Tu Kurdistan î!

Tu Kurdistan î!

Ruhê welêt li Ermenîstanê cem kurdekî xuliqî

 û li Rûsîyayê kire qîrîn

Torin Bûdî Kurdî

Ji hatî bûnê tu bedew û rindî,

Bi zozanan va tijî sosin û gulî,

Bi gelî û çîyan va herî bilindî,

Bi çem û kanîya va pir zêdeyî,

Tu Kurdistan î, dayîka stêrkayî!

 

Tu dergûşa gelê minî!

Perwerde û mezin kir te gel,

Mîna dayîkê bi destan hejand,

Gelê te pir hêz û dilovan,

Hevalbend, dilan û asan,

Welatê wî ye Kurdistan.

 

Ez deşt û çiyan dinihêrim,

Yên ku te dixemilînin,

Ez wê hewayê distînim,

Ku bi bayê hênik te tije dikin,

Ava kaniya ku dilan hênik dikin,

Tu Kurdistan î, xweş welatî!

 

Rêya te pir mezine,

Bi çevan bê deng dinihêrî,

Xemgîniya dilê xwe nîşan didî,

Bextewarî û evînê xuya dikî,

Derd û kulên xwe par ve dikî,

Tu Kurdistanî, axa pîrozî!

 

Ji bav û kalan tu min hevalî,

Bi qederê tu min va girêdayî,

Tu hezaran salan mala minî,

Tu cihê dayikbûna gelê minî,

Tu dîrokê da herî kevnarî,

Tu Kurdistanî, dilda pîrozî!

 

Axa te ya pîroz hiz dikim,

Çîya û zozanên te hiz dikim,

Bajar û gundên te hiz dikim,

Deşt û daristanên te hiz dikim,

Tu Kurdistan î, te hiz dikim.

 

Serê çiyayên te zivistane,

Binê çîyayên te zozane,

Di ser deştan baran dibare,

Xule-xula çem û kanîyane,

Tu Kurdistan î, dayîka şehîdanî.

 

Di rojên xirab û kêfê da,

Ku welatê min dorpêç dike,

Ezê her wiha bi te bimînim,

Ku hewce be, bo te bimirim.

Tu Kurdistan î, dayîka Kurdayî.

 

Cînaran li te heqaret kirin,

Dilê gel birîndar kirin,

Bajar û gund wêran kirin,

Bi zilm û zorê bindest kirin,

Tu Kurdistan î, welatê Kurdayî.

 

Roj li her deran dikene,

Bi tîrêjên xwe yên azadîyê tîne.

Ala rengîn pêş dikeve,

Li ser bajar û gundên te,

Tu Kurdistan î, welatê kal û bavanî.

 

Êşandin gelê te gelek salan,

Hezaran ji wan şehîd kirin,

Ez tu caran bîr nakim,

Zilm û zora li ser axa te,

Tu Kurdistan î, dayîka qehremanî.

 

Li ser çokan jî tu hatî xwarê,

Lê te bejna xwe ne tewand,

Tu dayîk bûyî li ser axa dilsoz!

Şahidê te ye Ezdayê pîroz!

Tu Kurdistan î, welatê minî.

 

Dest bidin hev ez û tu,

Bi dengekî bilind biqîrin,

Li nav çîya û zozanên te,

Bo serxwebûna gelê te,

Tu Kurdistanî, birîne dilê te.

Bi dilekî şa, li deşt û zozanan,

Ji bo ala rengîn, li ser zinaran,

Ez dikim qêrîn, Ez Kurdim !!!

Ez Kurdistanî me !!!

Li her deran serbilindîme !!!

 

Wêne Yaqûb Kurmanc: Zarokên kurd ên Devera Makûyê. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev