Civatek bi rengê mêrdînî

Civatek bi rengê mêrdînî

Mêrdîn… 

keleha kultur û huner û edebîyatê

û her weha hêlîna kurmancîya reş…

Devliken Kelogirî

Berêvarekê, em du kesên rehên wan di bin axa Mêrdînê de veşartî û li ser nirxên kurdî şînbûyî û her weha şaxên xwe li seranserê Kurdistanê belav kirine, li Mêrdîna kevn û bi qasî kevnbûna xwe bedewîn gîhaştin hev.

Me hev nas dikir, kêfa me jî ji hev re hatibû û me dizanîbû em pêlên avekê ne û ber bi heman deryayê ve jî diherikin, lê hîn rû bi rû em rûneniştibûn.

Li mala Metîn Aydin em rûniştin.

Metîn bi xwe jî welatîyê me ye û her weha em ji heman êl û eşîrê ne, em çêlkewên hêlînekê ne anku em ferxên nav bax û bexçe, dar û dahlên Erban in, lê wek seyda Mistefa min û Metîn jî cara ewil hevdu rû bi rû didît.

Bi rûnermî û dilgermîyeke henûn em hatin pêşwazîkirin; ez dibêjim em, lê bi zanîn ez “em”ê bi kar tînim, lewra birakê min Abdullahê ez jê re dibêjim Evdila jî bi min re bû.

Li vî welatî bi qasî me ji destê Abdullahan kişand me ji destê tu kesî nekişand!

Axir…

Ji rojan cejn bû û endamên malbatê yên biçûk bi anîna şekir û kolonyayê dest bi wê mazûvanîya xwe ya mêvanperwerî kir.

 

Çar mêrdînî, li ser axa Mêrdînê û di bin wê atmosfera efsûnî de bi tûrikên xwe yên tije bigihêjin hev…

 

Berê jî min gotîye, ez dîsa bibêjim:

Em mêrdînî qure ne lê heger hûn ji Mêrdînê bûna, bi kêmanî hûn ê jî mîna me qure bûna, lewra Xweda bi xwe jî dema dibe şev, li jor radibe ser xwe, pişta xwe dide stêrkekê û bi dilbijîneke hew dibe li Mêrdîna mîna bûkekê xemilîye dinere, temaşe dike û dilê xwe dibijîne wê esaleta wê.

Lê bawer bikin, quretîya me ne quretîyeke qeşmerane û beradayî ye, bi wê quretîyê tenê em hewl didin dagirkeran bi wê esîltî û esaleta xwe bihisînin; anku hewce ye her kes xwe nas bike û bizane bê kî ye û ji ku hatîye.

Em ne zarokên doh û pêr in, berî tirk û ereb û faris Xwedê nas bikin, bi dest û hostayîya Xwedê, me ev ax ji bo siberoja hemû candaran çandîye û şaristanîyek ava kiriye.

 

Heya zimanê min azad û serbixwe nebe, mîna nijadperest û faşîstekî ez ê zimanê xwe di ser her zimanî re bibînim û bigirim; bi taybetî jî di ser tirkî û farisî û erebî re!

 

Bi mazûvanîya Metîn re “şer”ekî “dij”minayî dest pê kir.

Li ser navê kurdên serdestzimanî û duzimanî Metîn ket nav parastinekê û gilî û gazinên xwe kirin.

Wî got û me guhdarî kir…

Wî got û me guhdarî kir…

Lê min dizanîbû seyda Mistefa jî li hember vê sekn û helwestê ne zêde hişk e, bêguman ji bo vê fikr û nerîna wî ya nermane anku lîberalîzmane argûment û sedemên wî hebûn.

 

Reha kurdî!

Wî dixwest bi reha kurdî bigire û bi rêya wê rehê xwîna neteweperestîyê dawerivîne rehên din.

Lê…

Ji bo min her tişt ji rastî û dilsozî û duristîyê dest pê dike; heger meriv bi xwe re ne rast û dilsoz û durist be, meriv ê nikaribe bi doz û dahweya xwe re jî rast û dilsoz û durist be.

Û doz û dahwe jî ji zimên anku ji kurdî dest pê dike.

 

Kurdî kurdan dike kurd û kurd ê ji kurdî re Kurdistanê ava bikin.

 

Bila ji kurdî re Kurdistan ava bibe, wekî din derdê min ne ew e kî bi kurdî peyivîye, kî bi kurdî nepeyivîye.

Hîç ne xema min e.

Loma jî…

Heta ji kurdî re Kurdistanek ava dibe, hewce ye nivîskar, hunermend, ronakbîr û sîyasetvan xwe ji kurdî re bikin Kurdistan.

Lewra,

Kurdî yê bibe siberoja Kurdistanê û kengî Kurdistan lawaz bû, Kurdistan ê biçe xwe bispêre kurdî…

Û piştî Kurdistan bû hêlîna kurdî, êdî hûn dibin serdestzimanî, hûn dibin duzimanî, sêzimanî, çarzimanî, hûn hur û azad in û hûn bi kêfa xwe ne, lê…

Ne nuha!

Ne nuha, lewra bi qasî zirara duzimanîyan digihêje kurdî zirara serdestî û serdestîzimanîyan nagihêje kurdî.

Dema kurdekî nivîskar ê duzimanî rabe bi kurdî û tirkî berhemekê çap bike, kurd ê biçin berhema bi tirkî bikirin, bixwînin;

ji ber ku piranîya kurdan bi zimanê tirkî perwerde bûne û ji xwendin û nivîsandina kurdî re kêm in, qels in.

Loma jî,

dema berhemek him kurdîya wê him jî tirkîya wê çap bibe, kurd ê tahdeyê li xwe nekin û neçin berhema bi kurdî nekirin/nexwînin.

Axir…

 

Populîzm nexweşîyek e û di rewşeke wek rewşa îroj a kurdî tê de tercîha duzimanî, ji duristî û dilsozîyê dûr, xapandin û xwexapandin bi xwe ye.

 

Ji cem Metîn em rabûn, em derbasî xwaringehekê bûn. Me civata xwe ya nîvcomayî li wir dewam kir, lê bi yekî kêm…

Me sparîşên xwe spartin xebatkarê restorantê. Ciwamêr bi mirûzekî henûn û bi şêwazeke nerm li me fitilî û berê xwe da mitbexê.

 

Kurdî mêvanê herî birûmet e!

 

Garsonê ku guhekî wî li ser sohbet û civata me, bi wê kêfxweşî û dilxweşîyê, li mitbexê ji bo me sifreyeke têr û xweş amade kir.

Û hêdî hêdî me dest bi civata xwe kir, me xwar û em peyivîn.

 

Ez dibêjim qey li ser wê sifreyê em ji xwarinê, kurdî jî ji me têr bû…

 

Berê me li medreseya Mele Birhan, em ketin kezeba rê û ji Mêrdînê me xwe ber bi berîya Dinêserê/Qezê/Qoserê ve berda.

Medrese, berî meriv bigihêje Dinêserê li ser rêya gundê Hecî Fariz e; Hecî Fariz yek ji duwazdeh gundên Xursê ye.

Cî piçekî çep e, bi şev heger ne bi navîgasyonê be, zû bi zû meriv ê rê bi ser nexe.

Mele ye, xwe ji jor jî xwe ji jêr jî diparêze. Me jêr fêhm kir lê çima ji jor, hêja ye nîqaşê!..

Mala Mele Birhan xera nebe, tu yê sûnd bixwî tirk û ecem lê hatine xezebê, dîwarên xwe bilind lê kirine mîna bircên keleha Dimdimê.

Û Mele Birhan bi wê ebaya xwe ya spî ya nîvtransparan li devê derîyê kelehê, biborin li devê derîyê medreseyê bi wî rûyê xwe yê nûranî em pêşwazî kirin.

Hewşa wî ji hewşa Swîssotela Stenbolê xweştir bû. Şên û şênkayîya wê hênikayî jê difûrîya.

Ji wê hênkayîya wê şevê dîyar dibû Mele Birhan li cem Xwedê bi torpîl e.

Lê heta ez rabûm jî ew ebaya wî ji hişê min derneket. Ez bi benda wî ketim neketim, min ew eba jê nekir, mixabin; lewra wî bi xwe jî texmîn dikir ez ê wê ebayê ji bo fantezîyên şevên har bi kar bînim…

Berî çay ji me re were, ji me re av hat. Min rahişt qedeha ava xwe, ber bi devê xwe ve bir lê min venexwar. Min danî ber Mele Birhan.

Min got, “Seyda, ji kerema xwe re li ser vê avê bixwîne!”

Mele Birhan di dilê xwe de tiştin xwend û ava min keremî min kir. Çendî min xwest fêhm bikim bê çi li ser xwendîye jî, negot û min qedeha ava xwe bi ser xwe de dakir.

Ez texmîn dikim a min jê dixwest û ya wî li ser xwend ne heman tişt bûn.

Xem nake!

Ez û Mele Birhan bîst û çar seetan qirikê li hevdu biqetînin jî, ne ew dadigere ser rêya min, ne jî ez dadigerim ser rêya wî, lê…

Wek Seyda Mistefa gotîye, ya me digihîne hev ew reha kurdî ye û reha Mele Birhan a kurdî jî pir xurt e.

Mijar di mijarê de li dora wê sifreyê me hevdu bir û anî; geh em li ser zimên peyivîn, geh em li ser sosyolojîya civakê peyivîn, geh em li ser dîn û dîndar û dîndarîyê…

Lê reha kurdî rakişîya, tehenî, bel bû, xurt bû, şax da…

Û me destûr xwest ji Mele Birhan.

Dema em ji cem Mele Birhan rabûn, seetê nêzîkî li nîvê şevê kiribû.

Piştî nîvê şevê bi qasî seetekê, seet û nîvekê jî em bûn mêvanên Mawayê.

Li wir jî bi fikr û nerînên cuda civatek gerîya li ser reha kurdî…

Û bi dilekî têr û tije me xatir ji şevê xwest.

 

Gotina Dawî

Piştî vexwarina wê ava ku Mele Birhan li ser xwendibû, heta destê sibehê di xewna xwe de ez ji himbêza horîyekê derketim, rabûm çûm ketim himbêza horîyeke din…

Û ew ebaya spî ya nîvtransparan li ser bedena min a tazî diricifî…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev