Berhemên kurdzanên me – 278

Berhemên kurdzanên me – 278

Me di 277 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka şairê rûsan yê herî binavûdeng Aleksandr Pûşkîn ”Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da”, beşa wê a sisîyan raberî we bikin.

Ev berhema giranbuha, ku berî 200 salan bi rûsî û gelek zimanan çap bûye, bi kurdî çap nebûye. Em wê kêmanîyê bi riya malpera xwe, bi wergera berpirsyarê xwe – Têmûrê Xelîl dadigrin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da – 4

 

A.Pûşkîn 

Serê duduyan

 

Tîflîs. Himamên gel. Hesenê bê bêvil. Erf-edetên gurcan. Sitiran. Şeraba Kaxêtê. Sebebê germayan. Buhabûn. Dêm û bengzê bajêr. Çûyîna ji Tîflîsê. Şeva Gurcistanê. Dîdema Ermenîstanê. Derbazbûna dubare. Gundê ermenîyan. Gêrgêr. Grîboêdov. Bêzobdal. Kanîya ava medenîyê. Bagera li çiyan. Şevbihêrîya li Gumrîyê. Ararat. Sînor. Mêvanhizîya tirkî. Qers. Malbeta ermenîyan. Derketina ji Qersê. Havîngeha mîrlaw Paskêvîç.

Ez li motêlê hêwirîm, rojtira din min berê xwe himamên Tîflîsê yên bi nav û deng. Bi min wisa hat, ku bajar pirmeriv e. Xanîyên bi cûrê Asîyayê û bazara wira Kîşînyov anîne bîra min. Bi rêyên teng û xaro-maro merkebên bi xurcan va dibezîyan; erebeyên, ku hesp bi wan va hatibûne girêdan, rê asteng dikirin. Ermenî, gurc, çerkez, fariz berevî meydanê bûbûn; di navbera wan da karmendên rûsan yên genc bi siyarî, ser mihînên Qerebaxê dimeşîyan. Ber derê himamê xwedîyê wê rûniştibû, ku farizekî extîyar bû. Ewî derî ber min vekir, ez ketime odeya mezin û min çi dît? Zêdeyî 50 jin, yên genc û mezin, nîvtazî û tazî, rûniştî û şipîya ber textên li rex pencereyê kincên xwe diêxistin û li xwe dikirin. Ez sekinîm. “Em herin, em herin,- xwedî ji min ra got,- îro sêşem e: roja jinan e. Lê, ne xem e”. –”Hilbet, ne xem e,- min bersîva wî da,- hela eksî wê”. Hatina mêran tu tesîr li ser wan ne kir. Ewana wek berê dikenîyan û bi hev ra dipeyivîn. Tu yekê hewil neda çarşevê bavêje ser xwe; tu yekê dest ji êxistina kincan ne kişand. Wisa xuya bû, ku ez ketime warekî batinî. Gelek ji wana bi rastî jî kaw û ciwan bûn û xem û xeyalên T. Mûr îzbat dikirin:

 

a lovely Georgian maid,
With all the bloom, the freshen’d glow
Of her own country maiden’s looks,
When warm they rise from Teflis’ brooks.
Lalla Rookh
{7}.

 

Lê dewsa wê min texmîn kir, ku ji pîrikên gurcan xirabtir tu tişt tune: ewana pîrhebok in. Ew kesê fariz ez birime himaman: himamên germ, bi ava kelîyayî, kanîya di rengê hesinî-gewr da dirijîya nava teşta kûr, ku weke şikevtekê bû. Min di jîyana xwe da himamên wisa baş ne li Rûsîyayê, ne jî li Tirkîyê dîtibû. Ezê gotina xwe bi hûrgilî şirove bikim. Xwedî teterekî karkirê himamê ra got, ku miqatîyê li min bike û çû. Ez gerekê li xwe mukur bêm, ku ew bê bêvil bû; lê ew jê ra ne dibû asteng, ku bibe hostayê karê xwe. Hesen (ew navê teterê bê bêvil e) ji wê yekê destpê kir, ku ez danîme ser erdê kevirî yê germ; piştî wê ewî dest pê kir laşê min nermehetî kir, bi kulman zexm li min dixist; min tu êş texmîn ne dikir, lê rehetîyekê ez hingavtim. (Karmendên himaman yên Asîyayê carna dikevine nava axûnê, banzdidine ser milên te, bi lingan ser parxanên te ra dişûlikin û bi qerefîskan li ser pişta te direqisin, е sempre bеnе) {8}. Piştî wê ewî demeke dirêj bi kîseyê rîs va bedena min miz da, ava germ direşanda min, destpê kir bi qumaşekî kefa sabûnê li ser ez şûştim. Meriv dikeve heyecanê: sabûna germ mîna hewayê li bedena te dikeve! NB: qumaşê rîs û kefa sabûnê gerekê li himama rûsan da herdem hebe: kesên zane gerekê ji nûyîtîyeke wisa memnûn bin.

Piştî şûştina bi kefê Hesen ez kirime nava teştê; bi wê yekê va ew heytehol xilaz bû. Ez bi hêvî bûm li Tîflîsê Raêvskîy bibînim, lê dema pê hesîyam, ku taxbûra wî îdî ketîye rê, min biryar kir ji mîrlaw Paskêvîç hîvî bikim, ku destûrê bide ez bême nava taxbûra wî.

Ez weke du heftêyan li Tîflîsê mam û bi civaka wir ra bûme nas. Sankovskîy, ku weşangerê “Tîflîsskîy vêdomostî” bû, gelek behsa vî warî, mîrlaw Sîsîanov, A. P. Yêrmolovayê û kesên din kir. Sankovskîy ji Gurcistanê hiz dike û bi hêvî ye, ku paşeroja wê gerekê gul û geş be.

Gurcistan di sala 1783an da kete bin bandûra Rûsîyayê, lê dîsa jî Axa-Muhemmedê navdar di sala 1795an da Tîflîs zevt kir, wêran kir û 20 hezar binecîyên wê dîl girt. Gurcistan sala 1802an kete bin bandûra împêrator Alêksandr. Gurc miletekî mêrxas e. Ewana di bin alên me da mêrxasîya xwe îzbat kirin. Jêhatina wan hewcê xwendina zêde ye. Ewana merivne sosîal û bi eşq in. Rojên cejinan mêr vedixun û di kolanan da digerin. Xortên çavreş distirên, direqisin û şa dibin; jin lêzgînkayê direqisin. Sitiranên gurcan pir xweş in. Yek ji wan sitiranan ji bo min gotin bi gotin wergerandin; wisa xuya ye, ku ew di dema nû da hatîye sêwirandin; di wê da bêfikîrîyeke rohilatî heye, ku xwedî serdestîyeke helbestkî ye. Ew sitiran wa ye:

 

Ruhê, ku van dawîyan li buhuştê xuliqîye! Ruhê, ku ji bo bextewarîya min xuliqîye! Ez ji te, ruhê nemir, li benda jîyanê me!

Ji te, buhara gulvedayî, hîv çardehşevî ye, ji te horîya parastvana min, ji te li benda jîyanê me.

Tu bi bengzê xwe va diçûrisî û bi kenê xwe va şabûnê dikî dilê me. Ez naxwezim dinyayê zevt bikim; ez hewcê beşera te me. Ez ji te li benda jîyanê me.

Gula çiyayî, ku bi qiravîyê va jîndar bûyî! Hizkirîya tebîyetê ya hilbijartî! Cewahira nerm û bê deng! Ez ji te li benda jîyanê me.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev