TAKEKESÎ

TAKEKESÎ

Husên Duzen

Di kurdiyê de peyva takekesî baş rûniştiye. Kêmzêde tevahiya zimanan ji bo têgeha latînî îndîvîdûûm peyvek ji xwe re afirandine. Peyva takekesî mîna dijbera tevahiyê, civakê hinek mafên kesan jî diparêze.

Jê pê ve ҫavkaniya afirînê, berhemdariyê ye takekesî. Di vê peywendê de tê wateya kesayetiyê jî. Civakên xwediyê kesayetiyên xurt dikarin bibin xwedî pêşerojeke serkeftî.

Di afirandina peyva take-kes de lawaziyeke civaka kurd bala min kişand. “take” tê wateya “tenê”, ango takekesî tê wateya kesê bitenê jî. Di zimanên din de ev analogiya “kesê bitenê” ji bo peyva individuum dernakeve pêş.

Ger em bala xwe bidin bizavên kurdan, ҫi siyasî ҫi civakî yan jî ҫandî be, kesekî bi tenê derdikeve pêş û gelek caran jî jiyanê li kurdan dike dojeh. Dibe ku hinek bên ser wê hizrê ku derketina kesên wisa ne berhema civaka kurd e, wek mînak ku Abdullah Öcalan ne ji kevneşopiya kurdayetiyê, lê ji stalînîzmê hatiye nav me. Ger rewş bi mînakên mîna vê bimaya, me yê maf bida xwediyê vê hizrê.

Wer xuya ye, di dema me de jî kî radibe partiyekê ava dike, kî kovarekê derdixe, kî komelayekê ҫêdike, her mîna peyayê bi tenê derdikeve pêşberî me. Ger di redaksiyona kovara wî de bi dehan kes hebin jî ew kes her dibêje û dibilîne ku wî bi tena serê xwe ew kovar derxistiye, yan jî partî û komeleya xwe ҫêkiriye.

Dibe ku niha hinek bibêjin, ҫi baş e ku takekesên me ewqas zîrek in û karên ku li welatên din bi gelek kesan tên kirin li ba me bi kesekekî tenê dibe. Xwezî babet ewqas hêsan ba.

Heyf û mixabin ku di vê bûyera takekesiyê de jî pirsgirêkên kesayetiyên me xwe didin der. Kesayetiyên têkҫûyî nayên dîtin, ger ew bi kesên din re nekevin danûstandinê. Ger ew karibin ji xwe re saziyekê avabikin û li ser dika wê bi tena serê xwe rûnên dê tu carî pirsgirêkên kesayetiya wan neyên dîtin.

Ji ber ku vê rastiyê dizanin gelek kesayetiyên me yî xwedî derfet û desthilatdarî her xwe mîna takekes dibinîn û bi civaka nezan jî ji xwe re li ҫepikan didin.

Bi qasî ez dibînim peywendiyek di navbera têgeha takekesiyê û vê rastiya me de heye…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *