Pîşesaziya Bastîqa Tirî

Pîşesaziya Bastîqa Tirî

Muhemed Şerîf Cilînî

Her sal ji destpêka meha Rezberê û heya dawiya meha Cotmehê de, gundiyên Kurd bi rewşeke weke mihrecanê, diçine nav rezên xwe, ji bo berevkirina Tirîyan, ji bo berhemanîna Dimsê (beriya demekê min derbarî Dimsê zelalkirinek belav kiribû).

Bastîqê (Melben bi Erebî) û Benîyan (Çiqat bi Erebî û Sincoq bi Tirkî), di baweriya min de, ne ji aliyê nêrîneke nejadperestî, evan pîşesaziyan ji pîşesaziyên kelepûrî û gelêrî ên Kurdan e li seranserî Kurdistanê.

Îro jî Tirk van pîşesaziyan bi xwe ve girêdidin û dikin ji kelepûra xwe, her weha jî evan pîşesaziyan veguheztine welatên Şamê û Misirê, di riya Kurdên bincih bûne li van welatan, ji dema ferweriya Eyubiyan heya îro.

Bastîq tê amadekirin li gor van astan:

1.(5.5 -6) kg. arvan tê tevlî kirin bi ava guvaştina tirî û bi hinek av re.

2.Ava guvaştina tirî ya parzûnkirî paş dermankirina bi Kilsê re (axa sipî), tê germkirin di dîzikeke mezin de, li ser agirekî ne gûr heya kelandin destpê dibe û bibe Şîre.

3.Arvanê tevlî ava guvaşê bûye, yê di pêşî de hatiye amade kirin, hino hino tê tevlî Şîrê dibe, û bi hev re têne tevdan, hem jî kelandin pêk dibe, heya tevde pir tîr dibe, divê dema kelandinê û tevdanê ne kêmî sê demjimêran be, hingî bastîqa germ amade ye ji bo raxistinê.

4.Bastîqa germ tê raxstin li tejk an cilên ji caw yên hatine raxistin li cihekî dûz û rast, û bi teraşekî ji text Bastîq tê ramedandin weke pelekê li seranserî cawê raxistî bi tenikbûna 2-5 mm.

5.Çar rojan bastîq raxistî li ber rokê dimîne, ji bo hevdu bigre û nîv zuha bibe.

6.Binê cawên yê bastîq li ser hatiye raxstin, paş 4 rojan bi avê têne şilkirin ji bo bastîq ji ser caw bê rakirin, bê ku ji hev bikeve û 3 rojan li ser ben bêne daliqandin.

7.Paş sê rojan pelên bastîqê têne dabeşkirin weke pelên biçûktir û weke hev, hinek arvan li ser wan tê belavkirin, ji bo bastîq bi hev negir. Dema tê pêçandin weke demetên sê guşe.

Bastîqa tewrî baş ya ji tirîyê kesk, qaşil tenik, pir şekir, hem ji nerm û tenik be ya di navbera (1-1.5) mm be, ew jî dimîne li ser hostetî û şarezaya yê bastîqê amade dike.

Bastîq di zivistanê de bi tisî tê xwarin, an bi gwîza ra, hem jî tê hûrkirin weke perçûk bi rûn û hêkan tê qewirandin, weke taştiya sibehê an şîveke sivik êvaran.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev