NİFİRÊN GUNDÎYÊN SERHEDÊ

NİFİRÊN GUNDÎYÊN SERHEDÊ

Ev gotina pêşîyan tam li gorî vê nivîsê ye:

-Belkî bextê bêbextan lê welgere!

Mihemed Erzurum

Piştî Dewleta Osmanî, dema cumhûr û komara teze de, wek tê zanîn, di her hêlê de guherandin çêbibûn.

Xwendina medreseyan, feqîtî, nivîs û kitêvên kevin tev hatibûn qedexekirin, kilît li derê hucrik û mizgeftan xistibûn. Kitêv û nivîsareke bi kurdî an erebî di malekê de bigirtana, wey li halê xweyê malê, ew ji neynûk de dixistin..

Carekê mufrezeya Delû Kemal hatibû gundê me li pey Ebdilhemîd, Teyfûq û Feyzullah digeriyan (Serhildêrên Seyîd û Berazan), jineke cînarê me jî, ji tirsa, Qurana di mal de dardakirî di nav pînekî de dipêçe û neçar dimîne di sergoyê pêşîya malê de vedişêre. Dema leşker hatin ji hespên xwe peyabûn, gundî li meydanê tov kirin, çawa bû nizanim, di nav xweliya tendûrê de ew Quran dîtin. Milazimekî bêbav di nav leşkera de hebû, ew bi linga rabû ser Quranê, da çêr û xebera, bi qamçiya li me xist, fişek dixist nav pêçîkên me zor dida du sê pêçî bi hev re dişkênand.

Piştî ku ew cehimîn çûn, gundiya li meydanê destên xwe rakirin bi dilekî şewat bi zarîn û girîn nifir li wî kirin.

Dema ji gundê me diçin, berê xwe didin Gundê Şekir. Li wir dixwezin ji çemê Balixçî derbas bibin, çawa dibe nizanim, ew qumandar ji hespê dikeve, hespê nalkirî ku çawa cotkî refesekî li netka wî dixe qapaxa serê wî bêbavî radike…

Kalekî Serhedî

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev