Intelektuelên kurd û ronakbîrî

Intelektuelên kurd û ronakbîrî

Suleiman Sulevanî

Divê em her tim alîgir bin. Bêalîbûn/neutralbûn alîkariya zaliman dike, 

qet alîkariya gorî (qurban) nake.

Bêdengî cesaretê dide êşkencekaran, tu carî yê êşkencekirî.

Elie Wiesel (1928-1916)

Fîlosofê almanî Immanuel Kant di gotareke xwe de sala 1784 bi navê “Ronakbîrî çiye? /What Is Enlightenment?” ronakbîriyê tarîf dike û dibêje ku Ronakbîrî derketina mirov ji zona bêçareya xwe ya xwebexş e anku azadkirina hiş û aqlê xwe ye. Paş, ew behsa du hîmên Ronakbîriyê dike, zanîn û biwêrî ku du stûnên giring in û bêyî wan ronakbîrî nabe.

Û da ronakbîrî bibe rastî û pêşbikeve mercekê giring pêwist e, ew jî AZADîye. Azadî xaleke herî giring e jibo pişkivîna ronakbîriyê ku pêşketinê bi xwe re tîne di hemû astan de. Helbet ne merc/şert e mirov rast be di dîtinên xwe de, dibe mirov şaş be jî lê ya giring mirov bikare bêtirs aqlê xwe bikarbîne, dîtina xwe bîne ziman û biwêre wê bike.

Zanîna bê biwêrbûn ne tiştek e û biwêrbûna bê zanîn jî ne tiştek e. Li Kurdistanê û derveyî welat rewşeke perîşan li meydanê heye, intelktueliya kurd di asteke pir lawaz de ye. Erê, kesên awarte hene, canik û camêrên jêhatî jî hene, kesên hewl didin vê rewşa kembax biguhurin û miletê xwe pêşve bibin, wî bigehînin girava azadî û rizgariyê; ew kes hene lê pir kêm in.

Pêla dijber, pêla newêrek û berjewendîperest li rewacê ye, ew bûne bingehê kultureke nizm, paşketî û negehiştî di nav civata kurdî de. Ev karakterên negativ beşek in ji kesayetiya wan kesan, piraniya wan kesan ne bêgav/mecbûr in wê şelafî û durûtiyê bikin, hinek bi salan in li derveyî welat dijîn û ti pêwistiya wan bi partiyan nîne. Lê mixabin wan pişta xwe dan milet û berê xwe dan berjewendiyan. Li vir mebest ne kesên bi bawerî û dilsafiyê kurdayetiyê dikin û dîtinên xwe tînin ziman belku kesên sistematik û bêbawerî dikin, kesên wijdanê xwe difroşin û koletiya hin kes û partiyan dikin.

Ev şêla han ne tenê derbarê bûyerên aktual û rojane li Kurdistanê belku ew derbasî bîrewerî û nivêsîna biografyan jî dibe. Bi kêmanî navê çend intelektuelên kurd dizanim ku naxwazin biografya xwe binvêsin.

Du ji wan camêran Reşo Zîlan û Jabar Qadir e, ew bêdengî û pasîvbûnê heldibijêrin. Birêz Reşo Zîlan dibêje: -“Ger ez binvêsin gereke ez rastiyê binvêsin û ez rastiyê binvêsin ez ê dilê hinekan birîndar bikim û ez naxwazim wan birîndar bikim û loma ez nanivêsim”. Birêz Jabar Qadir dinivêse: – “Hinde caran hin tiştan dinivêsim, lê bi hêviya hindê nînim bîrewerîyên (biografya) xwe binvêsim çûnkî tama/çêja wê nemaye, her kesek tê (kesên bîbliografya xwe nivêsîne, dinivîsin) û xwe dike şêr û frîşte/milyaket û mirov nikare hemû rastiyan bîne ziman û jiber hindê ger nikarî rastiyan weke xwe bêjî, baştir e bêdeng bimînî.”

Helwêsta van herdu camêran gelek baştir e ji kesên nerastiyan dinivêsin û dîrokê tevlêhev dikin. Helbet netoleransa civatê û hestê bitenêbûnê û ne têgehiştina xelkê kurd, hêrişa partiyan û zimandirêjan; wan intelektualan paldide ku bêdengiyê helbijêrin û rastiyan nenivêsin. Xwezî ne wisa be.

Azayî û biwêriya intelektuelan tim jibo avakirinê ye, ew rexneyên konstruktiv û avaker dikin, ew ger şaşbin jî diyalogeke vekirî û gotubêjeke bikêr dikin, kultura danustendinê bilind dikin ku di encam de ew kêrhatî dibe jibo civatê, bêgoman ger hine caran hin tûjî û rastiyên hişk jî têde hebe normal e lê ew qet nayê wateya zimandirêjî, helweşandin û hêreşkirinê.

Hinek “intelektuelên” kurd xwe kirine advokat û parêzerên hin partiyan û gelan û weke kontra bi argumentên vala tim şûrê wan li ba ye. Ti kurdekê asayî û normal dij gelên li Kurdistan dijîn, nîne lê hinek “kurd” rabin û bi mebesta komkujiya ermeniyan bêxin stûyê kurdan, ew nizimbûn û bêhişbûna herî absurd e, ermen wê nabêjin lê hin kurd û partiyên kurdî dibêjin. Diyare mebesta wan ne xêrxwaziya kurdan û ermeniyan e, ew ji aliyekê ve tên paldan da wan gotinan bikin, zerer û xirabiya wan siyasetvan û intelektuelan yekcar mezin e, ew dîrekt/indîrekt naxwazin kurd û doza kurdî pêşkeve, kurd bigehin mafên xwe.

Mixabin hinek şev û roj rexneyan, bêrêziyan, desinformasyon û derewan derbarê Başûrê Kurdistanê dikin bi taybetî kesên derdora PKKê/HDPê. Erê, rexne maf e û mafê her kurdekê heye rexnan bike, nerxandinan bike, bîr û baweriyên xwe bêje lê ne jibo helweşandina statuya Başûrê Kurdistanê ku hêvî û çavê hemû kurdan li wir e, ne jibo dijminatiya Başûr û partiyên wê, ne jibo parastina sinûrên dagirkeran. Şaşî û gunehên başûr pir in, ji kesan bigre heya partiyan û hukumetê lê alternativa nemana wan pir xirabtir e jibo kurdan û ew qet ne çareserîye.

Kesên dijminatiya Başûr bi mebest dikin hene lê kesên tam dijberê wan jî hene, kesên şelafiyê, durûtiyê û tenê pesindana Başûr dikin jî hene. Ew rexneyan li rexnegirên Başûr dikin bêyî ku bîr li pêşeroj û berjewendiya miletê kurd bikin, zerera van jî ne kêmî kesên dijminatiya Başûr dikin.

Di siminareke xwe de Dr Burhan Yassin behsa bûyeke Winston Churchill dike. Di dema Winston Churchill de hine giregir diçin cem wî û gazina “Demokrasiyê” û hin kêmasiyên wê jê re dikin. Ew giregir 4,5,6 kêmasiyan dijmirêin. Winston Churchill dibêje wan, ew kêm e, ew ne tiştek e, ez dikarim du qatan zêdetir kêmasiyên “Demokrasiyê” bêjim, lê alternativa baştir ji demokrasiyê nuha me nîne.

Mirov dikare derbarê Başûr jî heman gotinê bêje, kesên rexneyan li Başûr digrin mafdar in û mirov dikare bi du qatan zêdetir ji wan rexnan li Başûr bike lê kurdan alternativa Başûr nîne, alternativeke baştir ji Başûr me nîne nuha.

Başûr mîna oksîjena jiyanê ye jibo hemû kurdan, xêra wêxêra hemû kurdan e, şikestina wê jî şikestina hemû kurdan e. Û loma gereke em wê bi hemû hêza xwe biparêzin, lê ne bi şelafî û gotinên vala belku kêmasiyên wê bêjin, wê rexne bikin, wê reform û ava bikin, piştgirî û berevaniya wê bikin.

Başûr bûye çiqlê çavê dijminên kurdan. Dewletên dagirker Turkiye, Iran û Îraq û Suriye li benda delîvekê ne da statuya Başûrê Kurdistanê têkbidin û wê ji holê rakin. Lê ew ji hevkarên kurdan weke Amerika û Ewropa newêrin wê gavê bavêjin nuha.

Li vir aktivbûna rola intelektuelên kurd tê xwestin, nabe ew bêdeng bibin yan bibin beşek ji şerê qirêj dij berjewendiyên Kurdistanê. Kurd li Bakur ku beşê herî mezin û herî pasîv û bêdeng e, dikarin bibin beşek ji çareseriya Kurdistanê û Tirkiye bêgav bikin mafê kurdan bidin. Mixabin ti daxwaza wan hêzên ku dikarin tiştekê bikin jibo Kurdistanê, nîne, wan ne tenê dev ji kurd û Kurdistan berdane, belku ew bi xwe bûne beşek ji sistemê dij armanc û hêviyên kurdan. Heyf, rewşa me li Bakur bûye sal bi sal xwezî bi par e.

Di mejiyê kesên azad û intelektuel de, kesên pîroz nînin, rêxistin, têgehiştin û armancên pîroz nînin. Intelektuelên rast û durust xwe hiş azad dibînin û aqlê xwe didin karkirin bêyî îddîaya rastiya dîtin û boçûnên xwe bikin.

Ol û rêxistinên hişk dij ronakbîriyê ne, ew mirovan dikin kole, nahêlin xelk bi azadî bîrbikin, mejiyê xwe bidin karkirin, wijdanê xwe bêjin û ji refê derkevin. Ew dibin rêgir hember pêşveçûna ronakbîrî û intelektueliya kurdî.

Jibo Kurdistaneke azad û serbixwe çend pêwistiya me bi kesên mejîvekirî, azad, zana, rewşenbîr, ronakbîr û intelektuel heye. Pêdiviya me bi hişmendiyeke kurdî û Kurdistanî heye. Mînakek ji vê hişmendiya Kurdistanî dr Negin Jafaar e, jineke doktor ji Başûr, ji Helepça şehîd e û nuha li Danmark dijî, ew di posteke xwe de dibêje:

– Nexêr ez ser bi Israel nînin, ez ser bi Bakur im, ser bi Rojava me, ser bi Rojhelat im

Belê pêş hemû tiştî, ez kurd im û Kurdistanî me.

Bi hêviya vê hişmendiya Kurdistanî û wê rojê ku roj li welatê rojê hilbê jor!!!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *