SOSRETA XEMLA LI ”NAVÊ XWEDÊ”

SOSRETA XEMLA LI ”NAVÊ XWEDÊ”

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkoler

Herwekî caran, gelek wêneyên pîrozbahiya bi Navê Xwedê û wekî din jî hin wêneyên rengîn, ji min re têne hinartin.

Di nava hinariyan de gelek wêneyên balkêş hene, berê jî yên wisa hatibûn. Lê yê herî ku bala min kişand, ev wêneyê Navê Xwedê ye.

Ev bergê Navê Xwedê bi zêr û zîv, bi kevirên Zimrûd û Almast, bi yê Durr û Aqût û Gewher bi tewrekî rind û bedew hatiye xemilandin; li jora kumbeda herdu peştan jî, navê Xwedê bi tîpên erebî hatiye bicihkirin.

Bêguman eger ev bergê xemlê têkeve pêşbirkeke navnetewî, wê bi ciwaniya xwe bibe yekemîn!

Dîsa jî bêguman eger ev berg bi dinyayê bête xuyakirin, wê 6 milyar mirovên ne bisilman, ji Cîhana Îslamê bihevsidin û wê li pêşketina bisilmana şaqiz bimînin!

Ev bergê han ê ku hewqas dirav lê hatine mezaxtin, dide xuyakirin ku jar û belengaz li Cîhana Îslamî nemane, birçî û parsek peyda nabin û ev 57 welatên îslamê di dewlemendiyeke bêsînor de dijîn!

Ez li gelek welatan geriyame, bi medyaya pir welatan re jî rojane rûqal dibin, lê weke Medyaya Welatên bisilman ku hewqas navê Xwedayê xwe dixemilînin, nayên dîtin.

Ji vê jî zêdetir, navê xwedayê ku hewqas bi xeml û rewşe be û ku bisilman li pêşber wî navî jî hewqas xirabiyên derdemî dikin, li çû devereke dinyayê nehatiye dîtin.

Ev teknîka ku em bisilman pê rojên în, yên cejn û şahiyan pîroz dikin, gunehkarî ye û ne babetê navê Xwedayê me ye.

Çi bisilmanê ku li pêşberê vî wêneyî nivêj bike, pê re HUDDÛR û XUŞÛ` namîne. Nivêja ku ev herdu huner tê de nebin jî, wek nivêj nayê pejirandin.

Ev lêçûya ku li vê bergê hatiye mezaxtin, bêguman bi dehhezaran bisilmanên ku nan ji kelaş û çopxaneyan bereh dikin têr dike.

Gelî aqilmendan, ji xwe re bi balkêşî li vî wêneyî binerin û ibret jê werbigirin. Rastî rast e, lê ne karê aqilan e.

Xwedayê mezin me hemiyan ji kiryarên kirêt biparêze û aqilekî paqij bide me… 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev