Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – II

Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – II

 Xwendevanên delal, em çapkirina çend beşên nivîseke zanyarî ya lêkoler,

yek ji endamên Koma KURMANCÎ ya Enstîtuya Kurdî a Parîsê

Omitê Mistefê, ku xwendevanên malpera me wî wek Umid Demirhan jî nas dikin,

berdewam dikin. Fermo, îro beşa wê a duduyan bixwînin.

Omitê Mistefê

C.Awireke giştî li serdemên zimanê aryayî

Wekî ku çavkaniyên tewratî, Şanhname û Kurdgalnamek radigihînin, lan û şûnwara gelên aryayînijad “Aran” e û çiyayê “Ararat”ê jî tê wateya “çavkaniya ariyan” (“Arya”+“rad” = “pir, zehf, comerd”: ferhenga Dêhxuda). Jixwe devera “Aran”ê (di çavkaniyên erebî de: “El-Lan/Er-Ran”) hertim ji doraliya vî çiyayî re hatiye gotin; peyva “lan”ê jî di kurdî de tê wateya “şûnwar”ê ku di hinek peyvên wekî “mozelan, Erdelan, kovelan, Bacelan…” xuya dibe.

Madem ku “her giya li ser koka xwe şîn dibe”, divê zimannasiya kurdî devera “Aran”ê wekî maka zimanên aryayî bipejirîne; her wiha xîmê zimannasiya xwe li ser sê çikilan biçikilîne, zanyariyên serdema dagirkeriya piralî dagerîne rastiya zanistî û bi hewldaneke navneteweyî agehiyan wiha rojane bike: “aryayiya navendî” (kurdî), “aryayiya rojhilatî” (hindoparsî) û “aryayiya rojavayî” (ewroamerîkî). Ji ber ku çavkaniyên tomarkirî yên serdema klasîk dîroka Aryayê li ser çar heyaman dabeş kiriye, em ê jî geşedana zimanê aryayî li gorî serdemên pîşdadî, medoparsî/keyanî, eşkanî û sasanî binirxînin. 

1.Serdema Pîşdadiyan: Aryayiya pêşîn û geşedana dengsaziya wê

Nasnameya arkeolojîk a aryayiyên pêşîn nîşan dide ku hozên aryayî yên pêşîn û hozên hindo-aryayî nêzikî salên 2000î BZ ji hev veqetiyane. Gelên aryayî yên medî, parsî û sakayî bi çend pêlan û bi riyên cuda ber bi deşta navendî ya Aryayê ve koçber bûne; hozên aryayî di destpêka hezarsala yekem de li seranserî deştê bi cih bûne û belgeyên arkeolojîk piştrast dikin ku aryayiyên başûrî ji mêj ve li şûnên xwe hebûne.[15]

Li gorî zanyarên zimannasiyê zimanê aryayî yê pêşîn di sedsala 6an BZ de dest bi guhertinê kiriye; lê belê pergala dengî ya hevpar li der devera aryayîaxêv hatiye parastin. Cihêrengiya dengsaziyê ya zarava û devokên aryayî di dengdarên /k, g, x, n/, /ç, c/, /p, b, f, m/, /t, d, n/, /ş, j/ û /y, r, l, w, h/yê de xuya dibe; bi gotineke zelaltir, dibe ku dengdara /ş/yê di zaravayekî din de wekî /j/yê were bilêvkirin. Divê bê gotin ku di bin bandora zimanên cîran de dengsaziya hinek zaravayên aryayiyê guheriye; hem di zimanên hindoaryayî de hem jî di zimanên kafkasoaryayî de ev babet qewimiye û nimûneya herî berbiçav di zimanê osetî de qewimiye ku bi bandora zimanên kafkasî hinek dengên cihêreng derketine holê.

Bêguman di encama guherînên dengan de /k, g, x/yên hindewropî vegeriyane /s, z, j/yên hindoaryayî; heman deng di avestayiyê de wekî /s, z, “z”ya stûr/ û di parsiya kevnare de wekî /“s”ya bi serê zimên, d, “d”ya stûr/ derketine holê. Wekî mînak, peyva “kmto” (100/sed) ya hindoewropî di hindoaryayiya kevnare de “sata” (bi “s”ya stûr), di avestayiyê de “sata” û di parsiya kevnare de “sata” (bi “s”ya serê zimên) e. Wisan e, ji deverekê heta devereke din ciyawaziyek di heman dengî de rûdaye (“s”ya serê zimên, d, s, z). Ev guherîna /k/yê ya ber bi /s/yê herî baş di peyva “hesp”ê de tê dîtin; wekî mînak, ev bêje di hindoewropî de “ekuo” ye, di hindoaryayiya kevnare de “asva”, di avestayî û medî de “aspa”, di parsiya kevnare de “asa”, di xoteniyê de “assa”, di wexiyê de “yas”, di osetiya digorî û îronî de bi wateya “mehîn”ê ye û wekî “afsa” û “yafs” tên bilêvkirin. Di serdemên kevn de ev pergala bingehîn a dengsaziyê hema hema li her deverê dihat parastin; lê carinan bi yek-du dengdêrên lêzêdekirî dihate bilêvkirin.[16]  

Bêguman sedema sereke ya guherîna zimanê aryayî yê serdema pîşdadiyan êrişên tûranî û silaviyan e; ji agehiyên mîtolojîk diyar e ku heyama wan a demdirêj bivê-nevê zimanê aryayî guhartiye. Dîroknasên misilman ên wekî Teberî, Belamî, Sealebî û Dînewerî heman çîrokê vedibêjin ku çîroka wan bûye bingehê “Şahname”ya Firdewsiyî. Li gorî dastanê Fereydûn (Aferîdûn) cîhanê di navbera her sê kurên xwe yên bi navên Tûr, Selm û Îrec de belav dike. Li gorî Teberiyî, Aferîdûn erdnîgariya tirkan, xezeran û Çîn-Maçînê dide Tûjî (Tûr); erdnîgariya Rûm, Slav û Gurcistanê ji Sermî (Selm) re vediqetîne. Lê belê Aryanşehr, ango “navenda cîhanê” dibe warê Îrecê ku kurê wî yê bijarte ye (Shahbazi 2004, r. 200–202).[17]

Teberî dibêje ku Serm û Tûjî bi kompoloyeke hevpar birayê xwe Îrec kuştiye û piştî kuştinê, wan bi qasî 300 salî li ser rûkalê erdê wî serwerî kiriye; lê belê piştre Manîçehrê ji binemala Îrecî dibe padîşah û bi kuştina Serm û Tûjî, tola kuştina kalikê xwe hildide. Desthilatdariya Manîçehrî wekî serdemeke dadperwer û comerd hatiye binavkirin; di dawiya desthilatdariya xwe de, Manîçehr rastî êrişên Ferasiyabê padîşahê Tûranê (ango xaqanê tirkan ê ji neviyên Tûjî) tê. Piştî şer û qirênan di navbera aryayî û tûraniyan de peymanek tê girêdan; bi vî awayî çemê Amû Deryayê (Ceyhûn) wekî sînorê navbera her du aliyan tê pejirandin û aryayî bajarê Belxê yê stratejîk ji bo parastina sînorî ava dikin.[18] Teberî dibêje ku piştî mirina Manîçehrî, Ferasiyab li devera Parsê dibe serdest û ev pêvajo heta padişahiya Zawê (Zû) ji binemala Manîçehrî berdewam dike. Zaw bi darê zorê Ferasiyabî ji tevahiya erdnîgariya Aryayê derdixe, li ser xîmê dadweriya kevneşopî ya aryayî rêveberiyeke dadwer dadimezrîne û li hemberî welatiyên xwe baş tevdigere; piştî wî jî, padîşahê yekem ê Keyaniyan (Medoparsiyan) Key Qubad li ser textê seltenetê rûdine.[19] Ji van agehiyan diyar e û qinaetek ji mirovî re çêdibe ku êrişên tûrano-slavî “qelşa pêşîn” di zimanê aryayî de pêk aniye; lê belê qeware û taybetmendiya vê serdema kevnare û bandora wê ya li ser pişaftina zimanê aryayî baş nehatiye zelalkirin û şopandin. 

2.Serdema medoparsî/keyanî: Niviştên “Bîstûn”ê û fermîkirina zimanê aryayî yê kevnare

Li gorî zimannasên îroyîn, serdema “aryayiya kevnare” salên navbera 1350-350î yê BZ ye; ev ziman bi piranî li ser deşta Aryayê belav bûye ku erdnîgariya wê devereke berfireh e: ji aliyê bakurî ve bi xeta nîgaşî ya Merw-Heratê (Tirkmenistana îroyîn), Deryaya Hezareyê û çiyayên Kafkasyayê ve tê sînorkirin; li aliyê rojhilatî ve digihêje çemê Sindohindê (Indus), li başûr bi Kendava Aryayiyan (Persian Gulf) qut dibe û li rojavayê jî devera Mezra Botan (Mezopotamya) û doraliya wê dihewîne. Ji aryayiya kevnare “avestayî” û “parsiya kevn” bi nivîskî hatine parastin. Her çiqas çavkaniyên yûnanî û helenî derbarê zimanên medî, partî (ya kevn), soxdî, kardoxî û sakayî de hinek agehiyan bidin jî, çarçoveyeke giştî dernakeve holê; lê belê hinek hêma, navên erdnîgarî û deynên ferhengî-çandî yên van zimanan bi alîkariya zimanên din hatine îsbatkirin.[20] Ev serdema navbihurî di çavkaniya tekane ya kurdan Kurdgalnamekê de wekî “serdema medoparsiyan, <li gorî dîroknasên wê deme jî wekî “serdema keyaniyan”>” hatiye binavkirin.

Wekî ku berê jî hate gotin, Kurdgalnamek diyar dike ku piştî serdema pîşdadiyan desthilatdariya medoparsiyan dest pê kiriye: “Dîroknivîsan navçeya Madiyan bi navê <Kiyan/Keyan> û malbata Madiyan jî bi navê <Kiyanî/Keyanî> dane nasîn. Piştî têkçûna desthilata Pîşdadiyan, bi giştî serek û serdarên hozên kurd ên Madiyan û serekên hozên Pars, Gîl, Deylem û Hezareyê piştî pirs û rawêjkariya dûr û dirêj gihiştine wê encamê ku serekê mezin ê madên kurd Key Qubad ku bi dadperwerî û karzaniyê navdar bû, ji bo desthilatdariya textê seltenetê hilbijêrin.” (r. 115)

Derbarê zimanê fermî yê vê serdemê de jî dibêje ku “Kurdên rojhilatî yanî kurdên Madê bi eynî zimanî axivîne ku Avesta pê hatiye nivîsandin. Dema ku kurdên Biraxoyî, Edreganî, Kirmanî û Mamîlî hatine nav erdê Tûran û Mekranê, her bi wî zimanî axivîne. Ji ber vê yekê, xelqê xwemalî navê wan kiriye <Kurdgal>, yanî ew <xelqê ku bi kurdî diaxive>. Salixdar neqil dikin ku dema Key Qubadê paşayê Madê welatê Tûranê dagir kir û kurdan desthilata wilayeta Tûran, Mekran û Zabilistanê girtin destê xwe, hinek hozên tûranî, Tûran terk nekir û neçûn Suxdistanê ku niştimanê eslî yê bapîrên wan bû û wan fermanrewatiya kurdan qebûl kir. Ew hozên tirkan ên ku koç nekirin, navên wan wiha ne: Girgawî, Gindarçî, Hengasartî, Mucark, Rezendak, Semîxan, Sûrxan, Mendxan, Dahîmak, Retgasartî, Mîmûcandik, Cûgman, Hûnak, Cesfak, Bezincek, Elyatûn, Kawkan, Erzeng, Sarxûn û Kaldaş. Ev hozên tûranî bi tirkî diaxivîn û piştre teslîmî desthilata kurdan bûn, tev li civaka kurd bûn û pêwistiya wan bi hev re çêbû. Vê jî mebesta pêwendiya biratiya navbera wan xurtir kir. Ev tevliheviya kurdên biraxoyî bi hozên tûraniyan re bûye sedema guherîna zimanê wan. Van her du zimanan, yanî tirkî û kurdî tesîr li hev dikir û bi rewşa serdemê re, kurdên biraxoyî peyvên kurdî û tirkî bi pêş ve birin.” (r. 107) Dîsan li gorî Kurdgalnamekê, serdema medên “mux-endiş” (mîtrayî) û parsên “hexam-endiş” (cihûhez) bi qasî 500 salî kêşaye û zimanê wan ê fermî kurdî bûye: “Kurdên biraxoyî yên Tûranê û kurdên edreganî, mamilî û kirmanî yên Mekranê hevnijad bûn. Ji ber vê yekê, di serdema fermanrewatiya wan de pêwendî û danûstandinên navbera wan gelekî nêzik, birayane û hevrêyane bûne. Ev pênc tîre neviyên yek bapîrî bûne ku ew jî Madê Biçûk e. Yanî ev neviyên du kurên Madê Biçûk: Bûd û Estirûşat in. Tîreyên biraxoyî û zengeneyî neviyên du kurên Bûdî yên bi navên Biraxm û Zengan in. Jixwe tîreyên edreganî, mamilî û kirmanî ji sê kurên Estirûşatî yên bi navên Edregan, Mamil û Kirman in. Van tîreyên kurd nêzikî pêncsed salî li Mekran û Tûranê di du serdemên paşayên malbata Madê û Hexamenişiyê de fermanrewatî kiriye; di vê serdema dûr û dirêj de duçarî hevraz û nişûvên zeman, şoreş û bûyerên awa awa yên rojgarê bûne. Li gel vê jî, bêhnfirehî, dilêrî, wêrekî, mêrxasî û camêrî ji dest nedane û wan li hemberî van neyîniyan li ber xwe daye. Lewre wan karibûye tevlihevî û şeran bidin sekinandin û bi hev re yekgirtî bin. Bi vî awayî, wan bi hevbeşî fermanrewatî li Tûran û Mekranê kiriye û tu wextî rê nedane dijayetî, durûtî û biyanîtiyê. Nijad, ziman, dîn û urf û adetên van kurdan wekî hev bûne û xwediyê civateke hevawa bûne. Ji bo derbaskirina pêvajoyên tengasî, bela, nehezî û eziyetê yek ji yê din re bûye destgir û hevkar.” (r. 122)

Ji van agehiyan xuya ye ku zimanê aryayî yê kevnare kurdî bûye; her wiha zimanê kurdî yê ku Kurdgalnamek qala wê dike, ew ziman e ku îro wekî aryayiya kevnare tê zanîn û hem zimanê Avestayê û zend-şîroveyên wê hem jî zimanê dîwanên Med û Hexamenişan (Parsiyan) bûye. Bi rastî ji hev veqetandina serdema mediyan û hexamenişiyan hema hema ne mumkin û zanistî ye; ji ber ku serdema hexamenişiyan berdewamiya mediyan e, tenê desthilatdariyê dest guheriye.

Ji destpêka sedsala 20an vir ve, bi gelemperî tê pejirandin ku erdnîgariya Avestayê Xwarezm bûye; di serdemên kevnare de hem Merw hem jî Herat di nava sînorên wê de bûne ku roja îroyîn Merw li Tirkmenistanê û Herat jî li bakurê rojavayê Efxanistanê ye. Avestaya pêşîn bi aryayiya kevnare û zend-şîroveya wê jî bi aryayiya navîn (pehlewî) hatine nivîsandin. Beşa hera kevn a Avestayê bi navê Gatayan tê naskirin; dîroka nivîsandina Gatayan ne diyar e, lê bi kevneşopî wekî hilberîneke sedsala 7-6an BZ tê hesibandin. Zend-şîroveyên wê yên bi navê “Xurde Avesta” (“Avestaya Biçûk”) derdora sala 400î ya BZ hatine nivîsandin, beşên wê yên herî kevn in; zimanê Xurde Avestayê di gelek hûrgiliyan de ji zimanê kevntir ê Gatayan cudatir e û dişibihe devokeke ciyawaz. Gelek nezelalî li dora şîrovekirina berfireh a Avestayê hene ku di encama “rêbaza veguhastinê” de derketine holê. Zimanê Avestayê yê ku tenê bi destî muxên (magiyên) zerdeştî ve hatibû tomarkirin, destnivîsên wê yên heyî vedigerin sedsala 13an û pê de; lê belê rêbaza tomarkirina Avestayê dişibihe kevneşopiya muxan ku bi alfabeya avestayî ya taybetî sedsala 6an hatiye berhevkirin.[21]

Nimûne û taybetmendiyên serdema Hexamenişan cara yekem di nivîsarên Darayê Yekem (Daryûs I, desthilatdarî: 522-486 BZ) de hatine îsbatkirin; bêşik û guman nimûneya herî dirêj, herî kevn û herî girîng a vê serdemê “Niviştên Bîsitûnê” ne.[22] Her wiha li kêleka nivîsên aryayî yên Bîsitûnê, guhertoyên heman nivîsê yên bi zimanên îlamî û babîlî nivisandî jî hene; çend perçeyên guhertoya aramî li ser belgeyên papîrosî yên Elephantine (girava Aswanê ya îroyîn, Misir) jî hatine dîtin. Her wiha çendek peyv û navên aryayî yên kevn jî di çavkaniyên îlamî yên di wê serdemê de hatine dîtin; dîsa di belgeyên aramî yên sedsala 5an BZ de hejmareke mezin a peyvên ji aryayiyê deynkirî hene.

Divê bê zanîn ku aryayiya kevnare wekî du şaxên zimanî hatiye tesbîtkirin; yek zimanê avestayî yê zayendbar e û yê din jî makezimanê parsiya navîn a şkestî (zimanê fermî yê serdema sasanî; pehlewî/fehlewiyat) ye. Her çawa hebe, ev her du şax jî ji aliyê axêverên xwe yên wê serdemê ve wekî “ariya” hatiye binavkirin; nimûneyên zimanî yên wê serdemê ji nivîsar, tablo û gilmohrên serdema Hexamenîşiyan (600-300 BZ) xuya dibin.[23] Her wiha erdnîgariya van nimûneyan netewedewletên îroyîn ên wekî Îran, Romanya (Gherla), Ermenistan, Behreyn, Iraq, Tirkiye û Misir in; ji bilî belgeya hera girîng Niviştên Bîsitûnê (525 BZ), lêkolîneke dawîn a sala 2007an (Persepolis Fortification Archive, Oriental Institute, University of Chicago) destnîşan dike ku aryayiya kevnare zimanekî nivîskî bûye, ji bo tomarkirina kar û barên rojane jî hatiye bikaranîn û ne tenê zimanekî fermî yê xanedana desthilatdar bûye.[24]

Dîsan divê bê gotin ku nimûneyên zimanî yên serdema Xişayarşahî (mîratgirê Darayê Gewre, desthilatdarî: 486-465 BZ) meylên zimanî û taybetmendiyên pêşketina ji aryayiya kevnare ber bi aryayiya navîn nîşan didin. Piştî Xişayarşahî, hilberîna nivîsên kevnare yên aryayî kêm bûye; dibe ku sedema vê yekê berfirehbûna aramî û îlamiyê ne ku wekî navgînên nivîsandinê yên gelemperî hatine bikaranîn. Bi rastî navê “Aryaramna/Aria-aramnes”ê kalikê hexamenişan delîleke vê yekê ye,[25] piştî çend nifşan navê “arî” li ser navên şahan rabûye û bi serdema Erdeşîrê Sêyem re (Artaxşaşah/Artaxerxes III, desthilatdarî: 359/358-338 BZ) nivîsên aryayiya kevnera hema hema qediyane; wisan e, divê mirov encama zimanî-ferhengî ya şikestina aryayiyan a li hemberî artêşa romayî û hilweşandina Persepolîsê ji aliyê Îskender ve (sala 330 BZ) baş lêkolîn bike, her wiha hem rola aramî-îlamiyê ya li ser kurdiyê zelal bike hem jî bandora greko-romayiyê ya li ser tevahiya zimanên aryayî ji nû ve binirxîne.

Mixabin kurdan heta niha bi çavê mîrateya xwe ya çandî li zimanên kevnare yên Aryayê nenihêriye û ev mîrate bi dilxwazî yan jî bi nezaniyeke korane radestî parsîaxêvan kiriye; gava mirov li zimanê wê serdemê dinêre, tu pêwendiyeke zimanî di navbera parsiya nû û zimanê Hexamenişan de nabîne, lê gelekî dişibihe zaravayên kurdî yên koma zazakî-goranî. Wekî mînak: di berdenivişteke li ser goreke Pesergedeyê (Persepolîs) de Erdeşîrê Duyem (an jî Sêyem) hemwelatiyên xwe wekî akincihên van deveran dide naskirin: “iyam Pârsâ, iyam Mada, iyam Ûvja, iyam Parthava, iyam Uvarazmiya, iyam Zraka, iyam Harauvatiya, iyam Thataguiya, iyam Gadaraya, iyam Hiduya, iyam Saka haumavarga, iyam Saka tigraxauda, iyam Babîrûş, iyam Athuriya, iyam Arabaya, iyam Mudraya, iyam Arminiya, iyam Katpatuka, imay Spardiya, iyam Yauna, iyam Saka paradraiya, iyam Skudra, iyam Yauna takabara, iyam Putaya, iyam Kûşaya, iyam Makiya, iyam Karka.” (Ev parsî ye, ev medî ye, ev îlamî ye, ev partî ye, ev aryayî ye, ev bexterî [belxî] ye, ev soxdî ye, ev xarezmî ye, ev drangî ye, ev arakosî ye, ev satagoyî ye, ev gandarî ye, ev sindî ye, ev sakayiyê amorgî ye, ev sakayiyê kum-beş e, ev babîlî ye, ev aşûrî ye, ev ereb e, ev misrî ye, ev ermenî ye, ev kapadokî ye, ev sardî ye, ev îyonî ye, ev sakayiyê parderyayî [piştderyayî] ye, ev skudrî ye, îyoniyê kum-ji-cîl e, ev lîbyayî ye, ev etiyopî ye, ev mekeyî ye, ev karyayî ye.)[26] Hêjayê gotinê ye ku di vê tekstê de peyva “iyam”ê ya aryayî (di cihekî de jî “îmay”) dubare dibe û îro di zaravayên goranî û kurmanciya xwarê de wekî “ême” û “îme”yê [cînavka “ev”ê] hê jî zindî ye; lê heman peyv di farsiya nû de “în” û “an” e ku gelekî ji aryayiyê bi dûr ketiye.

3.Serdema eşkanî: Bandora dagirkeriya romiyan li ser qelsbûna zimanê aryayî û zêdebûna zaravayan

Kurdgalnamek serdema damezirandina dewleta eşkanî wiha radigihîne: “Îskender di sala 323an BZ de hat Babîlê û her li wir jî koça dawiyê kir. Piştî mirina wî, di navbera serleşkerên wî de astengî, dijîtî û şerên giran li ser cihnişîniya wî berpa bûn; di netîceyê de serleşkeran selteneta fireh û mezin di navbera xwe de parve kir. Beşa rojhilata seltenetê ku ji Mad û Parsê pêk hatibû, dan destê serleşker Sîlukus. Sîlukus û malbata wî, Mîr Birsan û neviyên wî li ser Mîrnişîniya Zabilistanê hişt. Ji ber wê yekê, piştî Mîr Birsan, kurê wî Feyrûz, kurê Îspîbûd, kurê Kureng û kurê Bûrgan Begê li pişt hev li ser textê Zabilistanê fermanrewatî kir û ji ber kirinên xwe yên dadperwerane nav û deng vedan. Piştre Mîr Eşkê desthilatdarê Belxê yê ku yûnaniyan jê re “Baxtirya” (Bactria) gotiye, di sala 245an BZ de, bingeha fermanrewatiya xwe damezirand û malbata wî bi navê “Eşkanî” nav û deng veda.” (r. 48) Ji vê zanyariya Kurdgalnamekê wisan dixuye ku di navbera mirina Skenderê Romî û damezrandina dewleta eşkanî de tenê 78 sal derbas bûne; îcar bi awayekî zelal nayê zanîn bê ka şkestina zimanê aryayî û windabûna zayenbariyê encameke dagirkeriya romiyan e yan sedemeke navxweyî ya din hebûye. Her wekî berê jî hate gotin, “piştî Xişayarşahî, hilberîna nivîsên kevnare yên aryayî kêm bûye; dibe ku sedema vê yekê berfirehbûna zimanên aramî û îlamiyê be ku wekî navgînên nivîsandinê yên gelemperî hatine bikaranîn.”

Bi rastî gava mirov digihêje serdema eşkaniyan (247 BZ – 242 PZ), tê dîtin ku zimanê dîwanî û fermî yê desthilatdariyê êdî zimanekî pişaftî yê bêzayend e; her çiqas ji aliyê peyvan ve bişibihe kurdî jî, ji aliyê rêzimanê ve dişibihe parsiya heyama sasaniyan ku delîla vê yekê jî helbesta “Dirext-ê Asûrîg”[27][28], beşeke destana “Ayadgarê Zerîran”[29] û çendek berhemên din in.[30] “Dirextê Asûrîg” (“Dara Babîlonê”) çîrokeke hevpeyvînî ya navbera dara xurmeyê û bizinekê de ye; di destpêkê de dar behsa faydeyên berhemên xwe dike, piştre bizin sûdweriya berhemên xwe dijmêre û di dawiya dawîn de bizin bi ser dikeve. Di vê helbesta 120 peyvî de hinek peyvên wekî “şax” (qiloç, strû, şax), “yadho” (heta), “waj” (di zazakî “vaj” hema “axaftin” e), “burz” (berz, bilind), “kîj” (kîj, kîjan), “hawîj” (ew jî), “mast” (tomastê hişkirî yê ku bi ingilîziyê <curd>, bi hindî <kurd>, bi jawayî <curd>, bi osetiya îronî <kiêdor> û bi zimanên Asyaya Navîn <kurt, qurut> de bi navê kurdan derbas dibe [31]), “keşk”, “zîh” (jî, zîq), “meşk” (eyar, meşk), “emban” (heban), “kuştîg” (kuştî, qurban), “destarxwan” (destexan, sifre). Bêguman zimanê serdema eşkaniyan jî wekî aryayiya kevnare ji aliyê zimannasên kurd ve bi berfirehî nehatiye nirxandin; her wiha ligel zaravayên kurdî yên bêzayend (soranî, kelhurî, lekî, lurî, belûçî, şahzênî/şêxbizinî, feylî) ve jî nehatiye berawirdkirin. Li gorî lêkolîneke Elî Paksirişt a bi navê Gelo Pehlewiya Eşkanî Heman Kurdiya Navîn e?”[32], ihtimal heye ku pehlewiya eşkanî bingehê zaravayên kurdî yên bêzayend be jî; lê mixabin ji bo piştrastkirina vê zanyariyê xebatên piralî pêwist in. Dîsan “Ayadgarê Zerîran” jî bûyereke destpêka dînê zerdeştî ye; gava Wişthespê aryayî “dînê pak ê mazdaperestan” (dên-î abizag-î mazdisnan) dipejirîne, rastî êrişa mîrê hûnên tirk Erchespî tê û di vî şerî de tê kuştin. Zerîrê birayê Wişthespî jî êrişê dibe ser hûnan û bi qehremanî şer dike. Her çiqas serbazê hûnî Widrefş di vî şerî de Zerîrî bikuje jî, Bestwarê kurê Zerîrî (yê ku ji ber nûciwaniyê beşdarî şer nebûye) li ser termê bavê xwe sond dixwe, biryara kuştina Widrefşî digire û bi kevana xwe tîrekê di dilê wî de diçikilîne. Her wiha kurapê wî Spanyadê kurê Wişthespî jî Erchespî dikuje û dawiyê li serwerî û dijberiya wî tîne.

Îcar zimannasiya ewro-amerîkî maweya zimanî ya serdema eşkaniyan wekî aryayiya navîn (parsiya navîn) dide nasandin; her wiha çendek zaravayên wê yên sereke wiha rêz dike: partî (zimanê fermî yê Şahînşahiya Eşkaniyan), bexterî, soxdî, toxarî, xwarezmî, tumşuqî û xotenî.[33] Lê belê aryayiya nivîskî ya vê maweyê ne xwerû ye; pirî caran wekî aryayiya pehlewî û manewî jî tê dabeşkirin ku bi riya pirtûka “Fehlewiyat”ê û tekstên dînê “Manî”yî (216–274) tên naskirin. Belge û lêkolînên berdest nîşan didin ku aryayiya navîn a ku wekî partî jî tê binavkirin, -her wekî aryayiya kevnare- zimanekî bakurê rojhilata Aryayê bûye; wekî mînak: dîroka  tekstên manewî vedigere her sê sedsalên pêşîn ên zayînî û ji şêwazê nivîsan dixuye ku cudahiyeke girîng di navbera zimanê tekstên bakurê rojhilata Aryayê û bakurê rojavaya wê de tuneye.[34]

 

4.Serdema sasanî: Zindîkirina ziman û hêmanên aryayî li ser bingehê destkeftiyên eşkanî

Kurdgalnamek pêvajoya damezrandina dewleta sasaniyan jî wiha radigihîne: “Tê neqilkirin ku dema Behmen Hexamenişî yê paşayê Mad û Parsê, li gorî dînê zerdeştî bi xweha xwe Humayê re zewicî û kurek jê çêbû, navê wî danî Dara. Hatina dinyayê ya Darayî bû sedem ku Sasanê birayê Behmenî ji mîrateya text û tacê bêpar bimîne. Sasan di rewşeke perîşaniyê de çû çiyayên Kurdistanê û jiyana li goşeyekî rûniştinê hilbijart û xwe bi xwedîkirina pêz re mijûl kir. Piştî demekê paşayê eşkanî Papikê kurê Sasanî bi pileya fermanrewatiya Parsê hilbijartiye ku fermanrewayeke eşkanî bûye. Piştî ku Papikî li vê navçeyê paşatî kiriye û miriye, Şahpûrê kurê wî li şûna wî derketiye ser textê Parsê. Lê fermanrewatiya wî gelek nekêşaye; dîwarek bi ser de hilweşiyaye, miriye û Erdeşêrê birayê wî derketiye ser textê paşatiya wilayeta Parsê. Piştî koça dawiyê ya Şahpûrî, Erdeşêrê ku birayê wî û neviyê Sasên bû derket ser textê wilayeta Parsê û bingeha selteneteke bihêz û xurt li Parsê damezirand. Dema ku hat ser postê wilayeta Parsê, selteneta Mad û Parsê bi ser 140 wilayetan hatibû parevekirin; her yek ji wan wilayetan jî xwediyê fermanrewatiya xweser bû ku tevahiya wan di bin desthilatdariya paşayê eşkanî Erdewanê Pêncem de bû. Dema ku Erdeşêrî paşatî ji Erdewanê Pêncem wergirt û dawî li selteneta eşkanî hat, hinek ji fermanrewayên wilayetên Mad û Parsê paşatiya Erdeşêrî qebûl nekir. Ji ber wê yekê, Erdeşêrî biryar da ku wan bîne bin desthilata xwe. Di vê navberê de, fermanrewayên wilayetên bakurê rojhilata welêt li dijî wî rabûbûn; Erdeşêr ber bi navçeyên Xorasan, Merw, Belx û Xîwayê kete rê. Dema ku Erdeşêr mijûlî dagirkirina wilayetên van navçeyan bû, sefîrên fermanrewayên Koşan, Tûran û Mekranê ji bo pejirandina paşatiya wî hatin û peyama taetkariyê ragihand. Piştî qebûlkirina taetkariya nûnerên wan, Erdeşêrî ew bi diyarî û xelatan ve şandin; bi vî awayî ew jî ber bi welatê xwe ve vegeriyan.” (r. 171-172)

Aryayiya navîn a ku eşkaniyan bi kar dianî, di navbera sedsalên 3-8an de zimanê dîwanî û fermî yê Şahînşahiya Sasaniyan jî bû; piştî têkçûna vê dewleta aryayiyan a li hemberî hêzên ereban, zimanê aryayî heta sedsala 10an jî zimanê hevpar ê erdnîgariya gelên aryayî bû. Nivîsên vê serdemê nîşan didin ku aryayiya vê serdemê gihiştiye asteke kemilî; bi her du zaravayên wê yên partî û sogdî tekstên manewiyan hatine berhevkirin.[35][36] Divê bê zanîn ku wêjeya devkî ya aryayiya navîn ji aliyê çînên “gosan” (hozan, helbestvan) û “xunyager” (çîrokbêj) ve jî hatiye veguhastin.[37]

 

Nişeyên gotarê

[15] Prods Oktor Skjærvø, “IRAN vi. IRANIAN LANGUAGES AND SCRIPTS (1) Earliest Evidence,” Encyclopaedia Iranica, XIII/4, r. 345-348; ji bo gotara online bnr.: http://www.iranicaonline.org/articles/iran-vi1-earliest-evidence; dema gihiştinê: 21.06.2022, 10:13.

[16] Ronald Eric Emmerick, Historical Survey of the Iranian Languages; bnr.: https://www.britannica.com/topic/Iranian-languages/Historical-survey-of-the-Iranian-languages; dema gihiştinê: 30.05.2022, 05:10.

[17] Şapûr Şabazî, Îrec, Encyclopædia Iranica, Volume XIII/2: Industrialization II–Iran II, Routledge & Kegan Paul: London and New York; bnr.: https://www.iranicaonline.org/articles/iraj; dema gihiştinê: 06.06.2022, 14:47.

[18] Ehsan Yarshater (1984), “Afrasiab”, Encyclopædia Iranica, Volume I/6: Afghanistan–Ahriman, Routledge & Kegan Paul: London and New York, ISBN 978-0-71009-095-9, r. 570–576; bnr.: https://www.iranicaonline.org/articles/afrasiab-turanian-king; dema gihiştinê: 06.06.2022, 15:25.

[19] Ibn Cerîr Et-Teberî (1991), Tarîx’ur-Rusuli we’l-Mulûk; her wiha bnr.: “The Children of Israel”, History, v. III, wergera William M Brinner, State University of New York Press, ISBN 978-0-79140-688-5.

[20] Scott L. Harvey & Jonathan Slocum, Old Iranian Online, bnr.: https://lrc.la.utexas.edu/eieol/aveol; dema gihiştinê: 06.06.2022, 15:48.

[21] Ronald Eric Emmerick, Historical Survey of the Iranian Languages; bnr.: https://www.britannica.com/topic/Iranian-languages/Historical-survey-of-the-Iranian-languages; dema gihiştinê: 12.06.2022, 15:27.

[22] Ji bo tekstên aryayiya kevnare binêrin: http://www.avesta.org/op/op.htm; dema gihiştinê: 12.06.2022, 14:05.

[23] R. G. Kent (1950), Old Persian: Grammar Texts Lexicon, American Oriental Society, r. 6.

[24] Everyday text shows that Old Persian was probably more commonly used than previously thought; bnr.: https://web.archive.org/web/20171016070202/http://www-news.uchicago.edu/releases/07/070615.oldpersian.shtml; dema gihiştinê: 12.06.2022, 13:43.

[25] Ji bo tekstên aryayiya kevnare binêrin: http://www.avesta.org/op/op.htm; dema gihiştinê: 12.06.2022, 14:17.

[26] Ji bo tekstên aryayiya kevnare binêrin: http://www.avesta.org/op/op.htm#a2p; dema gihiştinê: 12.06.2022, 22:12.

[27] Raham Asha, Draxte Asurîg, The verbal contest between a goat and a Babylonian date-palm; ji bo teksta eşkanî û wergera wê ya ingilîzî bnr.: http://www.rahamasha.net/uploads/2/3/2/8/2328777/da.pdf; dema gihiştinê: 13.06.2022, 00:12.

[28] Ehmedê Tefezulî, Diraxt-i Asurig, https://www.iranicaonline.org/articles/draxti-asurig; dema gihiştinê: 13.06.2022, 01:51.

[29] Mary Boyce, Ayadgar-i Zareran, https://iranicaonline.org/articles/ayadgar-i-zareran; dema gihiştinê: 21.06.2022, 11:55.

[30] http://www.rahamasha.net/uploads/2/3/2/8/2328777/da.pdf; dema gihiştinê: 13.06.2022, 00:12.

[31] https://en.wikipedia.org/wiki/Curd; dema gihiştinê: 13.06.2022, 01:36.

[32] Elî Paksirişt, “Gelo Pehlewiya Eşkanî Heman Kurdiya Navîn e?” Zend, weşana Enstîtuya Kurdî ya Sitembolê, hejmara 27an, 2020.

[33] Prods Oktor Skjærvø, “IRAN vi. IRANIAN LANGUAGES AND SCRIPTS (1) Earliest Evidence,” Encyclopaedia Iranica, XIII/4, r. 345-348; her wiha bnr.: http://www.iranicaonline.org/articles/iran-vi1-earliest-evidence; dema gihiştinê: 21.06.2022, 14:10.

[34] Ronald Eric Emmerick, Historical Survey of the Iranian Languages; bnr.: https://www.britannica.com/topic/Iranian-languages/Historical-survey-of-the-Iranian-languages; dema gihiştinê: 20.06.2022, 17:54.

[35] Mary Boyce (1975), A Reader in Manichaean Middle Persian and Parthian, E. J. Brill:Leiden, r. 14.

[36] Ji bo tekstên bi pehlewiya dawîn binêrin: https://www.azargoshnasp.net/languages/Pahlavi/pahlavi.htm; dema gihiştinê: 21.06.2022; 18:14.

[37] Ehmedê Tefezulî û Gavriyêl Sergeyevîç Xromov, Sasanian Iran: Intellectuel Life, bnr.: https://en.unesco.org/silkroad/sites/default/files/knowledge-bank-article/vol_III%20silk%20road_sasanian%20iran%2C%20intellectual%20life.pdf; dema gihiştinê: 21.06.2022; 17:27.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev