Berî salekê stêrkek ji esmanê kurdan xuricî

Berî salekê stêrkek ji esmanê kurdan xuricî

Yûrayê Şamil Nabîyêv îro jî bi awayekî batinî rêvebirîya malpera me dike

Têmûrê Xelîl

 

Ev xetên jêr hûnê bixwînin, di wê malperê da çap dibe, ku bi saya serê qedirê Yûrayê Şamil, bi saya welatparêzîya wî merivê mezin berî 7 salan hate vekirin. Xwedîyê malperê, kurdê li cihanê herî binavûdeng, parlametarê DÛMA Rûsîyayê Zelîmxan Mûsoyev daxweza dostekî xwe yê nêzîk Yûrayê me pêk anî, ev malper vekir û ji destpêkê heta niha berdewam sponsorîya wê dike. Welatparêzekî din, kurdekî dilsoz Olêg Broyan jî çav da van welatparêzan û gelek salan sponsorîya malperê kir.

Yûrayê me bi rastî jî merivekî mezin bû. Dema hûn îro navê geşbûna rêxistinên diyasporayên kurdî dibihîsin, bizanibin, ku bingeha wan Yûrayê me danî. Dema we didît, ku delegasyonên ji Kurdistanê seredana Wezîreta Karên Der ya Rûsîyayê dikirin, bizanibin ku ew bi teşkîldarîya Yûrayê me dibû. Dema we didît, ku li Moskvayê konferansên Kurdzanîyê bi amadebûna kurdzanên mezin dihatine derbazkirin, bizanibin, ku bi saya hereketê Yûrayê me dibû.

Yûrayê Şamil Nabîyêv îro jî bi awayekî batinî rêvebirîya malpera me dike, em – karmendên herdu versyonên malperê yên bi zimanên kurdî û rûsî niha jî ber destê wî, bi serokatîya wî, bi hezkirina wî karê wî destpê kirîye berdewam dikin.

Eger li wê dinyayê jîyan heye, bira van gotinan bigihîne ber ruhê Yûrayê me, ku ew bizanibe em çiqasî jê hez dikin.

 

Niha em mêze bikin berî salekê çiqas kurdên binavûdeng bi mirina Yûrayê me êşîyan û heta niha jî diêşin.

 

Zelîmxan Mûsoyêv: Parlamêntarê DÛMA Rûsîyayê, xwedîyê malpera RIATAZA

Bîranîna te wê her di dilê me da be, hevalê minî ezîz 

Yûra Nabîyêv xatir ji me xwest. Hevalê minî nêzîk û merivekî qedirgiran. Gelek sal bûn min wî nas dikir. Welatparêzê rasteqîn yê gelê kurd bû, rohilatzanekî profesyonal, sohbetvanekî bêhempa, qisekirina bi wî ra herdem jî hewaskar bû, merivekî gelek dilovan û bi aqil bû. Bîranîna te wê her di dilê me da be, hevalê minî ezîz”.

 

Nadirê Kerem Nadirov, akademîsyan, bavê ulmê neftê û gazê yê Qazaxistanê

Sed heyf niştimanperwerê bêhempa, yek ji lidêrên Kurdên Qafqasyayê (Kurdên Sovyetê), cîgirê serokê Federasyona Navneteweyî ya Diasporayê Kurdan, Serokê Komeleya Hewkariyê bi Gelê Kurd re Yura Nebiyêv xatir ji me xwest. Jiyanê wî mînak bû. Mixabin, ciyê wî tu cara nayê dagirtin.

 

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan cîgirê xwe ji dest da

Civaka kurdan bi mirina Yûrayê Şamil Nebîyêv zirareke mezin ket

Cîgirê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan, Serokê Hevalbendîya Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd bi Rûsyayê ra, berpirsê sereke yê malpera RIATAZA, zanyar-navnetewîzan, karmendê civakê yê binavûdeng Yûrayê Şamil Nebîyêv 6ê tîrmehê sala 2021ê di 68 salîya xwe da ji nav me bar kir.

Yûra Nebîyêv tevaya jîyana xwe dîyarî pêşketina kar û barên diyaspora kurdan ya li cihanê kir. Ewê herdem di dilê me da wek merivekî dilovan, xêrxwaz û aqilmend bimîne, ku welatparêzekî bêhempa û teşkîldarekî ser dereceya here bilind bû.

Ji salên 1980î destpêkirî Yûra Nebîyêv bi karê zanyarîyê ra tevayî di nava diyasporayên kurdan yên komarên Sovyeta berê da xebateke mezin dikir, di nav wan da herwiha bi Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ra di nava hevkarîyeke berhemdar da bû.

Yûra Nabîyêv kedeke mezin kire nava pêşketina gelê me li welatên Sovyeta berê, alî parastina ziman û çanda gelê me kir, bona pirsên xwendinê, gulvedana çanda me, xwedîkirina erf û edetan bêwestan xebitî, her tişt kir bona pevgirêdanên navnetewî yên diyasporaya kurdan bi welatê kal û bavan ra, di karê sazkirin û pêşketina vîdêokanala Yekbûn Tv da rola wî mezin bû.

Yûra Nabîyêv guhdarîyeke mezin datanî ser pêşketina karên Yekîtîya ”Berbang”ê, pir caran dibû mêvanê me, tevî konferansên zanyarî-praktîk û şevên çandî yên kurdên Qazaxistanê dibû. Ew wek rojnamevan xwedî gelek gotaran e, him yên ji jîyana rojane, him jî yên zanyarî.

Wealtparêzê mezin herwiha gelek caran seredana Herêma Kurdistanê kirîye, li wir rastî gelek karmendên civakî-sîyasî hatîye, tevî gelek konferans û civînan bûye, bi nûnerên diyasporayên kurdan yên welatên Awropayê û Sovyeta berê civîyaye. Bi saya wan rasthatin û pevgirêdanên bi karmendên dewletê û yên civakî ra, alî dostanîya gelan û qewînkirina hevdufemkirina miletan kirîye.

Di van rojên bo welatê me dijwar, dema tevaya cihanê hereketên xwe dikin yek bona şerê dijî pandemîya koronayê bikin, lê dîsa jî me nikaribû Yûra Nabîyêv biparasta û ji malbeta wî ra bibûna pişt.

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan û Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ”Berbang”

serxweşîyê didin malbeta Yûrî Nebîyêv, zar û nevîyên wî, hemû kesên ku Yûrayê Şamil ber dilê wan ezîz bû. Em hevparê xemên we ne.

Rehma Xwedê lê be, cîyê wî cinet be!

 

Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan

Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev

 

Serxweşîya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyarî ya Rûsîyayê 

Em serxweşîyê didine malbeta Yûrayê Şamil Nebîyêv, redaksyona malpera RIATAZA bona bêwext mirina wî. Cîgirê serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK), berpirsyarê sereke yê malpera Riataza, serokê Rêxistina hevkarî û piştgirîkirinê ya Rûsîyayê bi gelê kurd ra, dostê mezin yê sêktora Kurdzanîyê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyarî ya Rûsîyayê Yûrî Nebîyêv ji nav me bar kir.

Yûrayê Şamil bi aktîvî tevî konferansan, hemcivînên zanyarî û maseyên gilover dibû, ku ji alîyê Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyarî ya Rûsîyayê da dihatine derbazkirin. Ew wek karmendê civakê û welatparêzê Kurdistanê yê rasteqîn kedeke mezin kire nava qewînkirina hevdufemkirin û biratîya di nava kurdan da, parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî, mehkemkirina dewlemendtîyên ruhanî yên gelê kurd

Bira rehmeta Xwedê li wî be. Bila serê neferên malbeta wî û yê gelê kurd sax be, cihê wî behişt be!

Ji navê Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyarî ya Rûsîyayê KÎRÎL VÊRTYAYÊV, karmendê zanyarî yê sere, doktorê sîyasetzanîyê, Serwêrê beşa Kurdzanîyê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyarî ya Rûsîyayê

 

Îsko Dasinî: Derbeke giran li gelê me ket 

Parlamentarê Parlamentoya Gurcistanê Îsko Dasinî li ser Demnameya xwe ya Facebookê ji bo kirasguhastina Yûrî Nebîyêv serxweşîyê dide hezkirîyên wî û gelê me.

”Ew derbeke giran bû ne tenê bo malbeta wî a bedew û bi tifaq, lê herwiha bo hevalên wî û gelê me. Min ji destpêka salên 70î ya sedsala buhurî bi wî ra hevaltî dikir. Ew merivekî şereza û xwedî qedir bû, me bawerî bi wî dianî û em pê serbilind bûn. Ew malxwêyê bêqusûr, xwedîyê gotina xwe, welatparêzekî pir mezin û rasteqîn bû. Em bi hev ra bûne artîstên Teatroya kurdan ya Tbîlîsîyê û endamên Şêwra xebata bi gencên kurd ra ya li rex Komîtîya Komsomolan ya bajarê Tbîlîsîyê. 

Ez vê roja heznî serxweşîyê didime malbeta wî, kesên ber dilê wî ezîz, wan hemû kesan ku bi wî ra hevaltî kirine û ji wî hez dikirin. 

Bira rehma Xwedê li Yûrayê birayê me be, bira ber Mîrê xwe duaçîyê ewledê xwe û koma xwe be!”

 

Yûrayê Şamil Nebîyêv malpera RIATAZA sêwî kir

Bibore, ku me nikaribû tu biparastayî

 

Derbeke giran li malpera me ket. Malpera me sêwî ma… Rêvebirê giştî yê malpera RIATAZA Yûrayê Şamil Nebîyêv 6ê tîrmehê, di 68 salîya xwe da piştî nexweşîyeke malkambax serê xwe danî ax û berên sar… Ji bo bîranîna wî herdem di dilê me û xwendevanên malpera me da şîyar bimîne, ewê piştî koçkirina xwe jî bo me wek rêvebirê giştî bimîne, emê malperê bi şêwr û temîyên wî bi rê va bibin. 

Yûrayê me ew kes bû, ku ji hemûyan pirtir kurdên Sovyeta berê bi Kurdistanê va dida girêdan. Yûrayê me ew kes bû, ku ji hemûyan çêtir kurd û Kurdistanê bi Rûsîyayê ra dikire nas. Yûrayê me ew kes bû, ku ji hemûyan baştir û bi dil û can xwendevan bi malpera me ra dida girêdan. 

Welaparêzî ji xortanîyê da kete nava xwîna wî, ew xwîn 50 salan bo gelê me kelîya, sincirî, ronahî da me. Wê xwînê ew di xortanîyê da kire serokê Şêwra xebata bi gengên kurd ra ya li rex Komîtêya Komsomolan ya bajarê Tbîlîsîya paytextê Gurcistanê, dû ra bû serekê rêxistina kurdî ya ya bi navê ”Ronayî”, di destpêka salên 80î ya sedsala buhurî bû yek ji damezirênerê Şanoya kurdî li Gurcistanê, dû ra bû redaktorê sereke yê malpera www.kurdistan.ru. Pişt ra bû cîgirê serokê Kongreya rêxistinên netewî yên Rûsîyayê, hate hilbijartin wek serokê rêxistina Kurdên Yekîtîya Dewletên Serbixwe. Yura me heta roja xatirxwastinê jî Serokê Hevalbendîya Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsya ra, cîgirê Federasyona Navnetewî ya Diyasporaya Kurdan, redaktorê giştî yê malpera Riataza bû. 

Di vê roja heznî da em serxweşîyê didine malbeta Yûrayê Şamil – xanima wî Lîyayê, kurên wî – Yûra û Davîd, nevîyên wî. Herwiha serxweş li xebatkarên malperê, nivîskar û hevalbendên me jî dikeve. Me hemûyan jî qîmetekî mezin dida zanebûnên wî, hunerê wî yê organîzatorîyê, nûr-nedera wî ya ku jê întellektûalî dibarî, lema jî di nava 7 salên rêvebirîya wî da tu dilxemî, dubendî, dutîretî di nava xebatkarên malperê da peyda nebû. Ewî bi xwe ra dewranek bir, perçekî dilê me û tevaya hezkirina me bi xwe ra bir.

Wek dibêjin : -Sed korayî bo te merdemêrî, Yûrayê ber dilê me hemûyan ezîz… 

Desteya Rêvebir ya Malpera RIATAZA

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev