Letîf Helmet: ”Jînkirina Kerkukê/mirina dagirkeran e”

Letîf Helmet: ”Jînkirina Kerkukê/mirina dagirkeran e”

Amadekar: Suleiman Sulevani

Helbestvanê kurd ji Başûr Letîf Helmet îro bi vê helbestê xwe digehîne lûtkeya hozana kurdî. Vê helbestê olvedaye li başûr û pir hatiye hezkirin.

Latif Halmat (Letîf Helmet) sala 1947 ji dayîk bûye li bajarê Kirfrî, başûrê Kurdistanê û di sala 1963an dest bi nivîsandinê helbestan diike, 20 pirtûkên helbestan bi kurdî çapkiriye û gelek berhemên wî bi zimanên din hatine wergerandin. Di warê literatura zarokan û teyatir de jî çalak bûye.

Ji pirtûkên wî, “Xwedê û bajarê me yê biçûk” (1970), “Rûbirûya jinûvebûnê” (1973), “Bahoza spî” (1978), “Nameyên ku diya min naxwîne” (1979) û “Helbestên qedandî û neqedandî” (1979). Ew yek ji pêşengên pêla nû ya helbestvanan bû ku di salên 1970-an de li ser guhertina zimanê helbestê û teknîkên nûjen ên edebî sekinîn.

 

Jînkirina Kerkukê/mirina dagirkeran e

Caran hemû rê diçûn:

Bane

Îro hemû rê diçin bo mala:

Mame Rîşe li

Kerkukê

Eger Xwedayê mezin

biçûye bi mêvanî cem evîndarên xwe

ew ê biçûya mala:

Azad Hewramî li

Kerkukê

Kes… mala kes nîne kes

Tapûya di berîka:

Kamîlê Mela Weysî de ye

Kerkuk

Xwedayê mezin

Sê caran giryame

Cara yekê jibo: Helepça kîmyabaran kirî

Cara duyê jibo: Enfalkiriyan

Cara sêyê jibo: Mişextên Kerkukê

Xwedayê mezin jî

bi kurdî diaxive:

dema diçe Kerkukê

Eger Xwedê

Li asman bêzar bibe

dibêje Cibrîl

Erşî bibe bo:

Kerkuk

Xwedayê mezin du caran nefret kiriye

Yekem car: Şeytan

Duwem car: Li berpirsên Kerkuk

Ji:

Partî û martî bêzar e, bêzar bêzar

Tenê û tenê

Nasnameya Kurdistanî di berîkê de ye

Kerkuk

Zivistanan dema ava Xase xuşîn tê

Av nîne

Xwîna şehîdan e

Stranan dibêje jibo:

Kerkuk

Her pête agirek

Şehîdeke bi çira ye:

Jibo mala xwe ya caran li Kerkukê digere

Ji jimara hemû netewên îraqê bêtir in:

Jimara şehîdên

Kerkuk

Eger dev hebaye

Tiffî li her berpirsekê

Neftdiz dikir

Eger Xwedayê mezin hez li stranan baye

Diçû guh dida strana ”Şerte ta rojî Heşr” ya:

Elî Merdan li

Kerkuk

Ji bav û bapîrên xwe min bihistî ye

Mirî zindîbûne:

Dema hatine şûştin bi ava

Kerkukê

Ji hemû stêrkan

Ciwantir in:

Stêrkên asmanê

Kerkukê

Adem û Hewa

Ku ji behişt hatin dûrkirin:

Çûn bo:

Kerkuk

Em wisa hînbûne

Ku dibin wênekêş

Di serî de li ser dilê xwe:

Dikêşin wêneyî

Kerkuk

Li wan çiya, gir û newalan de:

Dibihîsim dengê hezaran şehîdan dibêjin:

Hestî û masûlkên me bibin bo

Kerkukê

Bi zindî û

Bi mirin

Her şehîd in:

Şehîd in xelkê

Kerkuk

Welatê berpirsên bazirgan nîne

Welatê şehîdan e

Kerkuk

Dibe navê kolanan

Biguhurin

Lê nabe

Nabe

Nabe

Jibîr bikin navê şehîdekê:

Kerkuk

Ey Xwedê can

Min zengînî ji te nevê

Ne weke hine zanayên olî

Ji te biparim bibim endam parleman

Hemû nizayeke min ew e

Hêzekê bidî min:

Ciwantirîn helbest binvîsim bo:

Kerkuk…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev