Hêzên Pêşmergeyan dibin hêzeke niştimanî!

Hêzên Pêşmergeyan dibin hêzeke niştimanî!

Behseke xêrê

Yekgirtina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, ji bo hêzek niştimanî ya Kurdistanê bê çêkirin gelek gotubêj têne kirin. Her Kurdekî/ê niştimanperwer vê yekê dixwaze û ev dibe wek demanek a parastina xaka azad a Kurdistanê.

Di rojên derbasbûyî de çend postên Wezareta Pêşmergeyan hatin guhertin û jêderekî fermî eşkere kir ku pêngavên çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de berdewam in û pêştir jî ji ber şerê DAIŞê ew proses hatibû rawestandin.

Jêderê fermî dibêje: “Pêvajoya yekxistina hêzên Pêşmerge berdewame ji bo avakirina hêzeke yekgirtî ya Pêşmerge li Herêma Kurdistanê. Hemî hewldan têne kirin, lê hin caran jî ji ber pirsgirêkên siyasî ev proses paş dikeve.”

Heta niha 21 lîwayên hevbeş di nav Wezareta Pêşmerge de hatine avakirin û di qonaxa bê de dê hejmarek lîwayên din jî bên avakirin.

Çavkaniya han eşkere kir ku, hêzên Pêşmerge dê bibe hêzeke niştimanî bo parastina hemû rengên cuda yên Herêma Kurdistanê û parastina neteweya Kurdistanê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev