”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 63

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 63

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Dîroka Kurdistana Îraqê ya here nû”. Em îro beşa wê a sisîyan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

S. M. Îvanov

Dîroka Kurdistana Îraqê ya here nû -3

Kurd pêşî ser wê bawerîyê bûn, ku di Îraqa piştî Seddam Huseyn da wê du babetên federasyonê hebin: federasyona kurdan û ya ereban. Lê zûtirekê dîyar bû, ku Îraq di hêla olî da jî perçe dibe: perçebûn di navbera şiîyan (ku piranî bûn) û sunîyan (ku kêmanî bûn) da diqewimî. Derkete holê, ku êdî bi kêmanî sê federasyon dikaribûn hebûna (ya kurdan, ya erebên şiyî û ya erebên sunî). Pêla tevlihevîyan, xiringêleyan, terorê, zordestîyan û bêxwedîtîyê li tevaya Îraqê bela bû. Ji hemûyan xirabtir jî nearamîya li herêmên welêt yên navbendî û başûr bûn, herçend êrîşên terorîstîyê li herêma otonom a Kurdistanê jî diqewimîn. Dest bi şerê terorîstîyê yê demdirêj bû. Şer êdî ne tenê di navbera şiîyan û sunîyan, an jî di navbera îraqîyan û leşkerên zevtkar da bûn, lê herwiha di navbera komên şiîyan û sunîyan – navbera deste û teyfeyên cuda-cuda da bûn. Li ser axa Îraqê rêxistinên terorîstîyê yên navnetewî (“El-Qeyde” û yên din), rêxistinên ereban yên tundraw (wehhebîst), casûsên Erebistana Seûdîyê, Qeterê û Îranê jî hebûn. Serokatîya leşkerî ya Îraqa nû û leşkerên Hevpeyman nikaribûn zordestî û terora bê hesab pir ku li welêt bela bûbû, bidine sekinandin. Hela li hev nedihat wê pirsê çareser bikin ka modela dewletê ya Îraqê û Kurdistana Îraqê gerekê çawa be.

Lê di şertên zevtkarîya ji derva jî dewleta Îraqê a nû destpê kir hêdî-hêdî ser xwe da were. Û kurdan di wê da cîyê xwe yê layîq girtin. Destûra nû ya Iraqê ji bo guhartina strûktûra federal prosedurek maqûl îlan kir, û kurdan karibûn ji vê yekê sûd werbigirtana: herêma kurdan dikaribû çend deverên din jî bike nava axa xwe, dikaribû di nava binecîyan da referendumê derbaz bike ku bizanibe ka ew dixwezin di nava kîjan herêmê da bijîn. Ango, gorî daxweza binecîyan sînorên di hundurê welêt da dikaribûn bihatana guhartin. Bo kurdan hêvîyek peyda bû, ku bi awayekî aştîyane wan hemû axan bikine nava Kurdistana Îraqê, ku ji kal û bavan da axa wan bûye. Destûra nû a welêt îzin dida herêman ku Destûra wan bi xwe hebe, qanûnên wan, herwiha serekê herêmê – qaymeqam, sazîyên zagûndarîyê – parlamento û hukumeta wan hebin.

Kurdistana Îraqê hêdî-hêdî bû modeleke bêhempa ku çawa di goveka welatekî hevgirtî da pirsgirêka kurdan bi heqî tê çareserkirin, bi wê ra tevayî jî him mafê miletan bo xwerêvebirinê, him jî yekîtîya axa dewletê wekehev têne parastin.

 

Di salên piştî hilweşîna desthilata Seddam Huseyn ra derbazbûyî da Herêma Kurdistanê a xweser di karê bi qanûndarî qeydkirina maf û azadîyên xwe da bi rêyeke sext û dijwar ra derbaz bûye, û ew maf çek di destan da hate bidestxistinê.

 

Kurdistana Îraqê di Îraqa nû da bû federasyon bi hemû maf û serdestîyên xwe va. Li vê herêmê îro her mecalên bona dewletbûnê hene: alaya netewî, sirûda welêt, Destûr, qanûnên herêmî, parlamento, serokkomar, hukumet, sîstema dadwerîyê û bacê, polîsên parastina qeyde û qanûnan, gumruk, heta hêzên çekdar yên parastina welêt – desteyên pêşmergeyan. Zimanê kurdî (zaravayên wî) – zimanê dewletê yê duduyan e (zimanê herêmî yê hevtêgihîştinê) li Îraqê. Lê hukumeta Herêma Kurdistana Îraqê kar û barên xwe yên sîyaseta der û aborîya der bi serî xwe birêva dibe, hema bêje bêy ku guhê xwe bide hukumeta navbendî ya Bexdayê.

Li Herêma kurdan a Îraqê hemû sazîyên sereke yên civaka sivîl hene: medyaya serbixwe, bi dehan partîyên sîyasî û bi sedan rêxistinên civakî hatine qeydkirin. Partîyên sîyasî yên sereke li Herêmê wek herdem Partîya Demokratîyê ya Kurdistanê (PDK) bi serokatîya rêberê wê yê herdemî Mesud Barzanî û reqîbê wê Yekîtîya Niştimanî Kurdistan (YNK), ku bi navê Celal Telebanî vat ê girêdan (1933-2017). Sala 2009an “Tevgera bo guhartinan” (“Gorran”) ji YNK veqetîya, ya ku hewil dide zora partîyayên “kevin” yên herdemî bibe. Nûnerên Yekîtîya Îslamî a Kurdistanê, Tevgera Îslamî a Kurdistanê, partîyên îslamî yên din ya xaçparêzîyê û ya turkmenan bi aktîvî tevî jîyana welêt a sîyasî dibin. Di parlamento û hukumeta Herêma Kurdistanê da gelek jin hene, hema bêje nûnerên hemû miletan û olan hene, ku bi jimara xwe va kêmjimar in (ermenî, ereb, turkoman, aşûrî, kurdên êzdî, xaçparêz). Berbihêrî, toleransa di hindava hemû komên binecîyan da, xêrxwezî û dilovanîya ber bi biyanîyan û nûnerên bi bawermendîyên ji hev cuda qedir û hurmeta Herêma kurdan a Îraqê pir dane bilindkirinê.

Di Herêma kurdan a otonom da weke sî nûnertîyên dîplomatî yên welatên biyanî, di nav wan da herwiha Konsûlxaneya Sereke a Rûsîya Federal, bi dehan şîrketên biyanî yên bazirganîyê, bi hezaran kompanîya û karxaneyên welatên dereke kar dikin.

Li Kurdistana Îraqê xanîyên nû, stasyonên êlêktrîkîyê yên teze, santralên nû, sazgehên avdanê, pira, rê, balafirgeh, mêvanxane, komplêksên geştiyarî, zanîngeh, înstîtû, xwendinxaneyên pîşeyî, dibistan, nexweşxane têne çêkirin, pîşezaîyên di rûyê şêr da hilweşîyayî têne sererastkirin, malhebûna gund, warên jîyînê yên rûxîyayî, di nav wan da bi sedan gund, careke din tên avakirin. Eger em Herêma Kurdistanê bidine ber herêmên Îraqê yên din, em dikarin bêjin ku li vira rewş pir aramtir e, gefên terorîstîyê û aktîvîya çeteyên îslamîst li vira hema bêje xuya nabin, pêwendîyên ji herdu alîyan ra kardar bi Tirkîyê û Îranê û welatên mayîn ra rasterê dibin. Herêm di bûyerên li Sûrîyê û pevçûnên çekdarî di navbera erebên sunî û erebên şiyî da li Îraqê helwestek bêalî nîşan dide. Kurdên Îraqê tenê wî çaxî mecbûr bûn tevî şerê dijî cerdên wa gotî “Dewleta Îslamî” DAÎŞê2 bibin, dema çeteyên terrorist êrîşî li ser gund û warên kurdan kirin. Desteyên pêşmergeyên kurd yên Îraqê bi piştgirîkirina Hêzên leşkerî-hewayî yên Hevpeymanîya navnetewî ne tenê devera bi stratêgî pir giring Şengal û Kerkuk rizgar kirin û çeteyên ji DÎ (Dewleta Îslamî)3 ji wir raqetandin, herwiha alî birayên xwe yên Sûrîyê kirin bajarê xwe Kobanî biparêzin.

Herêm li cîyekî pir bi semt e, li ser xaçerêyên stratêjîk û xetên lûleyên neftê perr vedaye. Li Kurdistana Îraqê hewa nerm e, binerdê wê bi zexîreyên xwezayê va (neft, gaz, av) dewlemend e. Gencên wê xwendî ne, pale û xebatkar xwedî pîşe ne, li vira bo bîznêsê û vekirina karxaneyan cîyekî bêhempa ye.

Gorî qanûna feredal Herêm gerekê bo pêşketina xwe ya di hêla sosîal-aborî da 17 % byûcêya dewletê bistîne, ku gorî selefên binecîyên wê ye. Lê Bexda herdem fînansekirinê têk dide, û desthilata herêmê mecbûr dimîne bi xwe rêyan bigere bona byûcêya herêmê dagire. Serkanîya hatinîyan ya sereke – ew bi riya axa Tirkîyê firotana neftê û gaze ye. Herwiha qanûna herêmê ya bi xwe heye derheqa mehsûletên neftê da û herwiha derbarê bacên ji bo veberhênerên (investor) ji welatên biyanî hatî da.

Jimara kesên ku di demên buhurî da warên xwe yên jîyînê terk kirine û jê derketine û niha vedigerin ser axa ber dilê xwe ezîz, her diçe zêdetir dibe: kurd, ereb, ermenî, aşûrî, turkoman, tirk, cihûyên dewlemend. Ewana ji welatên dûr û nêzîk vedigerin, herwiha ji Awropayê û Amêrîkayê jî.

Hukumeta Kurdistana Îraqê guhdarîyeke mezin datîne li ser karê geştîyarîyê (turizmê). Mêvanxane û kampên nûjen têne çêkirin, warên geştîyarîyê yên nû têne avakirin, heykelên çandî yên arkêologî û dîrokî yên bi kemala hemcihanê, ku hatibûn xirabkirinê, têne nûjenkirinê. Sala 2005an li Suleymanîyê balafirgeha navnetewî ya nûjen hate vekirin. Di dawîya sala 2009an da bi alîkarîya veberhênerên Tirkîyê bi alîkarîya veberhênerên Tirkîyê û pîşezanan çêkirina balafirgeha duduyan ya navnetewî ”Hewlêr” li Erbîlê xilaz kirin. Ew balafirgeha here mezin e li herêmê di hêla mezinaya erdê balafirdanînê va: 4800 mêtro ye. Bi dehan firokeyên navdewletî her ro geştên geştyariyê bo Kurdistanê dikin.

Bingehên êlêktrîkîyê yên nû têne çêkirinê û yên ji dest şêr wêranbûyî-kavilbûyî têne temîrkirin û nûjenkirin. Hîn jî kêmbûna elektrîkê li welat heye, lê jixwe diyar e ku em ê bikaribin di wî karî da biserkevin. Hukumeta Herêma Kurdistanê plan kirîye di salên nêzîk da weke sî bendavên teze bide çêkirin, ku wê ne tenê alî pêşketina karê hîdroênêrgêtîkayê bike, lê di heman demê de çêkirina rezervên ava vexwarinê ji bo çandinîyê û dabînkirina ava bajaran û gundan.

Gorî malûmatîyên Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Kurdistana Îraqê, bazirganiya giştî ya derveyî herêmê di sala 2015-an de di salê de nêzikî 20 milyar dolarên Amerrîkî bû, û hevkarên sereke Tirkîye û Îran bûn. Li Kurdistanê jimara binecîyên her diçe zêdetir dibe: zaroanîn pir e û mirin hindik e. Xênji wê, binecîyên warên Îraqê yên din hewil didin cîguhastî Kurdistanê bin û li wir bijîn, ji ber ku li wêderê rewş aram e û dereceya halxweşîya niştecîyan bilind e; kesên ku li warên dûr bûbûn penaber, vedigerin. Sala 2015an li Kurdistana Îraqê weke çar mîlyon kurd hebûn, mîlyon û nîvek kurd jî ser axa dervayî Herêmê, li warên welêt yên wa gotî ne bêlî dijîn.

 

Wêne : Some of Yezidi of the Kars Region, Gozluja village, 1912.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *