BERIYA DESTPÊKA RASTÎN. Û PİŞT RE

BERIYA DESTPÊKA RASTÎN. Û PİŞT RE

 

Seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed Nesrîn Rojkan xanimê

pêşnîyara malpera me qebûl kir û soz da ku dem bi dem ji me ra

rêzenivîsa gotarên li ser VIKINGan binivîse.

Em sipasîya wê dikin û îro gotara wê a pêncan raberî we dikin.

Nesrîn Rojkan,

Seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed

 

I

BERIYA DESTPÊKA RASTÎN tu tişt nebû: ne erd, ne asman, ne stêrk, ne jî aso: tenê dinyayek mijî li hewayê, bê şikil û bê form û dinyayek agirî bû ku hema herdem dişewitî.

Li bakûrê vê dinyaya tarî de Nifelhem hebû. Ji nav mijê yanzdeh çemên bijehr ji yek bîrê diherikîn û der, girdaba bi xurexura xwe ve, girdaba Hvergelme bû. Nifelhem ji sermayê, sartir bû û ew mija tîr her tiştê di nav xwe de vedişart. Asîman ji aliyê mijê ve hatibû veşartin û erd ji aliyê perdeyên mija sar ve hatibû nixumandin.

 

Muspelhem li başûrê bû û agir bû. Her tiştek li wir agir û alav bû. Muspelhem ronî, lê Nifelfem gewr bû, lavayê herikbar bû, û ew dinyaya mijîn jî qeşayî bû. War bi gurpînên agirê dişewitî li cem sindana hesinkarê: erd nebû, asman nebû. Ji bilî çirûsk û fişarên pêlên germahiyê, kevirên heliyayî û pizotên agirê.

Li agirê, ew cihê ku agir bi mijê ketiye û ew dere ku bi erd bi dawî dibe, Surt li wir bû ew ê ku hê beriya xwedayan jî hebû. Hê û hê jî li wir e. Şûrek wî yê agirîn heye û ji bo wî berboqên lavayê, û mija sermayê hema wek hev in.

Dibêjin ku di dema Ragnarökê de, di dawîya dinyayê de, dê Surt dest ji zêrevaniya xwe berde. Ew dê bi şûrê xwe yê agirîn ji Muspelhemê derkeve û dinyayê bi agirê bişewitîne û xweda dê bên û yek bi yek li pêşberê wî bikevin.

 

II

Di navbera Muspelhem û Nifelhem newalek hebû, newalek vala ku tiştek ne lê bû. Di dinyaya mijîn de çemek bi navê Ginnungagap, ”valahiya fireh” ji wê newalê diherikî. Bi salan ev çemên bijehr di navbera herêma kelijî û mijê hêdî hêdî formên çiyaqeşayên bilind girtibûn. Ew qeşayên di bakûra valahiyê xûsî û zîpik girtibû, lê li başûrê ew dera ku çiyaqeşa digihiştin warê germiyanê, qeşa digihiştin çirûsk û pizota ji Muspelhemê, û bayên germ ji welatên agirîn hewayê li ser qeşayê weka roja biharê hênik dikir.

Ew cihê qeşa û agir digihiştin hev, qeşa diheliya, û ji ava helandî jîn derçû: diruvê mirovek ku ji hemû dinyayan mezintir, ji hemû dêwên ku heya niha çêbûne, û piştî niha çêbin jî mezintir e. Ew ne nêr bû ne jî mê, lê him nêr bû û him jî mê. Ew candar babûkalê hemû dêwên cihanê bû û navê xwe danîbû Ymer.

Tenê ne Ymer wek canderek bû ku ji wê qeşaya helandî peyda bû: lê çêlek bê qiloç jî jê derket. Gayek wusa mezin ku ji hemû bîr û feman jî mezintir. Wê tehtên qeşayî dialêst ku him xwarin û him jî vexwarina xwe jê bigire, û ew şîrê ji çar guhanê wê wek rûbaran diherikî. Ew şîr bû ku bûbû adanê Ymerê.

Dêw şîr vexwar pê mezin bû.

Ymerê navê çêlê danî Audhumbla.

Zimanê çêlê yê helesorî mirovan ji tehtên qeşayê bi alastinê jêkirin: roja pêşî tenê porê mêrekî, roja duyem serê wî, roja sêyem hemû dirûvê mêrik xuya bû.

Ew kalkê xwedêyan Bure bû.

Ymer raza bû û di xewê de za: dêwek jin û dêwek mêr ji binçengê çepê ê Ymerê çêbûn, û dêwek şeşserî jî ji lingên wê çêbûn. Hemû dêw ji wan zêde bûne, ji zarokên Ymerê.

Bure çû jinek ji wan dêwan ji xwe re anî, kurek ji wan re çêbû û navê kur danîn Bur.

Bur jî bi keça dewê Bestla ra zewicî û sê zaroyên wan çêbûn. Oden, Vile û Ve.

Oden, Vile û Ve mezin bûn, bûne mêr. Wan agirên Muspelhem û taritîya Nifelhem didîtin lê dizanîn ku ew herdu cih jî cihê mirina wan bû. Hersê bira li Ginnungagapê, di wê valahiya mezin a di navbera agir û mijê de heta hetayê mabûne asê. Lê dilê wan dikariya ku li cihek din mabûna.

Derya nebûn û sele (xîz) jî nebûn, çêre nebû û zinar jî nebûn, asîman nebûn û stêrk jî nebûn. Di wê demê de dinya nebû, erd nebû, asîman nebû.

Ew valahî ne li tu cihek bû. Tenê valahiyek bû û li bendê bû ku bi jiyanê û hebûnê bê dagirtin.

Dem dema afirandina hertiştê bû. Ve, Ville û Oden li hev nêrîn û ji hev re gotin ka divê çi bikin li valahiya Ginnugagapê. Wan qala gerdûnê dikirin, qala jîyanê û qala siberojê.

Oden, Ville û Vê Ymerê kuştin. Diviya bikuştana. Lewra tiştek din nebû ku dinyayan li ser çêkirana. Ev destpêka her tiştî bû, ew mirin bû sedema hemû jiyanan.

Bi şûrên xwe ketine ser wî dêwê mezin. Xwînek zêde ji termê dêwa Ymer da de, kaniyên xwînê, wek deryayê şor, wek okyanûsê gewr wusa bi fişar û ji nişka ve wek lehîyê herikî û hemû dêwan da ber xwe mişt û bixwe re bir. (Tenê yek dêw Bergelme, neviyê Ymer û bi jina xwe ve xwe bi sandoqek dar ve girtin, û ketine ser avê ku wek keştiyê ew bar kirin û bixwe re filitandin. Hemû ew dêwên ku îro em dibînin û ji wan ditirsin ji wan herduyan zêde bûne).

Bi goştê Ymer, Oden û birayên wî ax çêkirin. Hestiyên wî komê ser hev kirin ku îrş bûne zinar û çiyayên bilind.

Ew hemû berd û kevir, xîz û sêlaxên ku hûn îro dibînin: diranên Ymerê bûn û hûrikên hestiyên wê bûn ku di şer de ji aliye Oden, Vile û Ve ve hatibûn şikandin.

Ew deryayên ku dinyayê dorpêçkirine xwîn û xuhdanên Ymerê bûn.

Li asîmanan binerin: hûn nava qoqê Ymerê dibînin. Ew stêrk, kewkeb, hemû dûvstêrk û şemitandina stêrkan, çirûskên ji agirên Muspelhemê ne firiyane wir.

Û ew ewrên mirov li asîmanan dibîne? Ew jî di dema xwe de mejîyê Ymerê bûn, û kî dizane ka heta îro jî çi difikirin?

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev