ÇAPEMENİYA HÊZÊ Û PENABER

ÇAPEMENİYA HÊZÊ Û PENABER

Sedat Türlü 

Li ser mijara kîn a gel li dijî koçberan pir gotin pêwîstin lê wê carê min xwest li ser çapemeniyê û bandora li ser wê nefret kirina penaberan binîvîsînim. Yên me hene ku ”rojnamevana” Macar Petra Lazslo bi bîr tînin, ku di sala 2015’an de çûbû herêmê da ku wêneyê derbasbûna penabera yên sînorê Macaristan-Serbistanê bikişîne. Rojnamevan a Macar Petra Lazslo dema ku bavekî bi zaroka xwe di hembêza xwe de hewl dida sînor derbas bike, pêpaşk da be wan û bû sedema ketina wan. Piştî wan wêneyan raya giştî li hemû cîhanê ava bû û ew kanala Petra Lazslo lê dixebîtî N1TV neçar ma ji rojnemegerê xwe kar bê avêtin. Li aliyê din dadgehê ji ber reftarên nebaş cezayê wî birî, lê neda razandin. Bi rastî ew ciza wek mûkafatekî bû ji bo Petra Lazslo. Lê ya herî girîng ew bû ku rojeva raya giştî û cîhanê ev rewş bi awayekî herî giran rexne kir.

Wekê her bûyereke civakî, em kêm-zêde hêza hikûmetê û çapemenîya şêwandinê dizanin. Bi taybetî, çapemenî çawa bûyeran radigihîne, awayê ramana girseyê, bi taybetî jî temaşevanên wê diguhere. Ger çapemeniya hêzê vê çalakiyê pêk bîne, bi gelemperî encamek li ser zirara bindestan derdikeve holê. Hêza azad a çapemenîyê bi parvekirina rewşên ku dê bindestan bigihîne raya giştî bi awayekî hêzdar pêk tê. Rojnameger jî divê wê derê rawestin. Çapemenî û dezgehên ragihandinê yên ji her alî ve nêzîkatiya Petra Lazslo ya ji bo penaberan rexne kirin û li ser mafên koçberan li hevparî bûn.

Em behsa hevpariya çapemeniya desthilatdar û hêza azad a çapemeniyê dikin. Helbet em dizanin ku aliyek dilpaktir e û aliyê din neçar e ku hevkariyê bike ji ber ku ew nikarin bi eşkereyî siyaseta cîhanê û sûcê Petra Lazslo bipejirînin. Beşa ku me eleqedar dike helwesta kesên ku çapemeniya azad diparêzin e. Ji ber ku weke her mijarê din divê koçberên ku dikevin qada bindestiyê em têbigehin û veguherîna rewşa heyî di berjewendiya mirovahiyê de xebateke rojnamegeriyê bikin.

Bi desteserkirina rêveberiya Afganîstanê ji aliyê rejîma Talîban ve, bi hezaran kes neçar man malên xwe danan li ser pişta xwe û koç kirin. Weke gelê ku li Sûriyeyê ji ber hov a DAIŞ’ê neçar man birevin. Di van her du dozan de cudahiya bingehîn a yekane guhertina konjuktura siyasî ya li Tirkiyeyê ye. Li vir sefên Çapemeniya desthilatdariyê û çapemeniya azad bi xeta sor ji hev diveqetin. Me dît ku heta doh bi dehan saziyên çapemenî û weşanê ku di nava sefên çapemeniya gel de an jî çapemeniya azad de ku çapemeniya desthilatdariyê rexne dikin, diyar kiribûn, bi bayê desthilatdariya demdemî re zû şekil guherandin.

Ji bilî parastina mafê jiyanê ya koçberên Afganî, wan dikariya bêdeng jî bimînin. Lê belê wan çapemeniya sûcên li dijî mirovahiyê dike weke ku gel bi gotinên nefretê li dijî penaberan tehrîk kirin û hemû hêrsa ku ji ber sedemên aborî, civakî û siyasî di nava mirovan de kom bûye, li ser koçberan dikişînin. Bi qasî me dît ku hin ”rojnamegerên” xwe di nav civaka ”Çep” de pênase dikin jî, bi pêşkêşkirina rêyên derbasbûnê û wêneyên kolektîf ên koçberan ji çapemeniyê re dest bi vê pêvajoyê kirin. Mîna ku ji vir zêdekirina dijberiya li dijî koçberan têr nekir, ji bo ku bibin rojnamevanek populer an jî çapemeniyek xuyangtir dev ji mafê jiyana penaberan berdidin.

Di bûyera mexdûrbûn an qetilkirina koçberan de em dikarin bibînin ku heman rojnamevan an dezgehên ragihandinê bi lez pozîsyona parêzvanên koçberan digirin an jî rola çapemeniya azad digirin ku li nûçeyên rast digerin. Em dikarin hevoka Oportunîst a ku pir caran di lîteratûra çep de tê bikaranîn, ji bo ”rojnamegerên” ku li ser pragmatîzma xwe ya takekesî disekinin, çavkanîya nûçeyê wan an jî mirovên ku dibin mijara nûçeyan dê bi çi re rû bi rû bimînin ji xwe re nakin xem.

Ji ber vê yekê, dive nêzikatîya tevgera çapemeniyê ya derbarê koçberan de çawa be?Bi awayekî pir sade, ziman û nêzîkatiya ku ji bo kesên din an jî bindestên civakê yên weke koçberan tê bikaranîn, divê yek be. Çapemeniya azad heta duh di nêzîkatiya tevgera LGBTI ya ku herî zêde di nava civakê de bû gaveke girîng avêt û gavên serkeftî avêtin. Helbet xala dezavantajê ya LGBTIyên ku bûne mexdûrên sûcên nefretê zêdetir bû.

Lê di pêşî de kesên li dijî hevzayendî û tifaqa çapemenîyê rê li ber bi dehan tawanên nefretê vekir bû. Îro ev tifaq ji bo penaberan diqewime. Mijar û kirde guherin jî, mexdûr dîsa jî bindest in. Ger rojnamegeriya ku rastî hêza xwe ya li hemberî kesên ku bi hêrsa hilbijartinê rê li ber tevgera dijî penaberiyê vedikin ku jiyana mirovan xem nabînin aktîf nebe, em ê di dema pêş de komkujiyên koçberan zêdetir bibînin.  Bi awayekî din, du cûre rojnamevan hene. Yek mîna rojnamevana Macar Petra Lazslo hene û yek din jî ku bêyî ku rûmeta xwe ya pîşeyî de tawîz nedan, li pey rastiyê ne û ji ber vê yekê di girtîgehê de ne an jî neçar dimînin ku koç bikin.

Tu kes ji me naxwaze mîna Petra Lazslo xuya bike, ne wusa? Ji ber vê yekê, her çend em texmîn bikin ku di mijara komên bindest de, bi çi bê, encamên xerab hebin jî, divê aliyê me rastiya bindestan be. Ya rast çi dibe bila bibe, berî her tiştî divê em jiyana mirovatiyê derxin holê û bêyî ku aliyek nekin hedef, bibin xwedî zimanê vegotina rastiyê. Ji ber ku em nasnameya xwe ya rojnamegeriyê ne ji desthilatdariyê, ji dîrok û rastiya bindestan digirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev