GOTÛBÊJ Û REWŞENBIRÎ

GOTÛBÊJ Û REWŞENBIRÎ

Husên Duzen

 

Gotûbêj di xwezaya rewşenbiriyê de heye. Kî bûyerên derdorê mereq bike, kî xwe ji bo li dijî kiryarên nelirê berpirsyar bibîne, kî xwedî hizir be, nikare li derveyî gotûbêjên wisa bimîne.

Di dîroka gelên cîhanê de ev rastî her derketiye pêşberî kesên xwedî gotin.

 

Bi qasî ez dibînim vê rastiya gerdûnî ne di hest, ne jî di mejîyê hin bîrawerên me de cîh girtiye. Li gor van kesên wisa hebûna hizrên cûda, gotûbêjên li ser pirsgirêkên welêt, kiryarên xerabkar in. Heyf ku di serê gelek hemwelatiyên me de rexnegirî mîna fesadiyê bi cîh bûye. Wek gelek caran li vir jî tevliheviya têgehan derdikeve pêş.

 

Di dîroka me ya nêzîk de yek ji babetên ku zahf hat gotûbêjkirin tevgera PKKê ye. Gelo gotûbêjên di vê derbarê de ҫi ji me re anîn? Bi qasî ez dibînim, kêm tişt. Ger em rewşa rewşenbiriya kurdî deynin aliyekî jî, em dibînin ku nîqaşên li ser vê babetê bi sedan heval û dost ji hev bi dûr xistin. Sedemên vê rûdanê jî şaşfamkirina têgehan e; rexne mîna ҫêran tên famkirin, loma.

 

Babetên ku kurd li ser bi hev re ketin danûstandina hizrî ne ev tenê ye. Berî bi nehdehsalan gotûbêjên li ser TRT6ê jî bala gelek kesan kişand. Mixabin wan nîqaşan jî ji hev dûrxistina heval û dostan pê ve tu sud neda tevgera me ya hizrî.

 

Piştî şerê Rûsyayê û Ûkranyayê, tevgereke hizrî xwe di nav rewşenbîrên kurdan de jî da der. Di destpêkê de hêviya ku ew babet bibe sedem ji bo ku gelek kesên elîta me li xwe vegerin û bi rabirdûya xwe re bikevin têkiliyê bi min re ҫêkir. Mixabin zahf dom nekir, hat dîtin ku gotibêjên derbarên wê babetê jî tenê heval û dost ji hev bi dûr xistin.

 

Wer xuya ye ku demên hestiyar ên tevgerên hizrî jî hene. Ger ne ax ne jî dem ji bo gotibêjên hizrî guncav be, hîngê kî ҫi bibêje dê mîna fesadiyê bê famkirin û tenê heval û dostan ji hev bi dûr bixe.

 

Bi qasî tê dîtin hejmareke mezin ji nûserên me vê rastiyê baş dizanin, lema ji dêvla beşdarî tevgereke hizrî bibin, li mala xwe bêdeng dimînin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *