PÎROZKIRINA RÔJBÛNÊ Û TEKAKESÎ…

PÎROZKIRINA RÔJBÛNÊ Û TEKAKESÎ…

Husên Duzen

Berî çend rojan gelek meriv, heval û dostên min, bi hestin ziravbihîstyar ez anîm bîra xwe û rojbûna min pîroz kirin. Vê helwesta wan bi qasî ҫiyan kêfa min anî. Spas ji we hemiyan re, bi hêviya ku hûn li min negrin, ji ber ku ez navên we rêzdaran yek bi yek bi lêv nakim…

Her weha gelek hevalên min î ku derfeta pîrozkirina rojbûna min bi destnexistin jî hatin bîra. Min ew jî bi hezkirin bîbîranîn.

Nifşek jî ji hevalên min hene ku li ber dilê min zahf şêrîn in, lê rojbûnan pîroz nakin. Li gor wan pîrozkirina robûnê di ҫanda me kurdan de tune ye.

Belê, vî nifşê dawî hişt ku ez li gel spasdariya xwe ҫend gotin û hin hestin xwe bi we ezîzan re par vebikim.

Bêguman bi pîrozkirina rojbûna kesekê, kesekî meriv, heval û dostên wê kesayetiyê dixwazin balê bikşînin ser wê; wê bixin navenda rojeva rojê, hezkirina xwe pêşkêşî wî/ê bikin û wî/ê dilşad bikin. Di ҫanda rojavayiyan de kesa/ê rojbûna wê/î heye tê pîrozkirin, diyarî jê re tên pêşkêşkirin. Ji bo wê rojê ew kes dibe xwedî taybetmendiyekê di nav meriv û hevalên xwe de. Di vê ҫandê de hizra tekakesî giring e, lema nirxekî didin rojbûna her mirovî.

Bêguman di dînê îslamê de jî pîrozkirina rojbûnê heye. Ew rojbûna her takekesî hêjayî pîrozkirinê nabînin, lê ya Hz. Muhammed bi dorfirehî pîroz dikin. Her weha beşekî mezin î kurdan tenê rojbûna A.Öcalan hêjayî pîrozkirinê dibînin. Em encamên van hizrên ku kesekî dixin navenda ҫanda xwe û tevahiya jiyana xwe li gor wê têşe dikin baş nasdikin. Mixabin encamên van hizrên wisa jî…

Bi qasî ez dibînim giringiya pîrozkirina rojbûnê bi vê jî namîne. Min dil hebû ku ez hinek dema we bigrim û dîsa we bibim nav babeta ku em car caran lê vedigerin: Derûniya Civakî. Min dil hebû ku ez vê sibehê ҫend peyvan derbarê pêkhatina hestên zarokatiyê yî di salên destpêkê de bibêjim û peywendiya pîrozkirina rojbûnê pê re deynim.

Ger hûn jî razî bin, emê sibe li ser vê xalê biaxivin. 

P.S. Berdewama vê nivîsa delal piştî heftêyekê, ango 25ê tîrmehê bixwînin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev