Li ba Ahmedê Xanî peywendiyên jin û mêran, evîn û erotizm – 1

Li ba Ahmedê Xanî peywendiyên jin û mêran, evîn û erotizm – 1

Me ev nivîsa delal ji Bloga birêz Mûrad Ciwan (https://muradciwan.com/)

wergirtîye û em bi destûra wî wê dikin çend beşan û çend rojan dû hev çap dikin.

Fermo, îro beşa wê a pêşin bixwînin.

Mûrad Ciwan

Ahmedê Xanî çend ku alimekî dînî yê dîndar e, ew çende jî mutefekkirekî dunyewî ye. Wî gellek hay ji dîrok, efsane, destan û menqiben dewra xwe, hay ji ilmê stêrnasiya wê demê, hay ji zanyariyên îctîmaî(sosyolojîk, etnolojîk), ji ilmê hîndekriyê, ji nefsiyatê heye. Ew xweş dizane ku jiyana însanan û ya civakê ne bes ji kar û barên aborî, dînî û manewiyata bilind pêk hatiye. Li ba Ahmedê Xanî aheng, kêf, şayî, dawet, derbaskirina demê bi mujûliyên xweş, bi şevbêrkên aheng û reqs û stranan, bi setrenc û sohbetan, bi ziyafetên xwarin û vexwarinên curbecur, bi nêçîrvaniyê perçeyekî ji jiyana tebîî ye. Ew jiyanê bi evindariya heqîqî û ya mecazî û bi jihevhezkirinê û erotizmê tebîî dibîne.

Loma jî mirov dikare bêje ku ji sedemên afirandina Mem û Zînê yek jê jî ev hişyarî û hayjêhebûna piralîtîya civakê ye. Wiha dibêje Ahmedê Xanî:

Da xelq nebêjitin ku Ekrad
Bê ma’rîfet in bêesl û bunyad
Enwa’ê milel xwedan kitêb in
Kurmanc tenê di bê hesêb in
Hem ehlê nezer nebên ku Kurmanc
Işqê nekirin ji bo xwe amanc
Têkda ne di talib in ne metlûb
Vek ra ne muhib in ne mehbûb
Bê behre ne ew ji işqebazî
Farix ji heqîqî yû mecazî

Ew, gellekî qîmetê dide kurdbûneke piralî û dagirtî ya şaxvedayî. Wî divê civakeka Kurd a welê li ber çavê cîhanê raxe da herkes bibîne ku ev millet yekî xwedan ma’rîfet, biesl, bingeh û xwedan kitêb; an go xwedan kultur û edebiyateka bilind e. Wî divê ku yekî gava bala xwe da civaka Kurd, nebêje ku Kurdan evîn ji xwe re nekirine armanc, evîn û evîndarî di nav wan de tuneye, wan hay ji evîna heqîqî û mecazî nîne.

Ev yek dide nîşandan ku qasî ew hay ji Kurdîtiyeka piralî heye, ew qasî jî dizane evîn çiye. Ew rûmeteka bilind dide evînê. Ahmedê Xanî gava çîroka Mem û Zînê xelas dike careka din vedigere ser wê yekê ku çima ev esera mewzûn nivîsiye û wiha dibêje: Ey guhdêrê çîrok û efsanan û yê ku tu fikr û qenaeta xwe li ser wan didî! Xanî ji qedeha evînê dîn bû, ew çeraba şor pê şêrîn bû, wî hinde vexwar ku îdî hay ji gotinên xwe nema. Ew bi kêfa emirberiyê mest e, dîwane ye, loma jî li gorî adetan divê ew mazûr bê dîtin. Gêj e, meyxwir û serxweş e, loma ew welê badefiroş û bi teşwîş e, têkilhev e. Herçî kesê ku dibêje ew[tiştê ku Xanî dibêje] hewa û vala ye, heke guhê xwe bidiyê [wê bibihîze] ku ew awaza neyê ye. Ew ney ne helal û ne jî heram e; bêperde ye, lê ne bêmeqam e. Bi Kurdî, Erebî, Farisî û Derî ye; min ew ji leyistik û yariyan bi hev xistine. Hinek jê ji efsaneyên Botan in, hinek jê jî bahane û buhtan in. Bi lehceyên Bohtî, Mihemmedî(belkî jî Mehmûdî… Wê gavê dibe lehceya Hekariyan û Bahdînan M.C.) û Silîvî ne. Hinek wekî la’l(cewherê sorM.C) hin jî ji zêr û zîv in. Hin jê kermorî ne, hin morîk û hin mirwarî ne, hinekên wan şeffaf, rohnî û zelal in, lê hin reş û tarî ne. Min wekî biçûkan ew rêz û nexş kirine û anîne meydana bazarê û çarşiyan. Ji wan hin çîrok, hin jî mîsal in, hinek heram û hinek helal in. Her çîrok xwedanê ders û îbretekê ye, heke meriv bizanibe, her mîsal xwediyê şîret û pendekê ye.

Lakin [divê tu bizanî ku] armanc{a Ahmedê Xanî] ji vê got û bêjê, meqseda wî ji vê hela hela û coşê ew e ku ew rindî û rûmetbilindiya evînê eşkere bike û mukemaliyet û têgihîştina wê îsbat bike.1

Di vî beşî de em dixwazin di çarçewa Mem û Zînê de li ser wê yekê rawestin ka Ahmedê Xanî di civaka Kurdan de roleka çawa daye jinan, çarçewa baweriyên wî di mesela têkiliyên jin û mêran de çi ne, di van têkiliyan de evîna navbera jin û mêran heta çi dereceyê pêş de çûye.

Ahmedê Xanî him alimekî dînî yê ehlê sunne ye hem jî mutesewwuf û mutefekirek e. Wî di Mem û Zînê de û di berhemên xwe yên din de, evîna “heqîqî ” û ya “mecazî ” qenc ji hev cuda kiriye û rûmet daye her duyan jî. Divê em bibîr bînin ku evîna ku li ba me evîna heqîqî ye, ango evîna navbera însanan, li cem mutesewwufan wekî evîna mecazî tê qebûlkirinê, ew bi eksê me, evîna îlahî, evîna ji bo Xwedê û pêxemberî evîneka heqîqî dibînin. Li cem Ahmedê Xanî jî ev wiha ye. Evîna Mem û Zînê ji hev re wekî evîna “mecazî” destpêdike, bilind dibe, naveroka xwe diguhêre û dibe evîneka “heqîqî ” ya îlahî. Helbet li ba Ahmedê Xanî rutba evîna “heqîqî” ya îlahî, gellekî payeberz e, lê ev yek rûmeta evîna navbera du însanan naxe, bileks ew pêpelûkek e ku însanan dighîne wê merteba bilind.

Tiştekî ji vê jî balkêştir ew e ku Ahmedê Xanî, ne ku evîna navbera însanan welê tenê mucered, bi romantîzmeke moral û manewiyat bilind dipesinîne, ew her wiha berê xwe dide rastiya însanan û têkiliyên navbera evîndar û evandiyan; ew têkiliyên maddî, psîkolojîk û erotîk ên di hundurê evîna jin û mêran de bi hev re dihûne û evîndariyê bi vê realîzmê berpêş dike. Li ba wî pir tebîî ye ku evîna navbera du evîndaran bi viyan û têkiliyên cînsî û bi erotîzmeka helal a şeri’yeta dînî û estetîkeka bilind têkilhevkirî be. Em ê pişt re berfirehtir werin ser mesela evîn û erotîzmê li cem Ahmedê Xanî.

Berî evîndariya maddî û manewî yan jî ya “heqîqî” û “mecazî” me divê em li ser rola jinan û têkiliyên jin û mêran di wê civakê de rawestin ku Ahmedê Xanî teswîr kiriye û pesinandiye. Mem û Zîn esereka mewzûn e ku bi awayekî destanî evîna navbera du evîndaran dihûne. Lê ew pê re jî civakeka piralî ya jiyerê dem û dewranekê radixe ber çavê me. Bûyer li nav Mîrîtiya Botan derbas dibe; yanî civakeka Kurd a musulman û patriyarkal ku ji alî dewleteka feodal tê temsîlkirin. Hukumdarê wê, qanûnên şerîeta îslamê dimeşîne; ew bi xwe hukumdarekî hakimê mutleq e. Tenê mesûliyeta wî li hemberî Xwedê û pêxember û li hemberî şerîeta Îslamê heye. Ew xwedan hukumet, leşker, dîwan, muhafiz, zîndan û teb’ayên cuda cuda ye. Wî heyeta meşweretê heye ku ji mezinên eşîr û qebîlên Kurdan pêk hatine. Ên ku tabiên wî ne ne ku Kurd tenê ne lê eşîr û qebîlên Ereb û Eceman ji di nava wan de ne. Mîr, xwedanê hukumranî û dewlemendiyeka bêhidûd û xwedanê exlaq û manewiyatek bilind e.

Qehremanên çîrokê ji asilzade û xanedanên Kurda ne; Zîn û Sittî her dû jî bi xwe xwişkên Mîr Zeyneddîn in ku wê gavê hukumran e, dildarên wan Memo û Tacdîn hem bi eslên xwe şehzade ne; yek jê kurrê katibê dîwanê ê din jî kurê wezîrê dîwanê ye û ew bi xwe jî, di rutbeyên mezin ên xanedaniyê de wazîfedar in. Tacdîn çeşnîgirê(ew ê ku Mîr ji herkesî pirtir baweriya xwe pê tîne û her gava ku xwarina Mîr tê, berî Mîrî ew jê tam dike û îsbat dike ku jahrî tê de nîne, da hergav Mîr xwarina bê jehrî bixwe ku kes nikaribe jehriyê bide Mîr û wî bi sûîqastê bikuje) Mîr e, Memê jî serekê muhafizên wî ye. Yanî çîroka vê evînê di nava tebeqa xanedan de derbas dibe, pirtir jî meriv dibe şahidê cejn, dawet, evîn, şer, şahî, dawet, kul û derd û zîndanên civaka aristokrasiyê. Lê carinan dêmenên civaka “‘am”, tebeqên ahalî yên nexanedan jî tên teswîrkirin ku bi saya wan meriv fikreka ne têr zelal be jî li ser têkiliyên jin û mêran yên civakî peyda dike.

Heke em werin ser rola jinan di Mem û Zînê de, em pêrgiyî manzereka bi vî awayê jêrîn dibin: Bi nav û şexsiyeta xwe ya berbiçav sê jin hene di Mem û Zînê de; yek jê Sitî ye, a duduyan Zîn, a sisiyan jî Hayzebûna dayîna wan e. Her du yên pêşîn xwişkên Mîr in, esilsazade ne, di seraya haremê de dijîn, gava destan destpê dike ew bakîre ne, ciwan in. Ahmedê Xanî bi pesindayinek nedîtî pesnê xweşikiya wan dide ku herkesî dîn dikin. Piştî ku ji nesla xanedaniyê ne, dayîneka wan heye ku navê wê wekî me li jor got Hayzebûn e ku wan mezin dike, terbiye dike, di derd û kul û adet û jiyanên dinyayê û xanedaniyê de wan digihîne. Her wiha wekî dayîna wan, dibe sirdaşê derd û kulên wan, birînên wan derman dike, gava dikevin tengasiyê, riyên xelasî û firehiyê ji wan re dibîne. Gava Sitî û Zîn, roja Newrozê dilê xwe dixin du kuran(lê ew dibêjin qey ew keç in) a ku gustîlkan dibe diçe ba remildar, falekê vedike û fahm dike ku ewên gustîlên xwe bi keçan guherîne ne keç, lê kur in û Memê û Tacdîn in, Heyzebûna dayîn e. Ew di navbera keç û kuran de diçe tê mesajên wan ên dilketinê û pişt re jî yên teklîfên zewacê dibe û tîne. Ew rê li ber vedike ku xwazgîniyên Tacdînî herin Sitîyê ji Mîr Zeynedînî bixwazin. Gava daweta wan çê dibe li aliyê haremê ya ku serpereştiya amadekirina bûkê dike û cariye û xizmetkaran bi çar alî dide xizmetê, ew e. Gava Mîr, reda dayina Zînê ji bo Memoyî dike û wî davêje zîndanê û gava ji ber vê Zîn nexweş dikeve û xwe li hundur hebis dike, sirdaşê wê Dayîn e, gava Zîn îcaza Mîrî werdigre ku biçe li zîndanê Memê bibîne, ya ku dide pêşiya Sitîyê, cariyan û Zînê dibe zîndanê digihîne Memê cardin Dayîn e. Piştî ku Memê dimre û Zîn jî li pey wî diçe mirinê heta ber gorrê ya ku li pişt Zînê ye, di ber barê wê de radibe her dayîna Heyzebûn e.

Her çendî ev hessasî, aktîfî û dilovaniyên Dayînê hemû bi qelema Ahmedê Xanî di Mem û Zînê de diyar dibin jî meriv pê dihese ku Ahmedê Xanî piçekî rexnegir e li hemberî Dayînê, pir jî wê naecibîne, heta wê bi belaya salê, ecûzetiyê diwesifîne. Baş ne diyar e ku çima, lê muhtemelen ji ber wê yekê ye ku ew di navbera keç û kuran de navberçîtiyê dike û pirtir jî ji bo ku ew xwe dispêre remildariyê, baweriya xwe bi fa’l û remlan tîne. Çimkî em dizanin ku Îslamiyet her çendî remildariyê wek realîte qebûl dike, baweriya xwe bi tesîr û hukmê wê tîne jî, karekî qenc nahesibîne wê gunehkar dike.

Sitî, di Mem û Zînê de ne xwedanê roleka Mezin e. Ew dilê xwe dixe Tacdînî, pê re dizewice û li mala xwe jiyaneka asûde ya ne li ber çavan dijî. Carekê du caran dere dibe sirdaşa Zînê, qasî ku Tacdîn li ber trajediya Memê dikeve ew jî li ber Zînê dikeve. Piştî vegera Mîrî ji nêçîrê, gava Tecdîn dibîne ku Mem û Zîn di tengasiyeka bêhesab de ne, diçe agir bi mala xwe dixe ku Mîr û maiyeta xwe berê xwe bidin agir û bi vê firsendê her du evîndar ji tengasiyê xelas bibin, meriv hîs dike ku Sitî bi mêrê xwe re di vê operasyonê de cîh digre. Wexta Zîn dere zîndanê, Sitî wekî destek û dilşewitiya wê bi wê re ye. Rola Sitîyê ji vê ne wêdetir e.

Lê Zîn di esera Xanî de weka şehzadeyeka muzir a nazdar dest bi macerayê dike, dibe evîndara Memê, bûyer werre diguherin ku ew xwe nagihîne Memê, evîndarê wê dikeve zîndanê, ew dest pê dike bi agirê evînê ê cudayîyê dişewite. Çawa Mem di zîndanê de ji evîna Zînê berê xwe dide evîna îlahî, Zîn jî ji evîna Memê ber bi evîna îlahî de diguhere û digihîje merteba bilind. Zîn jî îdî Memê ne wek dilketiyê xwe, lê wek murşîd û rêberê xwe dibîne û bi vê digihîje evîna îlahî. Di van teswîran de Zîn îdî ewliyayek e ku bi her awayî ji dunyayê qut bûye û xwe evêtiye behra manewî ya îlahî. Li gorî Ahmedê Xanî her du jî di ronahiya evîna “heqîqî” ango ya îlahî de xerq dibin, gava şehîd dibin digihîjin merteba herî bilind.

Di Mem û Zînê de, wekî din, jin bi anonîmîya xwe cîh digrin, ew xanim û xatûnên serayan, cariye, reqas û mûsaqajenên hareman, keçên xama, jinên Bohtan in ku di cejn, aheng, dawet û şîn û şahiyan de diyar dibin û li ser rola jinan, li ser têkiliyên mêr û jinan di civaka Bohtan de fikrekê didin mirovan.

Seraya harema xanedaniyê bi xulam, xilman, cariye an perestaran dagirtî ye ku ev li ber destê Mîr û mala wî ne. Ev cariye her wiha di xizmeta Sitî û Zînê de ne jî. Bi wesîla van xizmetkarên haremê, jin(helbet di vê civata patriyarkal de ne tenê jin, mêr jî xizmetkar in) wekî xizmetkar, cariye û berdestên kesên xanedaniyê, wekî mûsîqajen û reqas, wekî sakî derdikevin sahnê. Ew anonîm in, car bi car wekî kategoriyekê diyar dibin, bi sedaqet û qebûlî xizmeta efendî an xanim û xatûnên xwe dikin.

Jinên tebeqa xanedan û yên arîstokratiya dora wan, di demên jiyana rojane ya tebîî de li koşk û serayên xwe li beşê haremê dimînin, zû bi zû kesên tebeqên xelkê wan nabînin, ne bi nav û dengê xwe be, bi fizîka xwe nayên nasîn. Ew jî prensîbên hukumraniya patriyarkal dimeşînin, gava Mîr qebûl dike ku Sitî bi Tacdînî re bizewice, daweteka nedîtî li dar dixin, lê gava Mîr red dike ku Zîn bi Memê re bizewice, kes nikare li ber biryara Mîrî rabe, Zîn dikeve hundur, ji ber agirê evîna Memo roj bi roj dihele û ber bi mirinê diçe, lê qet carekê be jî nikare bêemriya Mîr bike. Hetta Mîr nebêje “erê”, ew jî û hemû jî dizanin ku Zîn nikare xwe bigihîne Memê.2

Lê tevî vê jî Sitî û Zîn belkî jî ji bo ku ji tebeqeya serdest a xanedaniyê tên, di Newrozê de dikarin muzuriyekê bikin; cilên kurikan li xwe kin û herin sûkê, nava xelkê. Balkêşiya din jî ew e ku Ahmedê Xanî her di eynî wextê de cilên keçikan li Memê û Tacdînî dike û wan bera nava sûkê, şahî û ahengên Newrozê dide. Ya ji van jî balkêştir ew e ku di evîndariya Mem û Zînê û Sitî û Tacdînî de yên aktîf ku derî li pêşveçûna evînê vedikin keç in. Zîn û Sitî ji dayîna xwe ra dibêjin ku here ji Memo û Tacdînî ra bibêje ku em ji wan hez dikin, heke wan jî em divên bira herin me bixwazin, çimkî ji ber heyayê em nikarin herin wan bixwazin3

Esas gava meriv bi meselê ve biçe, xwiya dibe ku Ahmedê Xanî di civakê de rola serbestiya heta dereceyekê ne ku tenê daye jinên tebeqên serdest, daye yên din jî. Di Mem û Zînê de, bi munasebeta Newrozê, bi munasebeta daweta Sitî û Tacdînî û bi ya şîna li ser mirina Memê û Zînê, jin û mêr bi hev re derdikevin meydanê bi hev re aheng digrin, şahî û şînên xwe bi hev re dikin.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev