Danasîna li ser dîrok û rewşa wextê şerê Şerfedînê pisê Şêx Hesen û Monxolan

Danasîna li ser dîrok û rewşa wextê şerê Şerfedînê pisê Şêx Hesen û Monxolan

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdiyatiyê

 

Pêşîn dixwazim van çend gotinên ku nivîskar û wêjezanê Kurd birêz Tengezarê Marînî li ser”sirûda Şerfedîn„ lêkolîn kiriye û  dibêje:”Di kultûra me kurdan de, belkî qewlê Şerfedîn sirûda herî bi nav û deng be. Taybetmendiyek wan sirûdan heye, ku guhdaran bi hêrz dike. Di vê serdemê de, êdî sirûdên netewî derketin. Ew bi xwe jî helbest in. Ev Hymn, Sirûde bi xwe di demên Kevin û antîk de, pesin, sena û medih, bi naverokeke olî bûn.“*1

 

Bi rastî ez jî zû ve û gelek caran di nav zargotina endamên civaka me Êzdiyan û di nav gelek lêkolînan de, rastî vê gotina, “Şerfedîn ji dînê min e û hinekan jî digotin, Şerfedîn dînê Êzdiya ye”dihatim. Min jî zahf dixwast vê taybetmendiya rastîya Şerfedîn, a di nav Êzdiyatiyê de çiye bizanibim.

 

Min di gelek rojname, kovar, pirtûk û lêkolînan de li ser  mijara ”Şerfedîn dînê Êzdiya ye û Şerfedîn ji dînê Êzdiyatiyê ye ”xwandine û tomar kiribûn. Ez ê  çend mînakên ku dîrokzana li ser wê dema wextê ku Şerfedîn li gelek heremên Kurdistanê de mîrantî kiriye belakirine, raberî we rêzdaran bikim:

 

Min hîna di sala 2000î de û di pirtûka xwe*2 de gotiye “Koçberbûn û talankirina Êzdiyan hîna di demên kevn de û zêde jî, di wexta barbarên Moxullan (tirkên Monxolîstanê di sala 1252 an) de berdewam kiriye.”

 

Di lêkolîneke ku nivîskar, rojnamevan û redaktorê malpera krd.riataza.com ê birayê Têmûrê Xelîl Çaçan, ji rûsî wegerandiye Kurdî (Kurdistan di bin hukumê Sêlçûkîyan da (sedsalên XI-XII), de dibêje,”Çengîz xan û serekqumandarên monxola piştî sala 1231ê axa mentîqên kurda yên rêj (ekindar) Şahrîzûrê, Dîarbekirê û Axletê ji binecîya xalî kirin. Kurda ji dest êrîşên monxola xwe sipartibûne çiya û bi zevtkara ra tu pêwendîyên wan tunebûn. Paytextê mentîqa Kurdistanê, ku ji alîyê monxola da hatibû zevtkirinê, *3„

 

Her wisa di çavkaniyên tirkan de jî tê gotin, dema ”Tirkmen û Kurd di salên 1257-1258 de di hêrêma Xarpêtê-Erzurumê de bi hevra li dijî hêzên Monxolan bi pêş ve diçin, hingê îdareya Meletiyê û Xarpêtê di bin destên Kurên Şêx Adî yên kurd, yên ku ola êzdiyatiyê vejandine de bû“*4.

 

Nivîskar John S.Guest jî di pirtûka xwe ”Yezidilerin Tarihi- Dîroka Êzdiyan”, rûp.:72 de dibêje, Şerfedîn piştî bavê xwe li çiyayê Şengalê bûye rêberê Êzdiyên û hwd. berdewam dike.“*5

 

Birêz mamoste Tosinê Reşît, li ser mijara taybetiya Şerfedîn dibêje: ”Di dîroka ola êzdiyan de cihê Şerfedîn bi taybetîye. Şerfedîn piştî bavê xwe Ş.Hesen di sala 1254 de Mîrantiya Şengalê kiriye. Şerfedîn xwestîye artêşa giran berhevbike û here şerê dijminê êzdîya, lewma jî êzdîya azaya xwe ji zordara, tolehildanê xwe bi taybetî bi navê Şerfedîn ra girê daye.

Şerfedîn di sala 1256 de mîrê Xarpûtê bûye.”*6

 

Dîrokzane û hevalê min yê rêzdar kekê Xerzî Xerzan jî di lêkolîneke xwe de dibêje,”tofanê mezin, anku êrîşên Monxol û tirkmenan, ji alîyê navenda Asîyayê ve dest pê kirine. Ev dewletên bihêz û dewlemend ên kurdan, her çi qas bihêz bin jî, li ber êrîş û talana van dagirkerên herî dijwar, mixabin xwe negirtine û belav bûne,û dîsa ber bi çiyayên xwe ve vekişîyane.

 

Ne hewce ye ku em kirinên monxol û tirkmenan rave bikin, lewra dîroka mirovahîyê kirinên wan ên qirêj û bê însanî heb bi heb tomar kirîye. Dema diketana bajêrekî, bi taybetî monxol, heya pirtûkan Jî dişewtandana. Ka kê dizane, wê demê çend berhemên giranbûha ên nivîskar û zanyarên kurdan hatine şewitandin, ka çend pirtûkxane hatine xirakirin û ka çend zanyarên bênav hatine kuştin.? Ev tev li benda bersîvan e.“*7

 

Dîsa min di pirtûka xwe*8 de gotiye,”tenê Xwedê pê dizane û di dîrokê de jî baş xwanê dibe ku, hinga ew zarokên guran ji Asyaya navîn(Monxolanistan)ê hatine derbasî nav Anatolyayê bûne, bê ka ewan hingê çiqas bav-kalên me qerkirine, bi darê zorê ji hevûdinê qetandine, mal-welatê civak, ol û netewên di nav Mezopotamya yê de hebûn û mîna me Êzdiyan bi-hemda xwe bac, qemçûr û alîkarî ne didane desthilatdarên Îslamê û Osmaniyê, ew mecbûrî koça kirine û birine li herêmên cûde yên ku ji mal, êl û êşîrên wan gelekî dûr de ji bona berjiven-diyên xwe bi darê zorê bi cîh û asîmlekirine.“*8

 

Min di nav zargotina me Êzdiyan de jî gelek qewl, dua, nîșan û parêzgehên pîroz bi navê Şerfedîn hene: Mînak weke

Avaya Şerfedîn ya li Lalişê

Nîşana Şerfedîn ya li Mehdera Boza

Nîşana Şerfedîn ya li Bahşik û Bazan

Mixara Şerfedîn ya li baskê şêxa, gundê Bêtnarê

Li îranê geliyê Şerfedîn

Li Şamê ciyê Şerfedin, îro weke mizgefta Şerfedîn têye binavkirin

Çiyayê Şerfedîn yê li herêma bajarê Bîngol-çewlîkê

Pêşimamê Babê şêx ji binemala şêxên Şerfedînane

Sema Şerfedîn

Cemayî anjî Tuwafa Șerfedîn

Senceqa Şerfedîn–a Sincar (Şengalê)

Qewlê Şerfedîn

Qesîda Şerfedîn

Perdeyên Şerfedîn

Quba Şêx Şerfedîn

Û hwd. hene.

 

Belê min tevî vaqas zanîna jî nexwast weke ilimdarekî Êzdiyatiyê, van taybetmendiyên pîroziya Şerfedîn, yên ku di nav gelek qewl, dua, nîșan û parêzgehên Êzdiyatiya qedîm de hene, bidime nasandin.

 

Mala Xwedê ava ku, ilimdarê welatê Xaltaniyê yê rêzdar Feqîr Şerîf Heso, vîdîokilîpekî ku ji bo agahdariya arşîva malbata xwe, zanîna Êzdiyan dagirtiye û ew ji min ra jî şand*9.

 

Gava min li ilmê rêzdar Feqîr Şerîf Heso guhdarî kir, min jê fahmkir ku, vaye ew î  ew mijara taybetmendiya Şerfedîn, ya ku min nikarîbû ji ber zargotina civaka me û lêkolînan  bidime nasandin, zelaldike.

 

Min rabû telefonî  ilimdarê welatê Xaltaniyê yê rêzdar Feqîr Şerîf Heso kir û gotê, gelek spas birêz Feqîr ji bo ku we di vê vîdîokilîpa xwe de, bi wêrekî û kurtasî mijara taybetmendiya Şerfedînê ku, di dînê Êzdiyatiyê de pîroz û Şerfedînê pisê Şêxê Hesen, yê ji dînê Êzdiyatiyê ye şîrovekiriye.

 

Eger cenabê te destûrê bidî min, ez ê vî vîdîokilîpa te ji bo zelalkirina mîjara Şerfedîn dînê Êzdiyatiyê ye û Şerfedînê pisê Şêxê Hesen ji dînê Êzdiyatiyê ye, tevî pêşgotinekê di malpera xwe a fecebokê de bi weşînim .

 

Rêzdar Feqîr Şerîf Heso jî bi vê pêşniyariya min dilxweş bû û destûra belakirinê da min .

 

Min rabû vîdîokilîpa rêzdar Feqîr Şerîf Heso, bi sernavê keremkin li ilimdarê welatê Xaltaniyê, yê ku bi ilmê Êzdiyatiyê, mijara Şerfedîn dînê Êzdiyatiyê ye û Şerfedînê pisê Şêxê Hesen ji dînê Êzdiyatiyê ye zelaldike, guhdarîbikin .

 

Min di pêşgotina kilîpê de bi hemd got ku, nabe Êzdiyên ne ilimdar û dostên Êzdiyan naveroka Êzdiyatiyê li gorî dîtîna xwe,

lêkolîner û dîroknasên ku, ji bo berjiwendî û armancên dagirkerên Kurdistanê û xêrnexwazin Êzdiyan berhem nivîsandine û radigihîn bidine nasandin.

 

Mala Xwedê ava û gelek spas ji bo hemû hevalên min, yê di Facbokê de, gelekan ji wan  jî ev wêrekiya  ku ilimdarê welatê Xaltaniyê yê rêzdar Feqîr Şerîf Heso, ji bo zelalkirina mîjara”Şerfedîn dinê min e”anjerfedîn ji dînê min e”destpêkiriye girîng dît û pejirandin.

 

Xwedê ji rêzdar Pîr Xelat Elîyas, yê ku micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê ye razî be, ew î jî ev mijara rêzdar F.Ş.Heso destpêkiriye girîng dît, ji bo hîn zêdetir zelalkirina mijarê, dilxweşî û kurtekilîpek*10  bi me ra parvekir.

 

Dîsa gelek spas û Xwedê ji ilimdarê mîrgeha Şengalê rêzdar Feqîr Ali Cirdo jî razî be, ew î jî zanîna xwe di kurtekilîpekê de ji min ra şand*11.

 

Vêca ez li gorî ku gelekan ji we hevalên min yê facb.kê birêz, li van parvekirinên min guhdarîkirin û pejirandin, dibêjim, em ê îro bi saya zanîna ilimdarê welatê Xaltaniyê yê rêzdar Feqîr Şerîf Heso, nirxandinên di  peyama mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Welatê Şêx rêzdar Pîr Xelat Elîyas  û ilimdarê mîrgeha Şengalê rêzdar Feqîr Ali Cirdo de, gelek pirsgirêk û gumanên ku me Êzdiyan heta îro nikarîbûne wan ji hevûdinê cûdebikin, zelalbikin.

Li gorî ku min di hinek çavkanîya* 12 daye xwanê* ”Qewilê Şerfedîn“ ji aliyê “Pîr Reşê Heyran ve hatiye nivîsandin.“*12 

Min li ser wê rewşa dema şerê Şerfedîn û Mogolan,  ev danesîna ku nivîskar û roman nivîsê di vê sedsala me de yê herî navdar Yaşar Kemal, di romana xwe*13 de, li ser “nêvçîra kuştina Êzîdiyan”nivîsandiye, min jî gelek jê di pirtûka xwe *14 de weşandiye û dêje:   “Qismek ji xelqê Kurd, Ereb û Tirkan rahîştibûne çekan û derketibune nêvçîra kuştina Êzîdiyan. Poyraz û tevî qeflê leşkerê xwe jî ketne nava wan çetan û teva bihevre di avîtine ser gundên Êzîdiyan. Ewan heçî evdên Êzîdî ku emrê wan heft heta heftêyî bu  didane ber singoyên tivingan û dikuştin. Çiqas pere, mal, pez, dewar, hesp, ker, zad, zêr û zîvê Êzîdiya hebû ji xwe re dibirin. Ne dihîştin kesekî Êzîdî ji ber destên wan xelazbibe. “*13

 

Siheta helbestvanê me yê rêzdar kekê Seyfedînê Welekorî  gelekî xweş be, ew î jî li gorî min,

di vê helbesta xwe ya bi navê”Nalînek Kete Guhê Min”de, rewşa şerê Şerfedîn, yê tevî Monxola û”nêvçîra kuştina Êzîdiyan”ya ku rahmetiyê Yaşar Kemal nivîsandiye,  aniye ber çavên min.

Lewma dixwazim niha tevî sazlêxistina hûnermendê me birayê Elî  ev helbesta kekê Seyfedînê xwand: 

Dîsa Nalînek Kete Guhê Min

 

Li welatê min nalînek rabû, ji ber zilma dijmin bû,

Ez ber bi dengê nalînê ve diçûm, min dît ew Zarokek bû,

Ser çevê wî bi xwiyn bû, destê wî şikandî, laşê wî perçe bibû,

Zimanê wî nedigeriya, rondik ji çavê wî de nedihat, xar û ziwa bibû.

 

Lê nalîna wî bû digot “dayê dayê”, di bin pehînê neyeran de bû

Hey hovn o, ew zarok bû, rengê xwe esmer, zimanê xwe Kurdî bû

Gelo pir tişt dixwest, yek zimanê xwe, yek jî azadiya wî bû

Dîsa nalînek kete guhê min, ew ji welatê agir û rojê bû

 

Berê rojê li min girtin, erd û dunya bi ser min de tarî bû

Hey bêbext no, hey qatîl no, hey wehş no, ne ew zarok bû

Qêrînek dihat ji Welatê min, ew qêrîna zarokên Kurdan bû“*15

 

Ez jî di dawiyê de dîsa dibêjim, gelek spas Feqîrê di nav civaka Xaltaniyê de hizkirî. Xwedê û Tawisî Melek ji te razî bin, ku te cesaretkir ev mijara di nav me Êzdiyan de hîna baş ne hatibû zelalkirin vekir, te gelek girîng dît ku, zindî derkevî himberî Êzdî û dostên Êzdîtiyê . Hêvîdarim ev wêrekiya te ji gelek ilimdar û zanên Êzdîyatiyê ra bive mînakeke baş, ew jî ji te cesaret bigrin, rabin weke cenabê te Êzdiyatiyê di vê dinyaya elektronîk de bidine nasandin.

 

Min ev danasîna li ser dîrok û rewşa wextê şerê Şerfedînê pisê Şêx Hesen û Mogolan, di bernama danasîna Êzdiyatiyê ya çarpel mediya* yê 07.07.22 de xwandiye.

 

Çavkanî:

1.Tengezarê Marînî di pirtûka xwe -Zanista rexneyî di navbera tiyorî û parktîkê de-

2.Kemal Tolan, Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev romanên Zindîne- rûp.:7 ya çapa.3. rûp.:19 , Weşanên NA 2021 izmir

3.Têmûrê Xelîl/ https://candname.com/kurdistan-di-bin-hukume-selcukiyan-da-sedsalen-xi-xii/

4.Malazgirt’te Türk ve Kürt Askerleri – Suat Parlar  http://www.halksahnesi.org/2019/10/08/malazgirtte-turk-ve-kurt-askerleri-suat-parlar/

5.John S.Guest”Yezidilerin Tarihi- Dîroka Êzdiyan, rûp.:72

6.Tosinê Reşît -Êzîdîyatî, oleke hê jî ne naskirî-, sala 2004 – rûpelên 108-116 de

7.Xerzî Xerzan – https://dirokurd.blogspot.com/2017/12/berovajikirina-diroka-gele-kurd-ji-hela.html

8.Kemal Tolan- Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê 2, rûp.: 202-203 – Weşanên NA 2021

9.Feqîr Şerîf Heso – https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0KRGcLxWeGAuaKreyjbKqv1XX5K7ekqeWTEMV8SsCe5Yjxw78b8mge6SEmsSbptxrl

10.Pîr Xelat Elîyas- https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid01BF1jWe4DYESY6u1eNXUGNqqY64HzdN1m3htLvvZRtDmUHXw74AJ8qLhnhaij2JWl

11.Faqîr Ali Cirdo – https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0mqvadCTkzyphMFxcQ8GqtRpqeTqop3zcKaDKS425hrSfHmzxcjLCgHPaFgexYzGdl

12.Bedel Feqîr Hecî Şemo – Bawerî û Mîtolojiya Êzidiyan – rûpel:97-112

13.Yaşar Kemal, Fırat Suyu Kan Akıyor Baksana – Bir Ada Hikayesi I- Ocak 1998 Îstanbul. rûp.:229-277 de ye

14.Kemal Tolan -”Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî“, rûp.:91-111

15.Seyfettin Welekorî-Warê Wêran_ Rûp.:[15]

Wêne: Rebwar K Tahir

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev