Mele Sidîq Çoban: Qehremanekî dilsozê Doza Kurdistanê

Mele Sidîq Çoban: Qehremanekî dilsozê Doza Kurdistanê

Şemsettin Işıklı

Wextekê li Tetwana me M. Sidîq Çoban hebû.

Ew melayê medreseyê, kurdperewerekî hêja, li nav civatê yekî hezkirî bû, bi Serxwebûna Kurdistanê bawer kiribû, ji ber wê wek bi hezaran kurdperwer ketibû nav refê rêxistineke serxwebûnxwaz.

Lê mixabin rêveber û serokên wê rêxistinê piştî 12yê îlona sala 1980yî nekarîn partiyê bi rê ve bibin, nekarîn şoreş bidin dest pê kirin û têk çûn.

Ji ber wê jî wek piraniya şoreşgerên me M. Sidîq Çoban jî du sal berê bi xemgînî û bi êş mala xwe ji nav me bar kir û çû.

Du sal berê min ev nivîs ji bo wî nivîsî bû. Feysbûkê bi bîra min xist û ez wî xweşmêrê hêja dîsa bi bîr tînim.

Mele Sidîq Çoban, li Tetwanê, bi awayekî dilşikestî, hêviya wî nivcomayî û bi dilkeser mala xwe ji vê dinyaya zalim bar kir û çû. Ez pir xemgîn im û ez ê zehf bêriya wî bikim.

Kek Mele Sidîq di dilê min de pir ezîz bû. Ji berî salên 1980yî ew û dikana xwe ve, bi navê Yildiz Elektirîk Evî wek navendeke Doza Kurdistanê bûn. Wî bi rêxistinekê re kar dikir, lê li ba wî hizira hizbî û grûbî qet ne giring bû. Û ew ji bo tevaya têkoşerên doza Kurdistanê bi dilsozî alîkar bû.

Piştî 1980yî heta 1983yan jî, em bi hev re di şertên teng û dijwar de xebitîn, me ber xwe da û me doza xwe meşand. Wî tu carî xwe sist nekir û pişta xwe neda doza xwe. Ez ê bêriya fedakarî û semimiyeta wî bikim. Ez ê bêriya nefisbiçûkaya wî bikim. Her gava ku ez diçûm Tetwanê jî ew ji bo min wek ziyaretgah bû.

Dilê min birîndar bû û diêşe.

Ez vê şînê bi malbata wî, bi kurê wî, Bahtiyar Çoban re parve dikim.

Bi avakirina Kurdistaneke Serbixwe dê giyanê wî şad bibe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev