DI TOREYA KURDÎ DE HEFT Û ÇIL

DI TOREYA KURDÎ DE HEFT Û ÇIL

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkoler

Ev jimara heftan, di Çanda Kurdî de pir balkêş e û pir jî hatiye dubarekirin. Sedemê wê yekê çi ye jî, ez di lêkolîna xwe ya duwazdeh salên li Folklora Kurdî de lê rast nehatime ku çima ev jimar wisa zêde hatiye dubarekirin. Wek nimûne:

HEFT (7):

. heft roj û heft şev dawet

. di kirîvatiyê de heft roj û heft şev şahî

. heft werîs, werîsên heft gundan

. garana heft gundan

. heft nan

. heft kutilk

. heft pîvaz

. ji bo qelenî keçan heft sal şivantî

. di çûna rêwîtiyê an eskeriyê de heft salên xerîbiyê

. heft bira

. heft xwişk

. heft bira û xwişkek

. heft bûkên malê

. heft gule/berik

. heft rê

. heft hezar

. (di jinanînê de) heft jin

. (di mêrkirinê de) heft mêr

. heft sîtil savar û heft sîtil goşt û gwd.

 

Di Folklora Kurdî de jimara heftan pir caran hatiye gotin.

GELO SEDEM ÇI YE?7

ÇIL (40):

Ev jimara çilî jî mîna ya heftan, di Çanda Kurdî de pir balkêş e û pir hatiye dubarekirin, sedemê vê jî mîna jimara heftan ne diyar e. Lê jimara çilî weha hatiye gotin:

. Di dawet û şahiyan de çil şev û çil roj

. Di çêbûna zarûkan de ji bo dê û ji bo zarûkê (di çil rojên pêşî de) çilî tê gotin.

. Ji bo du zarûkên ku ew çil rojên wan ên pêşî ketine nava hevûdu, dibêjin çilê wan yek e.

. Piştî mirina yekî/ê ji bo bîranînê çilrojîya wî tê bibîranîn.

. Gava yek sond dixwe an adekê (nezr) li xwe dide, dibêje ku ew heta çil rojî weha nake yan dê bike.

. Yekî an yeka ku zêde dipeyive û tiştên bêpêdivî dibêje, yekî duyemîn jê re dibêje (eger jin be) çilzimanê (yan eger mêr be) dibêje çilzimano.

. Gelek caran gava ji bo çareserkirina tiştekî jî ku zeman tê kifşkirin, bi piranî çil roj qewlê xwe datînin û gwd…

Gelo sedemê vî jî çi ye?

Çima ne 50 roj e?

Çima ne 20 roj e?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev