SERÊ MİMER Û ÇAVÊ ODEN

SERÊ MİMER Û ÇAVÊ ODEN

Seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed Nesrîn Rojkan xanimê

pêşnîyara malpera me qebûl kir û soz da ku dem bi dem ji me ra

rêzenivîsa gotarên li ser VIKINGan binivîse.

Em sipasîya wê dikin û îro gotara wê a heftan raberî we dikin.

Nesrîn Rojkan,

Seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed

 

Lİ JOTUNHEIMÊ LI MALA DÊWAN de bîra Mimer heye. Di kûrahiya binê erdê de dibiqbiqe û adan dide dara dinyayê Yggdrasile. Mimerê zana û zêrewanê yadan gelek tiştan dizane. Bîra wî zanyarî ye, û dema dinya hê ciwan bû wî her sibe ava vê bîrê vedixwar, bi qiloçek bi navê Gjallarê dikir nav avê tijî dikir û vala dikir.

Ji gelek mêjve dema hê dinya ciwan bû, Oden qapûtê xwe yê dirêj li xwe dikir û fotêra xwe dida serê xwe, ji bo ku di navbera dinyayên dêwan de bi kincên gerokan digeriya û jiyana xwe dikir nav metirsiyê ji bo ku bigihije Mimer û zanatiyê bi dest bixe.

”Tenê qurtek av ji bîra te dixwazim xalê Mimer”, got Oden, ”tenê yek qurt ji te dixwazim”.

Mimer serê xwe hejand. Nabê ku ji bilî wî kesek av ji bîra wî vexwe.

Deng jê derneket: kesên ku lavayan dikin, kêm caran şaşiyan dikin.

”Ez kurê xhawa te me”, got Oden, ”Diya min Bestla xwîşka te bû”.

”Ew têrê nake”, got Mimer.

”Tenê qurtek av. Qurtek av dê min zana bike Mimer, ka bêje bedela wê çi ye”

”Çavê te ye bedela min”, got Mimer, ”Çavê te di bîrê de”.

Oden qet nepirsî ka ew yariyan dike yan na. Geşta wî ya ji nav warên dêwan heya bîra Mimerê riyek dirêj û xeter bû. Oden amade bû ku jiyana xwe jî bide ji bo ku bigihîje armanca xwe. Ew amade bû ku bedelên bêtir bide da ku bigihîje zanistiya ku ew ketibû li dû.

Oden bi biryar bû.

Tenê got ”Kêrek bide min”.

Dema wî tişta jê xwestî pêk anî, çavê xwe hêdika danî nav bîrê de. Çavê wî di nav bîra avê de li wî dinêrî. Oden qiloçê xwe ya bi navê Gjallerê tijî ava bîra Mimêrê kir û bire ber devê xwe. Av sar bû, wek qeşayê. Wî qiloçê xwe vala kir. Zanistî herikî nava wî. Wî êdî bi yek çavî ji herdu çavên xwe bêtir dûr û bêtir zelal didît.

Ji vir pêde navê din li Oden bûn: Helblinde (Koro) digotinê, xwedêyê kor, Har, yekçav, Båleyg û awirê şewatê.

Çavê Oden hê jî di bîra Mimerê da ye, ji aliye avê ve tê parastin û xwedîkirin, tiştek nabîne û her tiştî dibîne.

Dem bihurîn. Dema şerê navbera vanan û asan ber bi dawîbûnê ve diçû û dema şervanan û axayan bi hev re guhertin, Oden Mimer şande bo vanan da ku şêwirmendî bo xwedêyê asan Hönerê re bike. Ew ê ku dê axatiyê ji vanan re bikira.

Höner gir bû û lihevhatî bû, wek keyan xûya dikir. Dema Mimer hate ba wî û şîretan lê dikir, wî wek keyayan diaxivî û biryaran dida. Lê dema Mimer pê re nebû pê nedibû ku biryarên baş bide, ev yek jî vanan aciz dikir. Wan tola xwe ne ji Höner, lê ji Mimer hildan. Serê wî jê kirin û ji Oden re şandin.

Kerba Oden ranebû. Wî giya anî û li serê Mimerê da ku nerize, wî li dua û peyvên efsûnî li serê xwendin da ku zanistên Mimer winda nebin. Piştî demekê Mimer çavên xwe vekirin û pê re axivî. Şiretên Mimer wek her deman qenc bûn.

Oden serê Mimer girt û bire li biniya dara dinyayê, û danî ba çavê xwe, di nav ava têrzanistiya li ser demên borî û demên siberojê

Oden qiloça Gjallarê da zêrevanên xwedêyan Heimdalê. Ew roja ku ew pifê wê qiloçê bikin, dê hemû xwedê her li ku bin û her xewa herî kûr de jî bin, şiyar bibin.

Heimdal dê tenê yek car pifê Gjallarê bike, dema dawîya dinyayê de, dema Ragnarökê de.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev