Pirsa we û bersiva me – 226

Pirsa we û bersiva me – 226

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 31

1.

Hemo ew cara pêşî bû li traktorê siwar dibû. Piştî traktorê da rê, Hemo tekerên traktorê yên biçûk ku li pêş û yên mezin li paş bûn wî ecêb mayî dihêlê. Traktor di rêya xwe de dimeşê û Hemo her qîran dide û dibêje; de heydê, hihihihi û geh xwe bi ser hêla rastê û geh bi hêla çepê ve ditewîne. Xwe pir aciz dike û ji qehran dike ku bibhecê.

Ajokarê traktorê li xwe dizîvirê û dibêje Hemo, kuro te xêre? Çima tu qîran dide? Tu dîn û har bûye heyran?

Hemo dibêje, Siphanelah zîrektî û jêhatbûn ne di piçûkî û meznatîyê de ye. Yaho ji sibeha Xwedê ve ev tekerên mezin dizîvirin û dikin û nakin nagihine van tekerên biçûk. Çiqas tu didê xazê jî dîsa ew tekerên mezin nagihine yên li pêşî biçûk. Bes we başkirine we ewên mezin danîne paş, ew ne layîqên pêş in.

 

2.

Di zemanekî de Mîrê welêt biryar dide ku ew malbatên deh zarokên wan hebin dê meaş, mûçe bidin wan. Li qerexa bajarekî malbateke xizan û feqîr ku salxwir û temen mezin, xwedîyê neh zarokan bûn vê biryara Mîrê welêt dibihîzin. Ev malbata xizan dixwazin ji vê biryara Mîr sûd werbigrin. Piştî vî temenê wan yên mezin, zarok bo wan çênedibûn. Mêrik li xwe mikur tê û dibêje; jinik, wele ji te tê veşartin lê ji Xwedê nayê veşartin, kurekî min ji jineke din li filan welatî heye. Baştirîn ewe ku ez herim wî kurê xwe bînim da hijmara zarokên me bibe deh û em jî bikaribin meaşê wan bistînin. Mêrik dide rê û diçe, li vî bajarî li wî bajarî digere û dipirse dawî şopa kurê xwe yê ji jinika din peyde dike û wî dibîne. Mêrik kurê xwe bi xwe re tîne û berê xwe dide malê. Dema bav tê malê, dibîne ku her neh zarokên wî yên din ne li malê ne. Mêrik ji jinikê dipirse; hermet ka zarokên me?

Jinik stûyê xwe berjêr dike û bi belengazî û bi dengek girî û nîvketî bersivê dide mêrê xwe û dibêje; mêrik wele bavên wan hatin zarokên xwe birin.

 

3.

Li gundekî ji yê Torê dawet hebûye. Li dawetê hozanê ku ji govendê re stran digotin û li kemançê dida, li ber govendê xwe dihejand û stran li himber keçik û xortên gund digotin. Di wê navberê de yekî gundî hat devê xwe da ber guhê yê hozan û got; dîya te mirîye. Hozan bi vê gotinê sist bû û destê wî li kemançeya wî negerîya ku lêxê. Kemançeya xwe da destê kurê xwe û ji nav govendê derket çû li ser kevirekî rûnişt û dest bi girî kir. Gundî hatin dorê û jê re gotin; filankeso, daweta me betal neke û nefeşkilêne kemança xwe berdewam bike, bi soz emê mewlîda mirina dîya te bidin. Yê hozan bi vê yeka qanih bû û dest bi kemança xwe kir û dîsa govend gerand.

Roja piştre gundîyan hestûyên ji ber dawetê mayî hemû birin li ser tirba dîya hozan rast kirin. Piştî bi bîstikekê kûçikên gund hatin hestîyên ser tirbê kohtin. Kûçikên dawîyê hatin ku hestî nedîtin, tirb bi lepên xwe kolan û gihiştin laşê ya mirî. Kûçikan, hestî û goştê ya mirî ji devê hev direvandin. Heta gundî û yê hozan bi vê bûyerê hisîyan û avêtin pey kûçikên gund û bi zorê heta hestîyên dayîka hozan ji devên kûçikan dan hev û êxistin tirbê û li ser tirbê tije kevirên mezin kirin da ku kûçik nikaribin dîsa hestîyan derxin.

 

4.

Yadê û yabo li bajarê Stenbolê dijîyan. Roja cejna Remezanê li ber derîyê wan çend kesan bi dinge dingê li daholê dixistin û di ber re stran digotin. Dema dayê derî vekir ku çi bibîne; sê kesên ku dahol bi milê wan ve daleqandî û weke serxweşan di qîrin û bi kêf û coş stranên cejnê û qesîdeyan bi tirkî distrênin. Yadê rahişte şekirê eydê û dirêjî wan kir û got keremkin. Lê wan hersê kesan got; dayê em daholcîyên meha Remezanê ne, me di paşîvê de hûn ji xew şîyar dikir. Em hatine cejna xwe. Yadê bangî yabo kir; Seyîd, ka were va ye daholcîyên paşîvê hatine doza eydanîya xwe dikin. Yabo hat, daholcîyan stranên xweş bi lêdana dahola xwe re gotin û li hêvîyê bûn ku bavo eydanîya wan bide wan.

Bavo; keremkin birazî, hûn çi dixwazin?

Daholcî: Hecî amca em hatine eydanîya xwe. Di meha Remezanê de me hûn ji xew şîyar dikirin û hûn dirabûne paşîva xwe we dixwar.

Bavo: Birazî, ma ne em Seyîd û hem Şafiîne.

Dema bavo wilo got, daholcî quno quno çûn û gotin, bibore Hecî amca me nizanîbû hûn Seyîd û Şafiîne, me got belkî hûn Misilman in!..

Piştî vê bûyerê di cejna Remezanê de tu caran, daholcî neçûne ber derîyê mala bavo û yadê.

 

5.

Li Binxetê (Rojava) kesek bi navê Birahîmkê Deywanî hebûye. Birahîm, li ber devê xwe nedimeyzand û tiştê dihat ber devê wî bêy ku bifikire di devê wî re derdiket. Vêca her cara ku Birahîm bi mirina hin kesan dihisîya û bê şerm digot; Min di wî ve, ew jî çû.

Dibêjin dema ku Birahîm ketiye ber mirinê, gundî çûne mala axê û gotine axê; ka em tev de herin serlêdana Birahîmê Deywanî yê ku pir nexweşe. Axa dibêje, Wele ez nayêm, ew kesekî bê edeb û ji her kesî re xeberên ne li rê dibêje. Ew kesê wilo, ne yê ku em serlêdana wî bikin. Gundî ji axayê gund tika dikin ku ew bi wan re here serlêdana Birahîm. Axa dibêje bi yek şertê ez dê werim; dema ku em ketin hindirû, hê we silav nekirî ezê bêjim; Birahîmo, me di te ve Wele tu jî çûyî. Gundî tev dikenin û didine derdora axayê xwe û berê xwe didine mala Birahîmê Deywanî. Wextê têne nêzîkî mala Birahîm, zarokên wî bazdidine hindûr û ji malîyan re dibêjin, wa ye axa li gel gundîyan tê mala wan. Birahîm jî di nav nivîna xwe de nala nala wî ye û vêya dibihîze.

Axa dide devê derî û hê neaxifî, Birahîmkê Deywanî dibejê axê; Wele min di te ve ez jî çûm.

Piştî vê gotinê axa li gundîya dizîvire û dibêje, heyran ma min ji we re negot, em naçin, we got ew li ber mirinê ye devê wî lê nagerê ku gotinên ne bi ser û ber bêje. Ha aha we hemîyan dît bê mirovekî çawa ye. Piştî ji cem Birahîmê Deywanî vedigerin bi du rojan Birahîmê Deywanî çavê xwe li jiyanê digire. Rehma Xwedê li wî û mirîyên me te va be.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev