Mîtên Afirandinê yên Sumerîyan

Mîtên Afirandinê yên Sumerîyan

Mihyedîn Nahrîn

Mîta An û Kî 

Berî her tiştî behra pêşîn hebû. Ji bilî behrê ti tişt nebû. Behr û ezman dighin hev û di vê encamê de çîyayê kozmîk derdikeve meydanê. Ji ezman re “An” ji erdê re “Kî” tê gotin.

 

Îlah An û Îlahe Kî tevlîhev dibin û bi hev şa dibin. Bi vê şabûna wan “Enlîl” (Îlahê hewayê) çêdibe. Dema Enlîl çêdibe dibîne her tarîye û tarîtî her der dorpêç kirîye. Enlîl ji bo hinek ronahî çêbike Îlaha Heyvê (Nanna) diafirîne. Bi vê sayê kaînat hebekî ronî dibe. Enlîl bi Îlahe Kî re dizewice û ji vê zewacê Îlahe Nihursag çêdibe.

 

Nanna ji bo xwe hevalekî diafirîne û ew jî Îlahê Tavê (Utu) ye. Utu û Nanna kaînatê germ û ronî dikin. Bi vî awayî serdema tarîtîyê diqede. Utu rojê dinyayê germ û ronî dike, dema dibe şev jî vê carê Nanna derdikeve dinyayê bi şewqa xwe ronî dike.

 

Îlah û îlahe li ser rûyê dinyayê dijîyan. Eynî mîna mirovan bi kar û barên dinyayê ew gelekî mijûl dikirin. Ji bo ji wan re xizmetê bikin ji alîyê Enkî û Nihursag ve afirandina insanan tê pêşnîyarkirin. Ev peşnîyara wan ji alîyê Anu ve tê qebûlkirin.

 

Enkî ji Behra Pêşîn û ji axa sor ya Mezopotamyayê mirovên pêşî anî wicûdê û piştre ji bo şeklê wan were dayîn ew teslîmî Nîhursagê kirin. Nîhursag şeklî dawî da insanan. Lê Enkî û Nîhursag di çêkirina insanan de pir şerab vexwaribûn. Ji ber têsîra şerabê insanê hatine çêkirin hebekî bi qisûr bûn. Di encamê de sê tîp insan derketin meydanê, yek jin, yek zilam û yê din bê zayend bû. 

 

Mîta Adapa

Adapa mirovên pêşî ye. Bi heman awayî jî rahîp û kralê pêşî yê welatê Sumerê ye. Ji alîyê emir ve fanî ye lê ji alîyê qewetê ve rehmanî ye.

Rojekê di çemê Tîgrîsê de masîyan digre. Bayê Başûr dike ececok û kêleka wî serobino dibe. Ew jî radibe û baskên Bayê Başûr dişkîne.

Xwedayê mezin Anu ji bo hesab wî hildide ezmanan. Di rê de Enkî, parezerê Adapu şîretan lê dike û dibêje: “Li wir heke Ava Jînê bidin te jê qet venexwe. Ew ne Ava Jînê ye. Tu yê pê bimrî”. Ew jî dibêje: “Temam”.

 

Anu jê pirs dike: “Te çima baskê Bayê Başûr şikand?”

Adapu bersiv dide û dibêje: “Jîyan pir rengîn û xweş e. Hûn nemir in û em fanî ne. Ev neheqîye.”

 

Keyfa Anu ji bersiva Adapu re tê. Ji xwarinên Xwedayan amade dikin û Ava Jînê tînin. Wan tevan îkramê Adapu dikin lê ew qebûl nake.

Anu: “Ez Ava Jînê didim te. Tu çima qebûl nakî?”

Adapu: “Ji min re gotin qebûl neke. Wê zehrê bidin te.”

 

Anu pir hêrs dibe û Adapu ji hizûra diqewirîne. Wî ji cennetê diavêje ser rûyê dinê. Ji wê rojê heta niha mirov li ser rûyê dine êsîr mane. Di laşê fanî her roj mirine.

Bi vî awayî mirovan li ser dinê bawerîyên semavî ji xwe re çêkirine. Bi bawerîyan ji bo xwe jîyana xwe bi wate kirin. Hemû bawerî bi çîrokên xwe dighînin dilê biçûk û dilê mezinan.

Piştî Adapu tê ser rûyê dinê dînên Pir-Xwedayî ber bi dînên Yek-Xwedayî ve diguherin. 

 

Mîta Enkî û Nînhursag

Ser-Îlahe Nînhursag Ji bo bexçeyê îlahan heşt nebatan diafrîne û wan li bexçe diçîne. Rojekê Îlah Enkî tê nava bexçe û ew her heşt nebat bala wî dikşînin. Tê nêzî nebatan wan jê dike û dixwe. Dema Nînhursag bi vê yekê dihese pir aciz dibe. Ji bo heşt organên wî heşt nexwşîyên bêderman dide.

 

Hemû îlah tên ba hev ji bo çareyekê ji Enkî re bibînin lê ti çare nayê dîtin. Herî dawî hemû îlah diçin ba Nînhursag û wê îkna dikin. Ew jî ji bo her heşt organên Enkî heşt Îlaheyên Şîfayê diafrîne. Piştre jî Nînhursag ji parsûyên Enkî Îlahe Nîntî diafrîne.

 

Nîntî îlaheya jîyanê ye. Nîn-tî, “tî” di zimanê Sumerîyan de wateya wê jîyane. Ev peyv di zimanê Îbranîyan de wateya wê Hewwa ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev