GIRINGIYA JIMARA 21ê

GIRINGIYA JIMARA 21ê

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkoler

 

Seydayê hêja Mele Hazim Badikî ku yek ji nevîçirkên MALA BAD a li paytexta Farqînê bûye, du rûpel destnivîsa xwe ya bi tîpên erebî bo min hinartin. Nivîs li ser jimara 21ê ye. Hin jimar bi ola Islamê û Qurana pîroz ve, hinek jî bi kurdewariyê ve têkildar in. Min jî ew nivîs demildest veguhazte tîpên Latênî û raberî xwendevanên RIATAZA dikim.

Di nivîsa Seyda Badikî de, 30 xal hene, min jî 4 xal lê zêde kirine. Çar xalên nivîsa min ji 31ê heta 34an e.

 

Fermo em em bala xwe bidin wan xalan:

1) Dewleta MED/MADê ji aliyê 21 eşîrên Kurd ve ava bûye.

2) Ji ber hindê 21 tîrêj di Alaya Kurdî de hene.

3) Newroz di 21ê Adarê de ye.

4) Mele Seîdê Kurdî (Bedîuzeman) roja 21ê Adarê çûye Urfayê û piştre roja 23yan li wirê, li otêla bi navê Îpek Palasê çûye ber dilovaniya Xwedê.

5) Eqîqe 21 roj piştî çêbûna zarûkan tê dayîn.

6) Zarûk heta bibe 21 mehî, şîr ji pêsîra kijan jinê vexwe, dibe kurê wê jî.

7) 21 ”belaxet” li ser Çiyayê Cûdî hene.

8) Pilaqeya Diyarbekirê 21 e.

9) 21 bavên Pêxember ên rast hene.

10) Pêxember Muhemed 21 carê çûye cengê.

11) 21 avdeyên sipî di rihê Pêxember de çêbûne.

12) Cara ewil dema ku Pêxember ji Medîneyê çûye Mekeyê, 21 nivêj kirine.

13) Gotina 21 Sehabiyan: Pêxember gotiye: Kî mizgeftekê ava bike, Xwedê xaniyekî li Behiştê jê re amade dike.

14) Dema Ayeta herî dawîn a Quranê dahatiye, piştî wê Pêxember 21 roj li jiyanê maye.

15) Quran di 21 cihan da muwafiqê hev in – Hezretê Omer

16) Ayeta ”Bismilahirrehmanîrrehîn”ê 21 tîp in.

17) 21 kevirok di ”Recma Şeytên” de têne bikaranîn.

18) Di temenê mirovan de 4 pêngav hene: 21 zarûktî ye, 21 gencîtî ye, 21 gelsîtî ye, 21 kalîtî ye.

19) Navbera Hecer-ul Eswed û Ruknê Yemenê, 21 metre ye.

20) 21 tevger û livak di Hecê de hene (heft cargera li dora Ke´beyê, heft car çûnûhatina di navbera Sefa û Merwayê de, heft car Recma Şeytên)

21) Kûrahiya Bîra Zemzemê, 21 metre ye.

22) Leylet-ul Qedr ji 21ê dest pê dike.

23) Xweda 21 carê bi ”ZO”yê (cot) sond xwariye

24) Xweda 21 carê bi ”KIT”ê (fer) sond xwariye

25) 21 carê di Quranê de behsa Erşê bala hatiye kirin.

26) Xweda di Quranê de 21 car gotiye ”Gelî Mirovan”

27) 21 Ayetên xêrê di Quranê de hene.

28) Pêşî 21 Sehabiyên Pêxemberî Quranê peyitandine, hêj wek pirtûk hatiye amadekirin.

29) 21 demîr (daçek) di Ayet-ul Kudsî de hene.

30) 21 zarûkên Îmam Elî çêbûne.

 

XXX

31) Cejna Zimanê Dayîkî ya Cîhanê, 21ê Sibatê ye.

32) Kesê ku bixwaze bibe şêx, ji xeyn rojên silûkê, 21 roj di birçîbûnê de dimîne.

33) Di 21 rojan de çîçik ji nava hêkê derdikeve

34) Daweta bi heyteholê, 21 roj didûmîne.

 

Gelo ev xalên ku hatine diyarkirin, rastlêhatin in?

Bêguman hunereke îlahî tê de heye.

Hêja ye ku meriv lêkolîn li ser van xalan bike. Dibe ku gelek xalên wisa yên dî jî derkevin holê

Her şad û bextewer bin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *