Ji nimûneyên zargotina me – 279

Ji nimûneyên zargotina me – 279

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema îro me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. ZOZANÊ ME

 

We zozanê me çêrandin,

Xanberdîra dûv gerandin,

Qîzê taxa we, xortê taxa me hebandin.

Bira xadê kotîyê mêrara qebûl neke,

Çawa destê me ji xelqê delal ji hev qetandin.

 

Kilîta dila bîne, dila veke,

Gazî heval-hogirê dora min û xweke,

Herçî derdê dila dîtîye,

Bira gazin, loma min, te neke.

 

Serê min dêşe, dilê min bi pêra,

De rave şera gevez bikute ber qolî zêra,

Çiqa jine rindbe, dîsa mêrî tole,

Yarê digire ser jinara.

 

Me derketîye pelte ewrê reşî terik,

Ketîye ber bêdera jêrin, tev digere,

Kê dîtîye, kê bînaye,

Kurapê piçûk pey jinapa kurapê mezin bigere.

 

Keçikê, de tu rave here bêrê, bêrîya mîya,

De tu lezekî têkeve kêf, heneka, laqirdîya,

Hergê dê û bavê min ji min pirsîn,

Ezê bêjim zêrekî piçûk bû, serê min qetîya.

 

Derdê min bejina te xanimê,

Mîna şemamoka hildin daynin ser taximê,

Destê kewa gozel girtin, dane kalê heftê salî,

Şevê heta sivê pişta xwe didimê.

 

 

  1. EYŞANÊ

 

Eyşanê, ber çevê min dûmane,

Qesrê virda Qaqizmane,

Sîng û berê Eyşana Mîrze axa usane,

Mînanî madanê tev zêrane.

 

Eyşanê, çemê derê mala mera av dihere,

Şê û şêbiskê Eyşana Mîrze axa ser sûretê sorda bûne pere.

 

Eyşanê go:

-Lawiko, tu dêran bî,

Bavê min qewl û qirarê xwe poşmane,

Sivê berî berbangê wê min bide pênsid zêrê Celalîyane.

 

Gede go:

-Eyşanê, wekî usane,

Qewata minê tune,

Ezê her çar malêd Baroya daynime oxira vê gerewê.

 

Eyşanê, te kiras çîtê, mêzer kove,

Têlî Eyşana Mîrze axa digere obe-obe.

 

Eyşanê go:

-Lawiko, tu dêran bî,

Paşî min evdala xadê

Navê zewacê xwe bike tobe.

 

  1. XANÊ

 

Xanê, êlê Xanê, Xanê!

Dilê min tevînga berfa vê baranê,

De wê dibare ser kambaxa Erdîşê, Ezirganê.

Wey malîno, wey gundîno,

Ezê dikim Xana xwe birevînim,

Bavêjim ber bextê Mêlîk, Mêlîkê Qeresobanê,

Na welle, ezê dikim Xana xwe birevînim,

Bavêjime ber bextê keşîşê ber dêra vê Totmanê.

 

Êlê Xanê, Xanê, Xanê!

Kula di dilanê,

Derdekî bê dermanê,

Dezmala ser destanê.

 

Êlê Xanê!

Îsal salane salanî tirse,

Alîkî me Rome,

Yek eceme,

Yek ûrise,

Ezê dikim Xana xwe birevînim,

Bavêjime ber bextê keşîşê ber dêra vê Totmanê,

Belkî halê min Xana minva tev dipirse.

 

 

  1. ÊLÊ ÊTÎMÊ

 

Êlê êtîmê, sala bi zemana,

Heft xwezil li wî çaxî malê me danîne Elegezê bi zozana,

Xadê biqedîne, bike mirazê mirazxaza,

Mirazê min û kewa gozel serê Spangolê, ser bêrînga herdu Dawa.

 

Êlê êtîmê, zomê heya zomê,

Qiranê mala bavê xelqê delal girane, naçe gomê,

Divê caveke xêrê min evdala xadêra hatibû,

Gede lawikê te tana kiras-derpê çifte xas bû, meşîya nava komê.

 

Êlê êtîmê, wexta malê me li kona bû,

Min û xelqê delal soz, qewil, qiyal hevra dabû,

Kaxezê me reş bû, beratê me winda bû.

 

Êlê êtîmê, eva reşo, şalmadanî,

De tu rave şar û şimaqîya girêde dora tiftikê Silêvanî,

Divê, qureçîya, qure danî,

Delalê dilê min ser qurêrê sekinî,

Kaxezê reş deranî.

 

Foto: Yaqûb Kurmanc

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev