîne, li destê xwe yên vala dinêre û diponije. Jina wî dîsa jê pirsî: Hecî te bersiva min neda. An te jibîrkir ku tu bikire?

Hecî: Hermet wele min kirîbû.

Helo: Êêê madem te kirîbû, kanî?

Hecî: Ji xwe ez jî li wê difikirim. Û Hecî di şopa xwere vegerîya. Di ber rê de kîsikê vala dît, hinekî din çû, ku çi bibîne, weke dûyê firoka li ezmanan xeteke spî li pey xwe dihêle, şekirê wî li ser rê rijîyaye. Hecî tê malê û mesela şekir ji Helo re dibêje û yekî gundîyê xwe tewanbar dike û dibêje: hingî ez qeherandim û ez jî pir aciz bûm û ji xwe neketin ferqê de ku şekir di destê min de heye.

 

2.

Demsala biharê wextê firîkên noka bûye. Mala Sivûk li gundê Fîlê (gundekî Hezexî) konê xwe vedabûn. Nofa jineke mala Sivûk bû. Werîsê xwe dibir û dikete nava firîkê noka û piştîyê xwe ji firîkên noka bar dikir. Gundîyên Fîlê hew debar kirin û çûne ba Sivûk da gazind û nerazîbûna xwe dîyar bikira. Gundîya gotine Sivûk;

– Wele Nofa em talan kirine, herroj piştîkek nok ji nav erdên me diçine û li pişta xwe bar dike. Bê însafe, hema carekê û ducaran bûye emê çav lê xwe bigirin lê ji xwe re kirîye adet û heroj piştîkek firîkên noka li pişta xwe dike û em talankirine. Sivûk mezinê malê bû. Û serê xwe berda ber xwe û got:

– Nofa jineke pak e, tu werîsekî bavêje her du paqa, ewê dîsa xwe bigihîne wan firîkên noka.

 

3.

Heso diçe serdana Hiso, dibîne ku Hiso di pacê re derdikeve û dikeve hindirû. Wextê Heso sedema wê dipirse Hiso jî dibêje:

– Textor gotîye heta ev mîrata Korona derbas nebe di derî re dernekeve derve.

 

4.

Li hewşa tîmarxaneyekê de textorê derûnî dibîne ku nexweşek, ereboka destan li pey xwe dixirxirîne.

Textor: Erebok ne wilo tê ajotin, berê xwe bizîvirîne û bi pêş ve bajo.

Nexweşê derûnî rasterast bersiv dide:

– Berî bi çend rojan min weke tu dibêje ajot, heta êvarê ax bi min kişandin, ma ez dînim wilo bajom.

 

5.

Dozger: Kelkela havînî em diçûn gundekî Hezexê. Rêya trembêlê  heya nêzîkî  gund diqedîya. Em bi pîya meşîyan gund. Di rê de em li gundîkek rast hatin, barê wî yê kerê ketibû û dema em dîtin bi rûtirşî li me nêrî û got:

-Simbêl qeytan ka were alîkarî bide min da ez barê xwe barkim.

Min got: Mamo ez dozger im.

Gundî: Heeeh dema germa havînê li ser min dide carna ez jî dibime qeymeqam.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev