Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – V

Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – V

Xwendevanên delal, em çapkirina çend beşên nivîseke zanyarî ya lêkoler,

yek ji endamên Koma KURMANCÎ ya Enstîtuya Kurdî a Parîsê

Omitê Mistefê, ku xwendevanên malpera me wî wek Umid Demirhan jî nas dikin,

berdewam dikin. Fermo, îro beşa wê a pêncan bixwînin.

Omitê Mistefê

5.Li ber ronahiya Kurdgalnamekê nirxandina zanyariyên çîrokî û dîrokî yên Şahnameyê

Wekî ku ji zanyariyên bihurî diyar e, çavkaniyên erebî rasterast nabêjin ku Xanedana Pîşdadî kurd e; lê wergera Şahnameyê ya bi tirkiya osmanî bi eşkeretî dibêje ku “Ferîdûnê Kurd” û kurdbûna wî gelek caran dubare dike. Li vê derê, divê em derbasî çavkaniyeke kurdên belûç bibin û qala kurdbûna Xanedana Keyanî bikin. Axwend Mihemed Salih di berhema xwe ya bi navê “Kurdgalnamek”ê de diyar dike ku paşayê Tûranê Efrasyab ji nifşa Tûrê kurê Cemşîd e; lewre ev nêzikatî û eqrebatiya xwe ya bi Pîşdadiyan re kiriye bihane û xwe fermanrewa û mîratgirê eslî yê selteneta Mad û Parsê dizanibûye. Ji ber heman bihaneyê wî paşatiya Key Qubadî qebûl nekiriye, li ser textê serweriyê şer di navbera Tûran û Mad-Parsê de derketiye û di dawiyê de hêzên Efrasyabî li hemberî hêzên Mad û Parsê şikiyane. Di şikandina hêzên tûraniyan de rola kurdên biraxoyî, adirganî, mamilî û kirmanî gelekî girîng bûye.[52] Mihemed Salihê Belûç damezrandina Dewleta Madê wiha tomar kiriye: “Di sedsala 9an a BZ de dema ku paşayê dawîn ê Xanedana Pîşdadî Girşespê kurê Ûştabê kurê Tahmaspê kurê Menûçehrê kurê Îrecê kurê Ferîdûnê kurê Epteyanê kurê Cemşîd miriye, paşayên Asûriyan êriş anîne ser xaka Mad û Parsê. Lewre kurdên Mad neçar mane ku dewleteke serbixwe damezirînin û xwe ji êrişên asûriyan biparêzin. Ji bo vê mebestê serek û serdarên Madê Mezin û Madê Biçûk, kurdên Pars, Gîl, Deylem û Hezareyê li hev civiyane û şêwirîne; di dawiyê de serekekî kurdên madî yê bi navê Key Qubadê Kurd ku di warê erdnîgarî, zanist, dadperwerî û karzaniyê de bêhevta bûye wekî fermanrewa hatiye hilbijartin.” (r. 43) Kurdgalnamek derbarê navê Madiyan de agehiyeke gelekî girîng dide û binavkirina dewletê wekî “Mad/Med” ji ber navê xanedanê destnîşan dike ku piraniya dewletên kurdan ên dîrokî bi navên xanedanan hatine naskirin (madî, hesenweyhî, buweyhî, şedadî, eyûbî, sefewî, zendî…): “Dîroknivîsan devera Madistanê bi navê <Keyan> û xanedana Madiyan jî bi <Keyanî> dane nasîn.” (r. 115) “Desteya kurdên Madê nêzikî 850 salî beriya zayînê, piştî avabûna desthilatdariya Madê, hatine vê navçeyê û tê de bi cih bûne. Ev desteya kurdên madî ji tîreyên zengene, biraxoyî, mamilî, edreganî û kirmanî pêk hatibûn û cara yekem bi alîkariya paşayê Madê Keyqubadê kurê Mad hatine navçeya Zereng (Zerenc), Tûran û Mekranê.” (r. 46) Li vir xuya ye ku gotinên Qelqeşendî, Kurdgalnamek û Şahnameyê hev digirin û hev piştrast dikin ku Key Qubad ji nifşa Ferîdûnî ye; jixwe Qelqeşendiyî digot ku “Piştre Ferasiyabê kurê Tûc (Perasiyab=Afrasiyabê kurê Tûr) bi zordestî derkete ser têxt, welat wêran kir û xerabiyên nedîtî pêk anîn; lê ji neviyên Menûçehrî, kesekî bi navê Zûyê (di hinek çavkaniyan de ‘Zab’) kurê Tahmaspî artêşa Ferasiyabî şikand, dîsa welat gihande asteke baş, çemê Zêyî kir du beşan û li kêleka çêm bajarvanî da destpêkirin.”; her wiha digot ku “Mîrê keyaniyan ê yekem ê piştî Girşespê pîşdadî, Key Qubadê kurê Zû ye û wekî bavê xwe bi dadwerî serwerî kiriye.”

Li gorî zanyariyên hevçerx, navê Med û Parsan cara yekem di nivîsareke qralê aşûrî Şalmaneser III de derbas dibe.[53] Qralên aşûrî yên ku şerên xwe dane nasandin, derbarê gelên peymandar û bindestkirî de bi gelemperî çendek zanyarî berhev kirine. Her çend erdnîgariya ku aşûrî behsê dikin tenê texmînî be jî, lê ev tomarkirin mêjûnasiyeke (kronolojî) baş destnîşan dikin; her wiha navên kesan hindik bin jî, navê dever û cihnişînên wan deveran tên eşkerekirin. Di van belgeyên destkeftî de navên “Matai” û “Parsûwaş”ê cara yekem di sedsala 9an de li devera gola Urmiyê hatine tomarkirin; li gorî tomareyên Şalmaneserê III (desthilatdarî: 858-824 BZ) sala 835an a BZ ji 27 şahên Parsûwaşê bac hatiye wergirtin. Padîşahên paştir ên bi navên Şemsî-Adad V (desthilatdarî: 823-811 BZ) û Adad-Nirarî III (desthilatdarî: 810-783 BZ) jî pêla êrişên aşûriyan berdewam kiriye; di salnameyeke Şemsî-Adad a sala 821an de hatiye ragihandin ku li erdnîgariyeke di navbera Bît Bunakî û Parsûmaşê de (=Parsûwaş) şerekî navxweyî rûdaye. Tîglath-Pileser III (desthilatdarî: 744-727 BZ) ê ku heta çiyayê Bikniyê (=çiyayê Elvendê) êrişek li dar xistiye, welatê Medyayê wekî “mediyên hêzdar” an jî “mediyên dûr” bi nav dike. Di serdema Sargon II (desthilatdarî: 721-705 BZ) de jî behsa biraziyê qralê Elîpiyê tê kirin; her çiqas navê qralî Delta be û ne bi zimanê aryayî be jî, navê biraziyê wî Aspabara ye ku tê wateya “siwar”î. Di sala 691an de li ber peravên Dijleyê “Şerê Helûlêyê” qewimiye; artêşa aryayî ya ji leşkerên Îlam, Parsûmaş, Anzan (=Anşan) û hevpeymanan pêkhatî derketiye pêşberî qralê aşûrî Sennaherîbî (desthilatdarî: 704-681 BZ). Her wiha di nava peymandarên Esarhadonî de (desthilatdarî: 680-69 BZ) navên “padîşahên medan” jî derbas dibin.[54]

Îcar Kurdgalnamek derbarê navê Madiyan de agehiyeke gelekî girîng û nêzikî vê mêjûyê dide; her wiha pêvajoya damezrandina Şahaniya Keyanî bi berfirehî vedibêje: “Dîroknivîsan devera Madistanê bi navê ‘Keyan’ û xanedana Madiyan jî bi ‘Keyanî’ dane nasîn.” (r. 115) “Dema ku paşayê dawîn ê Xanedana Pîşdadî Girşesp mir, welatê Mad û Parsê duçarî rewşeke tevlihev û bêhêziyê bû; ev rewş bû sedema sergêjî û tirsa serekên hozên Mad û Parsê. Di encamê de hemû serek, serdar û rihspî li hev civiyan; piştî rawêjkariyeke komekî, biryarek ji civînê derket ku Key Qubadê kurê Mad derkeve ser textê Girşespî. Bi vî awayî Key Qubad sala 853an a BZ derkete ser textê Mad û Parsê. Wê heyamê kurdên biraxoyî tîreyeke hêzdar û azad a kurdan dihatin hesibandin. Mîr Kîkan serekê mezin ê kurdên biraxoyî û hevpeymanê Key Qubad paşayê Madê bû; her wiha serokatî li van heft tîreyên kurd dikir ku navên serokên wan wiha ne: Mîr Goran Goranî, Mîr Zaxo Sarûnî (an jî Soranî), Mîr Mihran Xuzdarî, Mîr Mişkan Mişkanî, Mîr Ermîl Ermîlî, Mîr Bolan Bolanî û Mîr Lerzîn Girîşkanî.” (r. 53)

Ji aliyekî din ve Kurdgalnamek bi dûvdirêjî şecereya nifşa kurdan wiha rêz dike: “Salixdarên dînî neqil dikin ku piştî tofana Nûh (silav lê bin), sê kurên wî: Ham, Sam û Yafes ji tofanê rizgar bûn û hemû însanên dinyayê neviyên van her sê kurên peyamber Nûh (silav lê bin) tên zanîn. Dibêjin nesla van sê kuran di dawiyê de ewqasî zêde bûye ku ji bo debara/îdareya jiyana xwe belavî hemû cih û goşeyên cîhanê bûne. Yekem car berê xwe dane navçeyên bakurê rojhilata Girdayê Zewî û li wir bi cih bûne; piştre hinekan ber bi xwarê ve koç kiriye û li navçeya xwe ya niha  nişîngeha xwe damezirandiye. Heşt kurên Hz. Yafesî hebûne û navê yekî ji wan Kumer bûye. Zincîra bingeha kurdan ji Kumerî bi vî awayî dest pê dike: Yafes, Kumer, Xezer, Kardak, Buwaz, Mîtan, Arîn, Gîwer, Rûdîn, Sûr, Dexû, Bulgar, Pişder, Têrxan, Şûd, Xuran, Madê Mezin, Çerkeş, Rasin, Zengan, Dirac, Hekar, Xoşnaw, Zaran, Sasun, Sencar, Şikak, Şûhan, Gurek, Wan, Mîran, Sûbar, Pazû, Kad, Gawr, Mengur, Tagaz, Çîg û Madê Biçûk.” (r. 46-47) Çendek ji van navan heta îro jî navên bajar, hoz û desthilatdariyên kurdan ên dîrokî û îroyîn in: “Mîtan, Pişder, Têrxan, Mad, Zengan, Dirac, Hekar, Xoşnaw, Sasan, Sencar, Şikak, Gurek, Wan, Mîran, Sûpar, Pazû, Kad, Gawr, Mengur, Mad.” Kurdgalnamek “Madê Mezin” wekî bapîrê “Madê Biçûk” bi nav dike û hozên madî wekî Heredotî bi rêz dike; lê belê di lîsteya wê de 7 hoz hene: “Partasîn (Paretaceni),  Estrûşan (Struchates), Arîzanît (Arizanti), Bûz (Busae), Maj (Magi), Bûd (Budii) û Dîlman (Deyleman?).” (r. 47) “Ji heft kurên Madê Biçûk, heft tîreyên kurd çêbûne û her yek bi navê bapîrê xwe yê mezin hatiye naskirin. Ev tîreyên kurd bi navê <Kurdên Rojhilatê> tên nasîn; ji ber ku ji aliyê rojhilatê ve hatine [Mad] û Farsê.” (r. 50) Ji aliyekî din ve, Kurdgalnamek şecereya tevahiya kurdan li ser du beşên wekî “kurdên rojavayê” û “kurdên rojhilatê” leva dike: “Li gorî çavkanî û belgeyên dîrokî, kurd li du beşan pareve dibin. Beşa yekem ew kurd in ku ji aliyê Araratê û zincîra Çiyayên Cûdiyê ve hatine; di dirêjahiya navçeyên Dîcleyê û Ferêt de, ji aliyê rojavayê ve heta Sûriyayê û qeraxên Deryaya Romayê û ji aliyê rojhilatê ve jî heta qeraxên Farsê û rexê Deryaya Umanê belav bûne. Tîreyên eslî yên vê beşê ji Lolo, Gûtî, Kasû û Sûbarî pêk hatine. Ji bo ku ev tîreyên kurd ji aliyê rojavaya Deryaya Hezarê ve hatine, bi navê <Kurdên Rojavayê> tên nasîn. Beşa duyem ew kurd in ku ji naverasta Asyayê ve ber bi rojhilata Îrana wê serdemê ve hatine; ji wir ji rojhilata Deryaya Hezarê derbas bûne û di başûrê vê deryayê re li navçeya Etropanê (“Adirabadagan” li gorî Şehnameyê, O.M.) belav bûne û bi cih bûne. Tîreyên eslî yên vê beşê jî ji Mad, Nahîrî û Kardoxiyan pêk hatine. Ev welatê mezin û fireh ê ku tê de bi cih bûne, ji ber navê Madê wekî Madayî yan Mêdya hate nasîn. Ev heft tîre, tîreyên eslî yên kurd in û di dawiyê de tîreyên şaxên din jê cihê bûne; her yek ji wan şaxan guherîne û bûne tîre yan jî hozeke serbixwe. Ji vê beşa duyem a kurdan re <Kurdên Rojhilatê> jî tê gotin. Kurdên Biraxoyî, Edreganî, Mamilî û Kirmanî ji hoza Madê cihê bûne.” (r. 111)

Dema ku Kurdgalnamek qala hozên parsî dike, li gorî zanyariyên îroyîn derdikeve holê ku hinek ji van hozan niha kurd tên hesibandin û hinek jî bi tevahî pişivîne: “Li gorî vegotinan, navên tîreyên Parsê bi vî awayî ne: Parsagird, Marafîn (Marafî), Marspîn (Marspiyanî), Panşiyanî, Dirusyanî (Diruzî), Diropîkî, Sagartî, Girmanî (Jirminanî), Mardî (Mirdî) û Dayî (Daranî). Ji van Parsagird, Marafîn, Marspîn, Panşiyanî, Dirusyanî û Girmanî gundnişîn û bajarnişîn bûne; tîreyên Diropîkî, Sagartî, Mardî û Dayî çadirnişîn û koçer bûne. Di nava tîreyên bajarnişîn de jî Parsagird, Marafîn û Marspîn wêrektirîn û berçavtirîn hozên Parsiyan bûne; serek û serdarên wan bi ser tîreyên Parsê yên din ku me li jorê behsa wan kir, baladest bûne û fermanrewatiya xwe bi ser wan de sepandine.” (r. 76) Divê bê diyarkirin ku navên van hozan di çavkaniyên yûnanî-ewropî de wekî “Pasargadae, Maraphii, Maspii, Pateischoreis, Derusiaei, Dropici, Sagartians/Asagartians, Mardi, Carmanians/Garmanians, Dai” dibihure.[55] Wekî mînak îro hoza “Panşiyanî” wekî “Pinyanişî” li Kurdistanê dijî û bi kurmancî diaxive; her wiha hoza “Dirusyanî” (Durzî, Duristî)” li nava Libnan, Urdin û Sûriyayê belav bûye, -her çiqasî zimanê xwe winda kiribe jî- ji aliyê çandî ve xwe li ser kurdan dihesibînin. Lewre ji aliyê nijadî ve hema hema ne mumkin e ku mirov medoparsiyan ji hev veqetîne; lê belê mirov dikare ji aliyê zimanî ve zimanên wan li ser çend beşan dabeş bike.

Ji vegotinên Kurdgalnamekê diyar e ku belavbûna çend hoz û tîreyên kurdên medî yên kevnare roja îroyîn jî berdewam e: “Keyqubad tîreyên Madî ber bi hemû milan û welatan ve belav kirin. Tîreya Partasnî veguhest navçeya qeraxên Deryaya Hezareyê û ew li wir bi cih kirin. Tîreya Bûzê bi fermana wî li navçeya Hemedanê bi cih bû. Tîreya Estrûşatê li navçeya Semerqendê û Xarezmê niştecih bû. Tîreya Arîzantê li Azerbaycanê nişîngeha xwe pêk anî. Tîreya Bûdiyê ku ji du tîreyên Biraxoyî û Zengeneyê pêk hatibû, ber bi aliyê xwarê rojavayê koç kir û li navçeya Tûran û Mekranê ya ku bi navçeya Sindanê ve hevsaye ye bi cih bûn. Sê tîreyên din ên kurd ku bi navên edreganî, mamilî û kirmanî dihatin nasîn, hatin Mekranê û li wir bi cih bûn.” (r. 63) Wekî mînak devera hoza “Partasnî”yê ji aliyê zanyariyên hevçerx ve nêzikî agehiyên Kurdgalnamekê ne: “Parsua (berê Parsûwaş, Parsûmaş) padîşahiyeke hozdar a kevnare bû (860-600 BZ) ku di navbera Zamûa (berê: Lûlûbî) û Elîpiyê de, li navenda Zagrosê li başûrê rojavayê Sineyê, ango li rojavayê Îranê bûye.”[56] “Navê <Parsûa> ji peyveke kevnare ya aryayî <Parsava>yê tê; li gorî texmînan, bi wateya <merz/sînor> an jî <devera sînorî> ye.”[57] “Bê guman deverên <Parsûwa> û <Persîs> ji hev cuda ne; ji ber ku <Persîs> devereke din a li başûrê rojhilata Aryayê ye û niha wekî parêzgeha Farsê tê zanîn. Hinek zanyarî destnîşan dikin ku Teispes (“Çişpiş” li gorî Kurdgalnamekê O.M.), bavê xanedana Hexamenî, rêberiya vê koçberiyê kiriye; hoza xwe ji Parsavayê kişandiye Persîsê ku berê şûnwarê Dewleta Îlamê bûye û paytextê wê Anşan e.”[58] Her wisa devera hoza “Arîzantî”yê jî îro wekî “Aran”ê tê naskirin û landika gelek zimanên aryayî ye: “Arîzantî  yek ji şeş hozên Medyaya kevnare ye ku Herodotî behsa wan kiriye (Herodot, 1/101) û ev nav ji nijada esilzade ya Arya-Zantû ya sanskrîtî hatiye girtin.”[59]

Kurdgalnamek bi rêbazeke nêzikî dîroknasiya nûjen desthilatdariyên Aryayê wekî “Pîşdadî, Mad û Parsî/Keyanî, Hexamenî, serdema dagirkeriya Skender û Hindûyan, Eşkanî û Sasanî” pareve dike û taybetmendiyên her serdemê digel navên şahan destnîşan dike: “Cemşîd damezirînerê dewleta Pîşdadiyan bûye û navên padîşahên vê malbatê bi vî awayî ne: Cemşîd, Epîtan, Ferîdûn, Menûçehr, Tehmasb, Ûştab û Girşasp. Girşasp paşayê dawîn ê zincîra fermanrewatiya binemala Pîşdadî bûye. Piştî mirina wî, welatê Mad û Parsê duçarî bêhêzî û valahiya desthilatê bûye. Sebebê vê jî ew bûye ku ji malbata Pîşdadiyan kesekî layîqî textê seltenetê tunebûye.” (r. 115) “Desteya kurdên madî heta şeş piştan li ser textê selteneta Mad û Parsê fermanrewatî kiriye ku navên wan bi vî awayî ne: Key Qubad, Key Kawus, Tûs ku bi navê “Key Xusro” jî tê nasîn, Ferîbûrz, Keyaksar û Azdiyak.” (r. 54) “Kurîşê Mezin textnişînê pêşîn ê Hexameniyan e. Vê malbata paşayî heta neh piştan fermanrewatî kiriye û navên paşayên wan bi vî awayî ne: Kurîşê Mezin, Kembûcî, Darayê Yekem, Xişayarşayê Yekem, Erdeşêrê Yekem, Xişayarşayê Duyem, Darayê Duyem, Erdeşêrê Duyem û Erdeşêrê Sêyem.” (r. 59) “Dema ku Îskenderê Makedonî selteneta Mad û Parsê anî bin desthilata xwe û li hemberî malbata Hexamenşiyan bi ser ket, Darayê Sêyem ê dawîn paşayê malbata Hexamenşî bû, hevkarî û hevdestên wî ji tirsa paşdevegera Îskenderê Makedonî ew kuştin. Îskenderê Makedonî, piştî dagirkirina welatên rojhilatê, di vegera xwe ya ber bi Yûnanê de, li Babîlê koça dawiyê kir. Bi nebûna mîratgirekî piştî wî, ev selteneta mezin û fireh ket ber destê serleşkerên wî û wan jî ew seltenet di navbera xwe de parve kir. Ev çarenivîs di berjewendiya sîstema Mîr Sîlukus de bû û rojhilata seltenetê ya ku ji Mad, Pars, Tûran, Mekran, Kabilistan û Zabilistanê pêk dihat, para wî ket. Sîlukus seltenet firehtir kir û karîbû deştên derdorê bike bin rikêfa xwe û heta 30 salî bi şikurdarî fermanrewatiyê bike. Her çend piştî wî, neviyên wî nikaribûn vî welatê fireh bi rê ve bibin. Sîlukus di dawîn saetên jiyana xwe de dixwaze biçe Makedonyaya ku niştimanê bav û kalên wî ye; lê di rê de bi destê mirovekî bi navê Kîranos hatiye kuştin. Piştî vê bûyerê Antîyakûs hatiye ser textê bavê xwe û 18 salan fermanrewatî kiriye û piştre koça dawiyê kiriye. Li cihê wî kurê wî Antîyakûsê Duyem bûye paşa û di dema fermanrewatiya wî de Diyudtûsê dadgerê Baxterê serî hildaye û nasnavê <şah>îtiyê li xwe kiriye. Dema ku mîrên Parsê serkeftina dadgerê Baxterê dîtin, liva azayetiyê di laşê wan de hatiye; lewre alaya şoreş û serhildanê hildane. Di netîceyê de ev bûyer bûye sebebê wê yekê ku welatê Eşkanî serî hilde û bê damezirandin. Piştî koçkirina Antîyakûsê Duyem, fermanrewatiya malbata Sîlukî li Mad û Parsê bêhêz bû, şeq û qelş lê ketin. Di netîceyê de Mîr Eşk, mîrê mezin ê Parsê bingeha fermanrewatiya malbata Eşkanî li Mad û Parsê danî. Cihê balkêşiyê ye ku fermanrewayên malbata Sîlukiyê yûnanî şêl û helwesta dostaniyê bi xelkê Mad û Parsê re domandin û bi dewlemendan re xizmatî pêk anîn. Her wiha mîrên Madiyan li ser pileya bilind danîn û di nava artêşa xwe de xelkê Mad û Parsê kirin serbaz. Lê li gel van tevan jî, xelkê Mad û Parsê xwe ji bin destê wan rizgar kir.” (r. 126-127)

Li berovajî Şahnameyê, vegotinên Kurdgalnamekê yên derbarê xanedana Eşkanî de gelekî dirêj û berfireh in; heta mirov dikare bibêje ku bûyerên vê serdemê û maweya desthilatdariya wan ne kêmî serdema medî û hexameniyan e jî. Dîsan heyama Sasanî jî bi hûrgiliyan hatiye vegotin û ev serdem bi dagirkeriya ereban re qediyaye.

 

E.Rotayên dagirkeriyan û bandorên wan li ser pişaftina zimanên aryayî

Li gorî salixên mîtolojîk, agehiyên serdema klasîk û zanyariyên hevçerx welatê aryayiyan çendîn caran pêrgî dagirkeriyên tund hatiye. Bi rastî ev mijareke gelekî kûr û têkel e; divê ji aliyê saziyeke zimanî ve bê meşandin. Divê bê zanîn ku gava dagirker hêmayeke xwe diçikilînin, hêmayên hevrik ên welatên dagirkirî jî ji holê radikin an jî bênirx dikin; lê belê mirov dikare vê pêvajoyê bi çend bendan kurteve bike û hêmayeke rênîşandêr dayne ser riya lêkolînan. Ji bo destpêkeke kurt em ê du mînakan bidin: îro di zimanê eskîmoyî de ji 100î zêdetir navên “berf”ê hene û her wisan ereb ji bo cureyên “deve”yan nêzikî 200 peyvî bi kar tînin; dîsan îro di zimanê tirkî de bi qasî 18 cureyên demên lêkeran hene. Diyardeya yekem nîşan dide ku rola heyberên xwezayê li ser ziman û çandan (heta li ser şaristaniyan) heye; diyardeya duyem jî nîşan dide ku rola liv û tevgera axêveran bandorê li ziman û çanda wan jî dike. Îcar heta niha “bandora liv û tevgera dagirkerên tûranî, romî û erebî ya li ser tevahiya zimanên aryayînijadan” nebûye mijara lêkolîneke zanistî ya xurt an jî xebateke wisan bi dest me neketiye; lewre em ê nikaribin bi nimûneyên heyî şopên vê texrîbkarî û tedhîşkariyê bişopînin.

Salixên çîrokî û mîtolojîk ên Şahnameyê qala êrişeke texrîbkar û tedhîşkar a Efresyabê tûranî dikin; êdî nayê zanîn bê ka tûraniyên wê serdemê zimanekî aryayî diaxivîn an na, lê belê diyar e ku vê dagirkeriyê dexmeyeke mayînde li eniya zimanên aryayî yên kevnare xistiye, di encamê de çendek qelş û derz li îskelet û cendekê van zimanan ketine. Ferhengsazê pêşîn ê tirkan Mehmûdê Qeşxerî di “Dîwanu Luxet’it-Turk” de diyar dike ku Efrasyab û Alp Er Tûnga heman kes in; dibe ku ev gotin rast be û leqeba wî ya li ba aryayiyan wisan be.[60][61] Her çawa hebe, ev kesayetê tûranî di mîtolojiya medoparsî de wekî “dijminê sermedî” yê aryayiyan hatiye nîşandan; navê wî ligel bêbextên mîna Dehak û Skenderê romî tê kişandin. Hem Şehnameya Firdewsiyî hem jî vegotinên tomarkirî yên beriya vê berhemê navê Efrasyabî bi xerabî, nebaşî û wêrankariyê re yeksan digirin; hinek çavkanî wî wekî “dagirkerê bênamûs” û hinek jî wekî “gumanbar û xedar” bi nav dikin. Ji bilî şer û qirênên wî yên li dijî gelên din, wî li dijî Aryayê 10 şerên giran li dar xistine; di tevahiya van şeran de rik kutaye hêma û nîşaneyên dewletbûnê yên aryayiyan, çav berdaye saman û serwetên stratejîk, nexwestiye ku tu tiştekî qenc li ser erdê aryayiyan bimîne ku rojek ji rojan bi kêrî wan were û jê sûd wergirin. Li hemberî wî Key Xusrewê medî rawestiyaye ku bi dadwerî, mirovdostî û xwezadostiya xwe hatiye naskirin.[62] Bi rastî divê bername, helwest û bertekên Key Xusrewî wekî doktrînekê bên lêkolîn; armancên dijminê wî yên li ser çand û zimanê aryayiyan bi berfirehî bên nîqaşkirin.

Salixên mîtolojîk, agehiyên serdema klasîk û zanyariyên hevçerx hevraman in ku dagirkeriya Skenderê romî û zimanê pergala wî ya greko-romayî jî bi qasî çend sedsalekan zimanê aryaya qedîm di nava mengeneyeke sext de pelixandiye. Her wekî ku tê zanîn, şoreşa greko-romayî ya Skenderê romî ji sêgoşeya sînorî ya rojavayê welatê Aryayê dest pê kiribû û piştî şikandina hêzên aryayiyan, bandor li tevahiya nexşeya Aryayê kiribû. Lê belê divê bê zanîn ku êrişên Skenderî bi qasî yên Efrasyabî dijwar û xedar nebûne; carinan li welatên dagirkirî hêzên bindest derxistine ser textan, li pey dadweriyeke rojavayî geriyaye û çav berdaye dilê gelên deveran; da ku bi awayekî mayînde bibe xwediyê erd û samanên wan. Wekî mînak, Skender bi jinên aryayiyan re zewiciye û hinek esilzadeyên wan peywirdar kirine; her çiqas pergaleke wî ya koledariyê hebûye jî, ji erêniyên welêt sûd wergirtiye. Dîsan jî dagirkerî dagirkerî ye û gelek wêrankariyên bêtelafî di giyan û cendekê sazûmana aryayî de pêk anîne. Gava mirov li rotaya êrişên wî dinêre, wisan xuya dike ku wî û peyrewên wî çand û zimanên li ser riya xwe qelandine; ne tesaduf e ku îro hemû zimanên aryayî yên pişaftî û windabûyî li ser riya wan in.[63]

Her wisan piştî belavbûna îslamê, hêzên xilafeta erebî ji sînorên xwe yên dîrokî derketibûn; di navbera 40-50 salî de tevahiya nexşeya Aryaya qedîm (beşên sasanî û bîzansî) hingaftibû, li ser aryayiyan dîn, ziman û çanda xwe sepandibû, di encamê de hemû dem û dezgehên wan ên dînî, zimanî û çandî rûxandibûn. Bi rastî dijminahiya erebên pêşîn rasterast li dijî zerdeştiyê û hêmayên wê bûye; heta xelîfeyê duyem Emerê kurê Xetabî gelek pergalên medoparsî guhastine nava pergala îslamî. Wekî mînak: wî êpecek têgihînên leşkerî û rêveberiyê yên wê serdemê bi cil û bergên erebî bi kar anîne (esker, deskere, zûm/zome…). Lê belê êrişên herî tund ên li dijî ziman û çanda gelêrî di heyama emewiyan de dest pê kiriye û heta nîveka serdema ebasiyan berdewam kiriye. Bi gotineke din, ev pêvajoya dagirkirin, bicihbûn û guherandina demografyaya erdnîgariyê ji serdema xelîfeyê duyem dest pê kiriye û hetanî dawiya desthilatdariya ebasiyan jî berdewam kiriye. Sedemeke sereke ya ku bavê Siltan Silhedînî ajote Şamê jî ev nijadperestiya ebasiyan a bi destek û komeka tirkên kole bû. Îcar her çiqas ereban carinan misilmanên aryayî ji bo kar û barên xwe peywirdar kiribin jî, gava wan dîtiye ku aryayî bi dîn, çand û zimanên xwe re eleqedar dibin teqez ev hewldan tepeser kirine; wekî mînak: serfermandarê artêşa ebasiyan Ebû Mislimê Xoresanî yê kurd ji ber meyla wî li ser çand û zimanê xwe hatiye kuştin, malbata Bermekî ya ku wezîrtiya siltanên ebasî kiriye bi bihaneya wergerandina berhemên farsî hatine cezakirin û bi dehan serhildanên aryayiyan ên mafdar bi bihaneya “şu’ûbiye”yê, ango nijadperestiyê tepeser kirine. Ji ber ku dînê îslamê li dijî hemû dîn û baweriyan bû, pêşengên ereban bi rijdî li ser pergala ragihandinê, ziman û çanda gelên dagirkirî radiwestiyan, qedexeyên giran datanîn ser hewldanên zindîkirina ziman û çandên neerebî.

Ji aliyekî din ve êrişên moxoliyan û paşmayeyên wan ên îlxanî, tîmûrî, xezneyî, selçûqî, aqqoyûnî-qereqoyûnî, osmanî-qecerî jî zimanên aryayî tûşî belavbûneke bêtelafî kir; di encamê de bi dehan ziman û devokên wan ên hûr-gir derketin holê, her wiha gelek ziman û devokên wan jî têk çûn. Wekî mînak: demografyaya Azerbaycanê rastî pişaftineke ewqasî tund hat ku aryayiyên tirkbûyî îro ji her kesî zêdetir dijminahiya aryayiyan dikin. Bêguman moxoloyan kevir li ser keviran nehiştin, hemû destkeftiyên aryayiyan ên heyama ebasiyan ji holê rakirin, hêmayên demografyayê wergerandin ser zimanê xwe, ligel hêza berxwedêr a aryayî hêza hişmend jî ji holê rakirin, dewraneke mîna Efrasyabî û hê jê xerabtir li aryayiyan jiyandin. -Ne tenê li deverên Azerbaycan, Îlam û Xoresanê- gava mirov li kûrahiya erdnîgariya Lekistan û Luristanê dinê re jî hêmayên wan ên heta roja îroyîn zindî hene, êlên tirknijad ên li nava aryayiyan çikandî berbiçav in, çendek navên cografîk ên ji wê heyama tarî hîn jî li ser piyan mane.

Heke mirov gotinê kurt vebire, Deşta Aryayê ya navendî ji ber dagirkeriyên tûranî, romî, erebî û moxolî hatiye pişaftin; hêzên aryayî yên têkçûyî hertim xwe spartine deverên çiyayî û zimanên xwe parastine. Yek ji sedemên zindîmayîna zimanên aryayî yên zayendbar (ji wan peştûyî, sanskrîtî û bi sê şaxên ve kurdî) xwezaya wan a çiyayî û dijayetiya wan a li hemberî ragihandinên biyanî ye. Wekî mînak: devera Alanyayê ya ku îro bi osetî diaxive, -her çiqas hêza hera giran a artêşa rûsî û gurcî lê hatine çikilandin jî- bi sayeya zimanê xwe xweseriyek ji dewleteke mîna Rûsyayê standiye. Dîsa rola zimanê peştûyî di serkeftina desthilatdariya Talîbanê de hertim tê pêş çavan. Ji aliyekî din ve, rola sanskrîtiyê ya di rizgarkirina Hindistanê de nayê înkarkirin; her wisan rola serketina xweseriyên li başûr û rojavayê Kurdistanê li ser hêz û şiyana wan a zimanî bilind bûye.

 

Nîşeyên gotarê:

[52] Axwend Mihemed Salih Zengene Belûç (2019), Kurdgalnamek, Weşanên Azad: Mersîn, c. 1, 43.

[53] https://iranicaonline.org/pages/chronology-1; dema gihiştinê: 30.03.2022; 05:18.

[54] Prods Oktor Skjærvø, “IRAN vi. IRANIAN LANGUAGES AND SCRIPTS (1) Earliest Evidence,” Encyclopaedia Iranica, XIII/4, r. 345-348; her wiha bnr.: http://www.iranicaonline.org/articles/iran-vi1-earliest-evidence; dema gihiştinê: 27.06.2022; 21:28.

[55] https://en.wikipedia.org/wiki/List_of_ancient_Iranian_peoples; dema gihiştinê: 30.03.2022; 05:38.

[56] K. E. Eduljee (2005), Zoroastrian Heritage; bnr.: http://heritageinstitute.com/zoroastrianism/zagros/index.htm; dema gihiştinê: 22.05.2022; 04:40.

[57] Ilya Gershevitch, William Bayne Fisher & J. A. Boyle  (1985), The Cambridge History of Iran, Cambridge University Press, ISBN 9780521200912, c. II, r. 62; her wiha bnr.: https://books.google.com.tr/books?id=BBbyr932QdYC&pg=PA61&dq=Parsua&redir_esc=y#v=onepage&q=Parsua&f=false; dema gihiştinê: 22.05.2022; 04:56.

[58] https://en.wikipedia.org/wiki/Parsua; dema gihiştinê: 22.05.2022; 05:00.

[59] https://www.gtp.gr/LocInfo.asp?infoid=24&code=LIRZZZm&PrimeCode=LIRZZZm&Level=5&PrimeLevel=5&IncludeWide=1&LocId=64387; dema gihiştinê: 22.05.2022; 05:17.

[60] Besim Atalay (2006), Divanu Lugat’it-Turk, Turk Tarih Kurumu Basimevi: Ankara: ISBN 975-16-0405-2, c. III, r 157.

[61] https://en.wikipedia.org/wiki/Afrasiab; dema gihiştinê: 25.03.2022; 15:09.

[62] https://iranicaonline.org/articles/afrasiab-turanian-king; dema gihiştinê: 25.03.2022; 21:35.

[63] https://iranicaonline.org/articles/alexander-the-great-356-23-bc; dema gihiştinê: 25.03.2022; 21:55.

[64] https://umiddemirhan.wordpress.com/2021/09/03/kesfeke-nu-ji-bo-diroka-kurdan-di-berhemen-latini-de-kurd-u-welate-wan-kurdistan/; dema gihiştinê: 10.05.2022; 23:40.

[65] https://umiddemirhan.wordpress.com/2021/09/05/rupeleke-nu-di-diroka-kurdan-de-di-berhemeke-latini-ya-sala-1679an-de-ciyaye-agiriye-weki-welate-kurdan/; dema gihiştinê: 10.05.2022; 23:59.

[66] Ji bo jînenîgariya Dr. Robert Kerrî li vê girêdankê binêrin:  https://en.wikipedia.org/wiki/Robert_Kerr_(writer); dema gihiştinê: 04.09.2021; 00:04.

[67] Ji bo PDFya berhema Dr. Robert Kerrî ya bi navê “A General History of Voyages and Travels” li vir bitikînin: https://books.google.com.tr/books?id=YVjm2VmuOlgC&pg=PA133&lpg=PA133&dq=chiagri&source=bl&ots=EHvE4lK7GT&sig=ACfU3U0nDtUsUjESEKouHD2LWRY4avrJBQ&hl=tr&sa=X&ved=2ahUKEwjc0YqLiObyAhVCg_0HHQaiCekQ6AF6BAgMEAM#v=onepage&q=chiagri&f=false; dema gihiştinê: 04.09.2021; 00:05.

[68] Jac. Augusti Thuani, Historiarum sui temporis tomus primus, (bi latînî), S. Buckley: Londini, 1733, c. 4, r. 366. https://books.google.com.tr/books?

(dûmayîk heye) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev