Loke

Loke

Seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed Nesrîn Rojkan xanimê

pêşnîyara malpera me qebûl kir û soz da ku dem bi dem ji me ra

rêzenivîsa gotarên li ser VIKINGan binivîse.

Em sipasîya wê dikin û îro gotara wê a sisîyan raberî we dikin.

Nesrîn Rojkan,

Seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed

 

Loke gelek lihevhatî ye. Yekî pêbawer e, mirovan xweş ikna dike û zû tê hezkirinê, lê belê ji hemû nişteciyên Asgårdê qurnaztir, fenektir û nehstir e. Lewra heyf e ku ew çend, tarîtî di nava wî de heye: ew çend kîn, ew çend kumreşî û ew çend arezû.

Loke kurê Laufey e, ku jê ra Nal jî dihate gotin, yan jî ”nål” (derzî), lewra ew yeka zirav, bedew û çeleng e. Tê gotin ku babê wî jî dêw bû û navê wî Farbaute bû ku watêya navê wî ”derba xeterê lê dide”ye û ew bixwe jî wek navê xwe xeter e.

Loke dikare li ser hewayê biçe, bi solên xwe yên firinde ve, û her wuha ew dikare rûxsarê xwe biguhere û bibe wek mirovên din, yan jî ruhê ajelan li xwe bike, lê çekê wî ya rastîn hişmendiya wî ye. Ew ji hemû xwedayan jî, ji hemû dêwan jî serwexttir, nehstir û fesadtir e. Oden bixwe jî wek wî durû nîne.

Loke birayê xwînî yê Oden e. Xwedayên din nizanin kengî Loke hatiye Asgårdê, yan jî bi çi awayê hatiye. Ew hevalê Tor e û xayîn e. Dibe ku xweda qehra wî dikêşandin ji ber ku fên û fênbaziyên wî, hingî bela dianî serê wan, ji belayan diparastin jî.

Loke dinyayê bêtir balkêş, lê ewlehiyê jî kêmtir dike. Ew xwedayê jêhatî babê cinawirekî bû, û sedema êş û belayan bû. Sê zarokên wî bi jina wî ya dêw Angerboda re hebû. Zarokên wî Fenrisulven (gurê Fenrî) Midgårdsormen (marê baxçeya navîn) û Hel. Ew hersê zarok jî cinawirên dirinde bûn.

Loke gelek vedixwe, û dema vedixwe jî nikare bi zimanê xwe, ramanên xwe û kiryarên xwe. Loke bi zarokên xwe re beşdarê Ragnarökê, dawîyê hertiştê,dibin û dema beşdar jî dibe, ne aligirê xwedayên şervan ên Asgårdê ne.

Ew di gelek helbestên Edda de cih girtiye û di mitolojiya Bakûrî/Vikingî de rola wî giring e. Canbazê cihana wan e.

Heta demên niha jî navê wî di stran û zûgotinokên civatê de derbas dibe. Biharê dema şoran ji erdê radibe Skandinaviyan digotin ku ew mij, mijê Locke ye.

Dema diranê zaroyan diketin, zaro jê re distran û digotin:

”Loke Loke bide min didanek hestî, bidim te didanek zêrîn”.

Ew çakûça Tor dide dizîn ji bo ku bikare bi keça xwedayê deryayê Freja re bizewice û herwuha dibe sedema kuştina Balderê bedew.

Ew çend kesayetiyek kotî û tarî jî be, Loke nebûya, dê ev çîrok jî nebûna.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev