Pirsa we û bersiva me – 225

Pirsa we û bersiva me – 225

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 30

1.

Di salên hezar û nehsed û heştîyande li Hezexê, mêrikê koçer dibihîze ku Mihemedê tahsîldar henefî ye. Mêrikê koçer sund dixwe ku Mihemedê tahsîldarê henefî bikuje. Mihemedê tahsîldar pê dihise ku mêrikê koçer li ku derê wî bibîne ewê wî bikuje, ji ber ku li ser mezhebê henefî ye. Li ser vê bûyerê Mihemedê tahsîldar gelekî ditirse û xwe digihîne miftîyê bajêr da ku bi mêrikê koçer meselê bide famkirin. Piştî miftîyê bajêr, Mele Ramazan û mele Aladîn dikevin navbera wan de, mêrikê koçer kanih dikin da Mihemedê tahsîldar nekuje. 

Bi vî awayî Mihemedê tahsîldar ji tehdîta kuştina mêrikê koçer xwe rizgar dike. 

 

2.

Polîs: 

– Dawîya hefteyek xweş ji we re dixwazim. Kontrola lezajotinê heye. 

– Êêê, ma min zêde ajot? 

– We pir zû ajot. Rê ya 50´î we li ser 70 yî ajot. 

– Li ser lewheya/nîşana li wir 70 dinivîse. 

– Ew hijmara rê ye. 

– Wey mala Xwedê hezar carî ava ku te ez li ser riya 210-an nedîtim. 

 

3.

Fermander dikeve derî da û lamba şevê divemirîne. Dûv re ew bi dengekî bilind diqîre:  

– Leşkerno! Şev baş û gava ku ez dibêjim şev baş mebesta min ev e: DEVÊ XWE BIGIRIN! 

Dengek ji tarîtiyê tê: Şev baş kaptan! 

 

4.

Di dema nuqteyek girîng a kontrolê ya li derveyî bajêr de, hemû trembêl hatin rawestandin. Zilamek pîr hewl da ku nesekine. Lê polîs neçar bû ku bireve pêşîya trembêlê. 

– Polîs kir qêrin û got: Tu çima ranawestê? 

– Zilamê pîr got: 24 roj berê diz ketin xanîyê min. Û min xeber da we, lê we wext nedît ku hûn werin. Ji ber vê hingê ez fikirîm, ez ê îro jî xwe nekim bela serê we. 

 

5.

Cotkarekî navser bi tenha serê xwe li çewlikê dijî. Ew ji kurê xwe yê ku di girtîgehê de ye nameyekê dinivîse; 

-Ez îsal nikarim petatan/kartolan biçînim. Ez pir pîr im nikarim zevîyê bikolim.  

Piştî bi çend rojan ew nameyek ji kurê xwe distîne: 

-Bavo, tu çênabe ku wê zevîyê bikole. Min li wir cenazê kesê ku min kuştî defin, binax kirîye.  

Sibehê, çend mirov ji polîs hatin. Wan zevî tevde kolan lê tiştek nedîtin. 

Kurê cotkar dîsa nameyek ji bavê xwe re rêdike.  

-Niha bavo, tu dikarî petatan binax bike, biçîne. Ya çêtirîn ku ez ji vir dikarim bikim ev bû. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev